Medenî FERHO
Vijdanê mirovahiyê bidîndar e, jiyan dibin zordestiyek giran de ye, cîhan jî rondikan dibarîne.
Faşîzma tekonolojîk serdest e, çanda teknolojîk jî, bi egozîm û berjewendiyan genî bûye. Rastiya civakî, hiquq, maf, edalet û demokrasî ketiye bin nîrê koletiyê; di demek wisa de, Kurdan, bi diyalektîka ronîkirinê, hişmendiya dîrokê kirine bin lêpirsînê.
Cîhan, di konsepta şerê duyemîn yê cîhanê de ye. Bêguman mercên îro û wê demê ji hev cûda ne. Dîse jî, em dibînin ku xwedawendên serdemê, ji kiryarên mîratzedeyên Hîtler û mogolan, ne dilbiêş in, kuştina estetîka jiyanê, mantelîteya şantajê “mubah” dibînin.
Her kiryarên dewleta Tirk li dijî Kurdan, li dijî gelên li herêmê belgeyek barbarî û faşîzmê ye. Cîhana ku pêşî barbariya mogolan, piştre faşîzma Hîtler mahkum kir, barbariya dewleta Tirk ji nedîtî ve tê.
Kurdan, piştî têkbirina metirsa cîhanê çeteyên DAIŞ, îro, li dijî faşîzma Turk-î îslam têkoşînê dikin. Bi hezaran Kurdî, bedena xwe kirine mertal û bi zimanê bedenê, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, saziyên mafên mirovan dikin ku li gorî peyrew, peyman û hiquqê xwe tevbigerin. Bang li Emerîka û hêzên global dikin ku li gorî desturnameyên xwe tevbigerin.
Mêjiyê entelektuel yê cîhanê jî, banga Kurdan dubare dikin. Hin partî û siyasetmedarên Ewropî, daxwaza Kurdan dikine rojeva parlamentoyên xwe. Lê xuya dike ku mantalîteya şantaj û berjewendiyan şahdamerê çanda civakî, hiquqê gerdunî û diyalektîka jiyanê berteref kirine. Spekulasyonên mantelîteya şantaj û berjeweniyan, kefikên edaletê şikandine.
Êşkere bûye ku, netewe-dewlet, lîberalîzim, nikarin pirsgirêkên gelan çareser bikin. Çend sed sal in, sîstema kapîtalîst “faşîstan-dîktatoran”, bi armanca çareserkirina krîzan derdixe holê û destek dike. Lê, yek dîktatorî, yek sîstema faşîst, pirsgirêkên sîstema kapîtalîst çareser nekirine. Ji bo demekê behnferehî çêkirine, lê demdirêj na. Di encamê de, dewletên totalîter û diktatoriyal derketin holê.
Îro jî, cîhan li hemberî şantajên Erdogan ya penaber û fûzeyan kab berdane erdê.
Hêza ku tecrîda li ser Birêz Ocalan kiriye piratîkê, gelê Kurd jî, Haraketa Azadiya Kurd jî tecrîd kiriye… Waqayek sosyolojîk e: Eger rêber tecrîdkirî be, gel jî tecrîdkirî ye, eger gel tecrîdkirî be, rêber jî tecrîd kirî ye. Diyalektîka tecrîdê jî, di mekan û demê de, di îdeolojiyê de veşartî ye.
Cîhana Ewropa, bi riyên cûda, Tirkiyê wek “dewleta haydut” bi nav kir, sîstema Erdogan bi dîktatorî binavkirin, dîse jî, bi “essihî” û vekirî li dijî dernakevin.
Trajediya Kurdan, trajediyek ji fantaziyan dûr e û trajediya cîhanê ye û fatureyek gelekî giran jî dide… Kurdan, di vê trajediyê de, bedena xwe kirine meşale rastiya cîhanê diqîrin. Ev qêrîn, diyalektîka ronîkirinê ye, rexnekirina serdemê û serdestên cîhanê ye. Cîhana ku dengê Kurdan nake, divê dengê mêjiyê entelektuweliya xwe bibihîze. Dengê mêjiyê entelektueliya cîhanê, banga li vijdanê mirovahiyê ye.
Ji serdema Xwedawendan-Promethaus û heta serdema Roma-Spartakus, ji serdema netewe-dewlet – Hîtleran, zilm û zordestiyê, tecrîd û înkarê çareserî neanîne.
Faşîzm tolhildana ji xwezayê, ji mirovahiyê, ji nirxên mirovaniyê ye. Her gotin, şantaj û spekulasyonên Erdogan jî vê rastiyê eşkere dikin. Kurd li dijî vê faşîzmê têkoşînê dikin.
Armanca Kurdên ku li Londonê ketin avaniya Rêxistina Efuya Navneteweyî jî ev bû. Ji rêxistina navneteweyî xwestin ku di çarçoveya mafên mirovî de daxuyaniyekê bide. Kurdan got: faşîzm antî teza ronîkirin û mafan e. Mixabin rêxistina “navneteweyî”, ji berdêla daxuyaniyekê bide, ligel mêjiyê enteklektuelî û zanist cih bigire, rastiya faşîzmê vebêje, zor li xwediyê daxwazê kir.
Bextê cîhanê û vijdanê şiyar yê mirovahiyê, li hemberî faşîzma endrustriyal û karakterê ant-î demokratîk, lewaz û misrî ye.