Zekî BEDRAN
DAIŞ di milê leşkerî de têk çû. Bi rengekî lez, gelek herêm xistin bin kontrola xwe de û têgihîştineke ku kes nikare li himber wî bi sekine da avakirin. Lê belê dîsa bi rengekî zû hemû cîhan li himber wî sekinî û hemû herêmên ku bi dest xistî wenda kir. Ji ber ku dewletên herêmê temsîla pergaleke riziyayî dikirin. Piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyet Sosyalîzim îtîbara xwe winda kiribû. Di halî hazir li Rojhilata Navîn valatiyeke îdeolojî hebû.
NY û Ewropa piştî hilweşandina Sovyatê, nîşan dan ku nikarin yek ji pirsgirêkên cîhanê yên bigehîn çareser bikin. kapîtalîzme ji çareserkirina pirsgirêkan zêdetir, bi xwe çavkaniya pirsgirêka bû. Dewletên navnetewî ku kapîtalîzim wan xwedî kir gihiştibû qonaxeke ku pirsgirêkan girantir dike. Ji ber vê yekê, pergala kapîtalîst û netew dewletan îspat kirin ku ew nikarin azadiyê, demokrasî û wekheviyê bidin mirovahiyê.
Pêdiviyên gel wekhevî û demokrasî bû. Rojhilata Navîn xwedî kevneşopiya dîrokeke pir çand û baweriyene. Ji lewma pêdiviya wê bi projeyeke netewa dîmokratî hebû. Lê belê dewlet neteweyên hişk û rêjîmên desûpt li ser wê hatin ferz kirin. Reayaksyonên paşverû yê wekî neteweperestî û mezhebperestî gidayên desthilatdariyê bûn. DAIŞ’ê jî ev valatiya edyolojîk baş bi kar anî. DAIŞ bi xwe jî parçeyek ji kapîtalîzmê û pergala wê ya milkperest bû, lê xwe wekî ku bedîle dida nîşan dan. Nakokiyên di navbera gel û kapîtalîzmê de heya dawiyê îstîsmar kir.
Yê çeteyên DAIŞ’ê têk bir berxwedana fedayî ya li Kobanê bû. Ji ber yên li wir berxwe didan xwedî îdewlojiyek xurt bûn. Di bin ala azadiyê û demokrasiyê de hatibûn gel hev. Bi salan li himberî nejadperestiya Tirk û netewperestiya rêjîma Baas berxwe dan û li ser vê bingehê çandeke xurt avakiribûn. Ew xwedî bingeha îdeolojîke neteweya demokratîk ku hemî gelan himbêz bike. Esas yê ku DAIŞ têk bir ev dagirtîbûna îdeolojîk bû. Çek û lojistîka ku di destê artêşa Sûrî û Iraqê de hebû, bi hêza di destên kurdan de ne dihat qiyas kirin jî.
Beşar El-Esed rêvebirina herêmên dibin kontrola xwe de, bi zagon û destûrên bingehîn yên berê didomîne. Li şûna sedem û pirsgirêkên ku Sûriyê xiste vî halî analîz bike û demokrasiyê esas bigre, hîna jî bi zorê li ser herkesî vî sistemî ferz dike. Hêza wî hebayawê êrîşî wan herêmên ne dibin kontrola wê de jî bikra û desthiltdariya xwe bide meşandin. Tu guhertin di hişmendî û feraseta wî ya rêvebirinê de nayê dîtin.
Pêdiviya Sûriyê û tevayî Rojhilata Navîn jî bi demokrasiyê ji nan û avê zêdetir heye. Em bala xwe bidinê tu cudahî di navbera mezhepperstiya Suudî û Îranê de tuneye. Kîjan jî desthilat be wek hevin. Ew ji hêza yekkirin û ferehkirina herêmên azad mehrûmin. Da ku hişmendiya wekî DAIŞ dûbere nebe, pêwîstî bi têkoşîneke îdeolojîk a xurt heye. Niha hêza li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bikare pêşengtiya demokrasiyê bike, rêveberiyên xweser yê rojhilat û bakurê sûrî ne. Gelekî girîng e ku herêmên hatine rizgarkirin nûnertiya ruhê şoreşgerî bike. Pêdivî bi moral û çoşek bilind ya şoreşgerî heye. Li bakurê sûriye avakirina çandeke demokratîk ji bo pêşeroja Rojhilata navîn giringiyeke jiyanî ye. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê ji êrîşên derve, berxwedana gelan şarte. Destkeftiyên şoreşê tenê bi hêza leşkerî ve nayê parastin.
Ji bo ku gelê Bakurê Sûriyê vê yekbûyîna xwe biparêzin, xwe bi xwe rêxistin û rêve bibin, her wiha rêveberiya demokratîk biparêzin, pêwîste destpêkê li hemberî wan tehrîdkirin û dijberiya hev rawestin. Rêvebiriya Demokratîk a Bakurê Sûriyê dizanin ku ew di bin gefên giran de ne. Ku li milekî Tirkiyê ji bo ku êrîşî bike li firsandan digere û ji alîyê din ve jî, rêveberiya Şamê hewil dide ku Rêvebebriya Xweser vala derxîne. Bi taybetî jî da ku Ereban û kurdan ji hev vekşînin û li dijî hev bi karbînin rêbazê neteweperestiyê bi kar tîne.
Perwerdehiya gel li ser nirxên demokrasiyê, divê wekî pêwîstî û pirsgirêkekî hebûn û nebûnê bê dîtin. Divê hemû Rêveberî û , bi rihê seferberiyê, gel li ser ronakbîriyê perwerde û rêxsitin bikin. Em jibîr nekin ku kes nikare gelê rêxistinkirî teslîm bike. Ji bo wê jî çi dibe bila bibe pêwîst û girînge ku şoreşger çanda şoreşgertiyê bide avakirin.





