Evîn HESEN
Cegerxwîn, gelek helbestên ku evîn, evîndarî tê de hene nivîsîne, lê ew evîn û evîndarî di hemû cihan de, ne di heman konteksê de ne û xwedî wateyên cuda ne. Beşek, ji evîna welat pêk tên ku di wan de yara wî welat e û yareke polîtîk e, istbata vê yeke bi piranî dîwanên wî yên di dest pêkê de peyda dibin.
Di gelek helbestên wî yên ku welat yara siyasî ye de, yar weke alegoriya welat hatiye dayîn ku bedena yarê, coxrafyaya welat e û bi vî teşeyî ew beden, bûye bedeneke polîtîk.Bi hezkirin û evîna yarekê hatiye radestkirin û pîrozî lê hatiye barkirin. Ev hemû jî bi bertekên siyasî ne.
Di helbestên weke “Destgirtiya Xortan” û gelek helbestên din de yar, anku jin alegoriya welat in; bedena yarê, weke radestkirina coxrafyaya welat e, rewşa wê jî rewşa welat e. Helbet alegorî tim ne bi beden û rewşa yarê ve girêdayî hatiye kirin. Di helbesta “Serxwebûna Mirîşkan”de alegorî bi rewşa mirîşkan hatiye kirin ku ew jî alegoriya welat e.
Ji bo mijarên ku di nava dibistana neteweyî de dikarin bên nirxandin çiqas ev yek rast e ew mijareke din e, lê ji bo gelek helbestên Cegerxwîn ev yek bi rihetî dikare bê gotin. Di helbestên weke “Ev Çi Dîmûqratî ye?” û “Rewşa Evînê”de ji sedemên ku di van alegoriyan de jin dibin alegoriya welat belkî yek jê ew e ku jin weke welat zeîf e û bêxwedî maye. Çawa di têkiliyeke pêşengan de divê mêr xweditiyê li jinê bike, di şibandina jinê û welat de jî dibe ku heman nêzîkatî hebe.Di helbesta “Şam Şekir e Welat Şêrîntir e” de weke gelek helbestên din rewşa bûkê rewşa welat e. Welat di şibhetê bûkê de hatiye teswîrkirin. Di helbesta ku bi teşbîhên xurt, ji serî û aniyê dest pê dike û birih, zilf, lêv, sîng û berjêr diçe ta ku digihêje “Endamên Laleş” de bedena bûkê û coxrafyaya welêt heman tişt in. Di vê helbestê de bi awayekî balkêş, endama cinsî ya jinê bi endamên Laleş ve hatiye şibandin û bi yekê pîrozî li vê bedena polîtîk hatiye barkirin. Di rêzikên dawî de jî behsa zavayên biyanî yên ser sînga wê dike ku ev yek radestkirina dagirkirina welat e; ne xwediyê bûkê li ser sînga wê ne :
“Welatê min ti wî bûka cihan î
Hemî bax û bihuşt û mêrg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewr î
Gelek şêrîn û rind û pir ciwan î
Serî taca Silaheddînê kurd î
Enî roj e, di birca asîman î
Du birhên te kevanê Rustemê Zal
Du zulfên te ji tîrên qehremanî
Riwê te agirê Zerdeşt û Mezdik
Ji te hêstir şeraba Kamiran î
Du lêvên te kitêba Hacî Qadir
Zimanê te ji benda şêxê Xanî
Çena te gohê Cûd û Şax û Hebler
Qirik eywan û taqa kesrewanî
Di sînga te kitêba Zend Avista
Memik ferfûre tê de neqşên Manî
Du destên te tixûbên Tirk û Îran
Hero ceng e bi tîrên zerveşanî
Ji sînga te bi jêr de gelyê Laleş
Ziyaretgah e bo me her zemanî”
“Herê bûkê pepûkê jar û mestê Li ser sînga te zava man biyanî”





