Rojnameya Ronahî

Sûrên we vîna me têk nabin

Idrîs HENAN

Baweriyên mirovan her li ser esasê lêgerîna li navgîna di navbera mejû û dil de hatine avakirin û xwe dane rûnişkandin. Li gorî navgînê jî hêza baweriyê tê pîvan. Bê goman naveroka dagirtî ya baweriyê jî nola enerjiya herikî di jiyana mirovan de tê teyisandin. Şiklê ku digire jî cewher û prensîbên rastiya jiyînê ne. Li cihê ku jiyana mirovan di bin gefan de be xwe bi awayê berxwedêr a parastina cewherî dide der. Li cihê ku jiyan asayî be jî xwe bi rengê avaker û geşedanan dide der. Yanî; li gorî şert û mercên mekan û zeman ku bandorê li ser çawaniya jiyanê dikin xwe birêxistin dike û fîgur digire. Jiyana rast jî ew e ku; dema mirov van rastiyên jiyînê derbas neke û li gorî realîteya heyî şêwazên domandina bi rûmet hilnebijêre, wê çaxê mirov bi destên xwe naveroka çawaniya jiyînê vala derdixe û ji tesîr û çilekiyên derve re objektîv dibe amûre û pirra jidestdayînê. Ger em van tiştên me li jor gotine bi eynika jiyana heyî lê temaşa bikin û geşedanên li ser erdê binirxînin, em ê têbigihêjin ku jiyana mirovan li gorî van geşedanan him fîgur û him jî mewzî girtiye. Êdî paşxaneya fikrî ya jiyînê rola mekanîzmal di encaman de dilîze. Bi gotineke din; asta têkoşînê cewher û rastiya jiyanê vedibêje. Ji pêvajoya berxwedana Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê zelaltir ku vê yekê vedibêje nîne. Di serî de sekn û berxwedana gelê me li Şehbayê ku serperştiya meşa ber bi jiyana azad ve dike, cewherê vê şêwazê jiyanê ye. Êrîşên faşîzma Tirk rûyê dîtir ê jiyana ku dixwaze li ser gelan ferz bike vedihûne. Ango li hemberî jiyana tarîtiyê vîna gelan a azadiyê li ber xwe dide. Ta ku dagirkeriya li ber vîna gelan can dide xwe temendirêj bike, bi siyasetên rojane yên cinawerekî ku derba mirinê xwaribe, êrîş û kiryarên xwe yên dermirovî zêdetir dike. Difikire bi vî awayê dikare xwe ji kaosa heyî biparêze. Di encam de bi ser îradeya gelan ve tê û hewl dide her nirxekî gelan bikiritîne. Tişta ku faşîzma tirk ji roja destpêka êrişan ve kiriye û heya roja me ya îro dike, diyar dike ku dixwaze him kiryarên xwe yên dermirovî û him azweriyên xwe yên faşîzane li paş dîwar û sûrên neyartiyê veşêre. Heya ku dagirkerî van xeyalên xwe mayînde bike bi rêbazên derûnî û êrîşên madî -manewî razberiya jiyana gelan hedef digire û wisa lê dike ku mirov qet bê hêvî bimîne. Ango bi êrîşa li ser navgîna di navbera mejû û dil de, navgîna razberiyên civaka resen şênber dike aramanc digire û hewl dide vîna wê ya berxwedêr ji nav bibe. Tişta ku niha li dora Efrînê û di hundirê wê de rû dide ev bi xwe ye. Faşîzma tirk ta ku têkçûna xwe li hemberî îradeya gelê Efrînê binixumîne, berê xwe daye vê rêbaza kirêt a herî bi bandor. Lê çawa me li jor gotibû ku paşxaneya fikirîn û çawaniya destgirtina meseleyan riya herikîna enerjiyê diyar dikin, gelê Efrînê jî îro bi sekna ku dispêre vîna têkoşer a jiyana rast a hezarê pakrewanan şiklê jiyana ku hilbijartiye destnîşan dike. Ji ber vê têgihaştina gelê Efrînê ne dîwar û ne jî sûrên qiraltiya karton dikarin li hemberî vîna wî li ber xwe bidin û ne jî dikarin mayînde bibin.