Ezîz KOYLUOGLÛ
Siyaseta Rûs ya li Sûriyê bi gelek aliyan ve dimeşe. Yek aliyekî wê jî civînên binavê xwe yê berê Astana bû. Civînên Astana xwe li ser wek her sê aliyê wê dibêjin ‘Em yekîtiya axa Sûriyê diparêzin.’ Lê êdî hatiye fam kirin ku rastiya tê jiyan kirin ne wiha ye. Bi taybet têkiliyên Rûs û Tirk her diçe Sûriyê ber biperçebûnê dibe. Li gora agahiyên ji herêmê tên ev demeke dinavbera Tirkiyê û Rûsya de li ser Cisir Şegur girêdayî Idlibê ya dikeve sînor Yayladaga Hatayê û Til Rifetê bazarek heye. Niha ev bazar di çarçova çi de têkirin pir neyê eşkere kirin jî, diyar dibe ku siyasetek nû li ser Sûriyê tê honandin.
Li Sûriyê dewleta Tirk ya dagirker û Rûsya bi du şêwazî perçekirina Sûriyê xistina rojeva xwe. Yekem li ser navê navendê çavdêriyê ku 12 navenda li derdorê Idlibê da çêkirin û niha komên wek El Nusra yê binavê xwe nû Heyet Tahrir Şam yên El Qaîde xistine binparastina xwe. Dewleta Tirk li ser Idlibê bazarek pir alî him bi hêzê Rojavayî û Dewletên Yekbûyî Emerîka re dike, him jî bi Rûsya re li ser radest kirina herêma ji Cerablus heta Efrîn xistiye rojeva xwe.
Balkêşe; ji niha ve dewleta Tirk ya dagirker ji bo Efrîn bi temamî ji Sûriyê cûda bike. Ji bo vê jî dest biçêkirina dîwarek wek niha li ser sînorê xwe yê siyasî kiriye. Dîwarê ku tê gotin wê didestpêkê qasî 70 km be, ji gundê Kîmarê û Meryemînê tê lêkirin. Bitaybet dîwar dinava gundê Cilbirê yê Şêrewa derbas dibe û gelek malên gund hatin rûxandin. Balkêşe dîwar dinava gundê Cilbêrê yê Şêrawa derbas dibe. Ev jî dide xuya kirin li gora peymanek ku sînorê hatiye diyar kirin, dîwar tê lêkirin.
Ev siyaseta dewleta tirk ya dagirker dixwaze dagirkeriya xwe ya li Sûriyê fireh bike. Ku ev dagirkerî xwe dispêre ‘civînên Astana’ ku ev du rojan li peytexta Kazakistan’ê Nursultan têlidarxistin. Wek tê gotin civînên li Astana ne ‘parastina axa Sûriyê’, perçebûna axa Sûriyê ji bo xwe kiriye armanc.
Rûsya ku ev demek li ser dewleta Tirk ya dibin dîktaroriya Erdogan deye dinava xebatek taybet deye. Putîn, Erdogan kiriye zilamê xwe yê dinava NATO de. Pûtîn li ser Erdogan dinava NATO de perçebûnek mezin daye avakirin. Ji bo wê Rûsya amadeye ku li Sûriyê axê bide dewleta Tirk.
Li beramberî vê siyaseta Rûsya û Tirkiyê ya perçekirinê, heta niha ne rejîma Sûriyê ne jî Îran helwestek nîşan nedane. Ev bêdengiya rejîma Sûriyê û Îran tê wateye erê kirina ew siyasetê. Ev siyaseta rêjîma Sûriyê ku ev demeke xwe li gora berjewendiyê Rûsya tevger dike, diçarçova têkiliyên Rûsya û Îsraîl de jî daxuyakirin. Îran herçend bi siyaseta Rûsya ya li Sûriyê nakok be jî, heta niha helwestek cidî li beramberî Rûsya nîşanedaye.
Rûsya ku dixwaze nakokiyên Tirkiyê û hevkarê wê yên NATO zêde bike, dagirkeriya Tirkiyê li ser Sûriyê firehtir, daîmî dike. Ev siyaseta Rûsya ku dirastî de ji gelek aliyan ve dikeve xizmeta siyaseta NATO ya Rojhilata Navîn.
Lê eşkereye ku hesabê Rûsya û dewleta Tirk ya dagirker li ser hesabê gelên Sûriyê ye. Ne ji bo Rûsya ne jî ji bo dewleta Tirk ya dagirker rewşa gelê Sûriyê negirînge. Ji bo wan tişta girîng berjewendiyê wan yên demê ye. Her diçe diyar dibe ku ev berjewendî wê Sûriyê ber biperçebûnekê bibe. Dîwarê dinavbera Efrîn û Şahba tê lêkirin nîşaneya wê ye.





