Faruk SAKIK
Di 24 Nîsana 1915an de 2.345 Ermenî ji Stenbolê hatin girtin û sirgûnî anatoliya kirin. Di nav wan de rewşenbîr, parlementer, şaîr, nivîskar, mirovê dîndar û karsaz hebûn. Yên hatin sirgûnkirin li sirgûnê ya hatin kûştin ya jî bihin sedemên dinan mirin. Ji ber vê yekê 24 ê Nîsanê ji aliyê ermeniyan ve wek roja qirkirina Ermeniyan tê bibîranîn.
Di destpêkê de bi propagandeyek xwestin Ermeniyan reş bikin. Gotin li kêleka Rusya cîh girtinin, dixwazin dewletek serbixwe avabikin, çek girtinin erîşan dikin. Ev jî parçeyek amadekariyên komkujiyê bûn.
EWROJ…
Di sibata 1915an de Ermeniyên ku di artêşa Osmaniyan debûn, hatin bêçek kirin. Li gelek bajêran, 235 Ermeniyên navdar hatin girtin û van kesan sirgûnî bajarên Çankirî û Ayaşê kirin. Ev hejmar di nav çend hefteyî de gihîşt 2.345 kesî. Yên hatin sirgun kirin an mirin anjî hatin kûştin.
Û Sal 1915 biharbû, fermanek ji aliyê jon tirkên îtîhat û terakî ve hatibû dayîn. fermana qirkirina Ermeniyan. sevqiyata eskeran çêbûbû, gelek leşkerên tirkan li heremê hatibûn bicîh kirin, li kêleka wan “Alayên hemidiye” yên ku ji aliyê Paşayê Osmanî Evdilhemîd ve hatibûn sazkirin cîh digirtin. ji bo rojên reş hemû amedekarî hatibûn kirin..
Berî ku ew werin, li kurdistan li bajaran, li gûndan dengê ezanê Mizgeftan û zengalên Dêran bi hevra bilind dibûn. Kurdan ji rezê Ermeniya fêkî danî, Ermeniyan ji titûna kurdan a xas cixareyên qaçak dipêçan. Bedoyê kurd pêlavên xwe li ba solcî Dîkran didan çekirin, Dîkran li ba aşvan Salo genimê xwe dihêra. Cînarbûn.. Di bin yek esmanî, wek mirovan dijiyan. Kîn, nefret, hesûdî, mirin, kuştin di vê cînariyê de tinebû.
Di 27ê Gulana sala 1915an de bi zagonek hin selahetiyên mezin dabûn rêvebir û eskerên heremê ku dema bixwazin dikarin hin kesan sirgûn bikin. Di 10 Hezîranê de bi daxwaznameyek nû diyarkirin ka çawa dikarin dest bidin ser mal û serveta wan kesên tên koçkirin. Û dîsa bi vê dîyarnameyê de dema koçkirinê bêdem dikirin.
Lê piştî van daxwazname û talîmatan ji herderê Anatoliya ref bi ref koça Ermenî yan destpêkir. Hedefek wan ya ewê koş bikin tunebû. Wek Enwer û Talat plankiribûn ewê çol û çiya ji wan re bibuya goristan.
Her tiştê di dema rêwitiyê de ewê destpêbikira. Û di rêwitiyê de erişan heman destpêkir.
Dihatin kuştin, dihatin şêlandin, destdirêjiya namûsa wan dikirin. Cinarên kurdan li ber çavên Kurdan dihatin qirkirin û kurdan nikaribûn midaxle bikin. Kesên midaxle dikirin jî heman aqûbeta Ermeniyan dijiyan. Û qirkirin.
Di serî de kurd û gelê ku li heremê dijiyan li dijî ermeniyan hatibûn xapandin. Hin kes jî li kêleka eskerên Tirkan cîh digirtin û dibûn şirîkê vê komkujiyê.
Gelek kesên di vê koçê de cîh girtibûn di dema rêwitiyê de hatin kûştin. Kesên ku gihîştin kampan jî ji birçînan û ji nexweşînan mirin. Di encam de di rûpelên dîrokê de hat nivîsandin milyon û nîvek Ermenî ji aliyê Osmaniyan ve hatinin qirkirin..
ÎROJ…
Ermenî jî li çar aliyê cîhanê belavbûn û ji bo hesabê wê sala reş were girtin, ji bo ev komkujî were qebûlkirin, ji bo berpirsyar di qada navneteweyî de werin mehkûm kirin, dest bi xebatên siyasî û faaliyetên lobî kirin. ji van xebatên xwe carnan encam jî girtin..
Îro li 20 welatî di parlementoyê xwe de zagona komkujiya Ermeniyan pejirandinin. Li Amerika ji 50 eyaletî 36ê wan ev komkûjî qebûlkirin.
Dîsa Ermeniyên ku li Dîyaspora dijîn jî bi salan ji bo vê komkujiyê bi cîhanê û bi tirkan bidin qebûl kirin têdikoşin.
Yekem bîryardayin di 24ê Nîsana 1968an de li Lubnan li bajarê Beyrût hat çêkirin. Piştre li Ermenistan, Amerîka, Misir, Fransa, Brezîlya, Bûlgarîstan û İtalya ev Abîde hatin çêkirin.
Her sal di 24 Nîsanê de li herderî cîhanê Ermeniên ku dijîn ji bo bîranîna vê rojê merasîma lidar dixin. Li gelek deveran û li ser abîdeyên peyamên vê komkujiyê têne dayîn.
Sal derbasbûn komara Tirkiyê hat damezirandin, lê wan jî ev komkûjî înkar û red kirin. Wan jî li gor xwe hin çavkanî û dokumasyon derxistin, wan jî îdea kir ki Tirk hatinin qetilkirin, wan zext dan ser dewletan ku vê komkûjiyê neynîn rojeva xwe û qebûl nekin, wan di sedsala 21an de cardinan dest didan ser mal û milkê Ermeniyan, wan di sala 2007an de lêdixistin Hirant Dînk dikûştin.





