Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşgeriya girtîgehan şervantiya rûmetê ye

30/04/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di avakirina şoreşê de hesta berpirsyariyê
Share on FacebookShare on Twitter

Qasim ENGÎN

Di pêşengtiya Leyla Guven û Nasir Yaxiz de bêtirî 5 heyvane çalakiya birçîbûna bê dem û bê dorveger bi dirûşma; ”Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilwêşînin û Kurdistanê Azad Bikin” rêve diçe.

Ev çalakî gav bi gav li seranserê cîhanê belav dibe. Wiha xuya dike ku wê hîna jî belav bibe. Li derdorê van çalakgeran de bi sedan-hezaran welatî û dostên Kurdan bi çalakiyên demkî hestiyariya xwe nîşan didin. Bêguman gelek derdorên siyasî çi ji parlamentoyan, çi jî rewşenbîr û mirovparêz piştgiriya xwe nîşan dane.

Lê dewleta tirk bi hişmendiya xwe ya faşîst û Kurd nenas rola leystina; keer, lal û kor didomîne. Em berdin xwe keer, lal û kor kirine, êrîşan tîne ser dayikan. Heqerata wan dike. Dehif dide.

Dewsa ku dewleta tirk hişmendî û bîrûbaweriya antî kurd fêmbike û tecrîdê rabike hewldide tevahî civaka kurd û civaka tirk bigire nava tecrîdê.

Lê me piştî hilbijartinên 31’ê adarê dît ku rêjîma faşîst çawa û bi çi rêbazî hewl dide civaka giştî ya tirkiye dîl bigire û muhtacê xwe bihêle.

Mixabin, ruxmî ku faşîzma dewleta tirk pir vekirî û eşkere êrîşan dibe ser kurdan, vîna wan nas nake hinek kurd li cem dewleta tirk cihê xwe digirin. Hinek ji wan li cem dewleta tirk cihê xwe negirin jî li hember kirinên wan bêdengin. Bê helwest û bê bertekin.

Mînak dewleta hov ku nasîba xwe ji nirxên mirovahî negertiye, êrîşê dayîkên me dikin.

Ji bo çend dayikan komek polîs kom dibin û dest dirêjiya dayîkên me dikin. Dayîkên ku ji bo zarokên xwe ketine rêyan ji milê polîsên Erdogan ve tên dahifandin, heqaret li wan tên kirin. Bila were bîra me çawa Saddamiyan di dema xwe de dayîkên me dehif didan, niha heman tiştî polîsên Erdogan dikin.

Me gengaz e ku di rewşek wiha de kurdek piştgiriyê bide wê dewleta ku dayîkên me dehif dide? Kîjan kurd dikare piştgirîyê bide dewleta tirk ya ku ewqas zulmê li ser Kurdan û taybet jî li ser dayîkên wan dimeşîne? Kîjan kurd dikare ewqasî bê vîcdan û bê îman bibe?

Di medyaya qaşo xwe Kurd dihasibîne de refleksên xwe çawa raber dikin? Li hember van kirina çi dikin? Acizî û ne rehetiyên xwe gelo raber dikin an na? Evana hemû pirsên girîng in.

Êdî pêwîste ku em pir vekirî hinek tiştan bêjin û dema pêwîstî jî bû em helwesta xwe pir vekirî jî deynin holê.

Gelo serî de partiya PDK û pê re jî medyaya wan û yên nêzî wan wê bikaribin li hember dewleta tirk dengê xwe rabikin an na?

Dîsa gelo rêxistina YNK û medyaya wan yê li dijî dewleta tirk bikaribe tiştan bêje an na?

Her wiha rêxistina ENKS yê bikaribe li hember êrîşkarên dayîkên me dengê xwe rakin?

Her wiha ew kesên Kurd ku di nava AKP’ê de wê dengê xwe rakin an na?

Em hîç dirêj nekin, gelo kîjan kurd –fikrên xwe çawa dibe bila bibe-, ne gengaz e ku, bêdeng bimîne?

Her wiha ji bo wî Kurdê ku bêdeng bimîne, gelo em ê çi bêjin? Kîjan gotin wê layiqî (qaşo kurde) kurdek wiha bibe?

Bê virde û wirde greva birçîbûyîna li seranserê cîhanê belav dibe, kî çiqasî Kurde û kî çiqasî xwedan vîcdane, ev çalakiyên berxwedêran wek kaxiza turnosolê ji niha de ji bo dîroka pêşarojê zelal dike.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.