Mihemed ŞAHÎN
Li ser erdnîgariya cîhanê nêzikî şêst dewletên misilman hene. Mixabin ev şêst dewlet jî di nava dewletên kêm demokrat de cih digrin û hemû bi desthilatdariyên otokratîk tên birêveberin.
Di van dewletan de gelek caran îslama siyasî bi îdaya avakirina pergaleke demokratîk, bi îdaya serwerkirina heq, hiqûq û edaletê hatiye ser kar. Lê tu yek jî bi îdaya xwe ve girêdayî nemaye û demokrasî xurt nekiriye. Piştî bidestxistina desthilatdariyê hemûyan pişta xwe daye demokrasiyê û ketine nava hewldana avakirina otokratîzma xwe ya heq hiqûq û edalet nenas.
Di vî warî de gelek mînak hene, lê ez dixwazim qala mînakên herî zindî û berbiçav Îran û Tirkiyê bikim.
Îran,
Di sala 1953’an de saziya istixbarata Emerîkayê CIA’yê li dijber desthilatdariya partiya marksîst TÛDEH’ê derbe pêk anî û Şah Riza Pehlewî anî ser kar. Pehlewî di bin xizmeta Emerîkayê de bû. Xizaniya gel jêre ne xem bû. Dewlemendiyên Îranê yên ser erd û bin erd hemû xistin bin xizmeta pergala kapitalîst a ku Emerîka jêre pêşengî dike.
Di heman demî de hewldanên tasfiyekirina muxalîfên çepgir jî destpê kir. Rojbiroj zext û zordariyên xwe yên bêpîvan zêde dikir. Girtin, kuştin, qetlîam û mişextî bibûn kirayrên ji rêzê.
Bê guman berxwedan jî hebû. Yên ku li dijber Pehlewî li ber xwe didan di bin pêşengiya TÛDEH’ê de hemû çepgirên Îranê bûn. Bi berxwedanên xwe yên dûvdirêj ên bajêran û bi şerê xweyên gerîla desthilatdariya Pehlewî anîbûn ber têkçûnê.
Îslama Siayasî ya ku dibin pêşengiya Humeynî de xwe birêxistin kiribû wê jî li dijber Pehlewî li berxwe dida. Têkoşîna îslama siyasî jî weke ya çepgiran antîemperyalîst bû. Ji ber ku hezêke wan a mezin tune bû çepgiran ew li dijber xwe weke xeternak nedîtibûn û bi wan re dinava hevkariyê de bûn. Humeynî weke rêberê eniya muxalîf a antîemperyalîst derket pêş.
Piştî têkoşîna gerîlayên Marksîst a dehan salan û berxwedana civakan a berdêl giran di 16’ê çile ya 1979’an de Pehlewî bi tevî malbata xwe ve revî çû Emerîkayê. Di 1’ê Sibata 1979’an de Humeynî ji Fransayê vegeriya Îranê û şoreşa ku civakên Îranê li bendê bû pêk hat.
Çepgir û demokratên ku bi berdêlên giran ji bo şoreşê li berxwe dabûn gelek sivik nêzikê Îslama Siyaysî bibûn û despotiya Humeynî qet hesab nekiribûn. Di nava xefleteke mezin de li benda avabûna pergaleke demokratîk bûn.
Humeynî di peyama xwe ya Newrozê ya 21’ê adara 1980’an de rûpoşa xwe ya demokrasî parêz danî erdê bi awayeke zelal got “di pergala îsalmî ya nû de ji bo entelektuelên çepgir mafê jiyanê tune ye” û peyama tasfiyekirina çepgiran da.
Ji bo tasfiyekirina çepgir û muxalîfan şerê Îran û Iraqê yê sala 1980’yan weke “lutfa xweda” gihîşt hewara Humeynî. Bi hinceta şer hemû mafên civakî hatin binpêkirin. Di zext û zordariyên xweyên dijber muxalîfan de pîvan nasnekirin. Di bin zext û zordariyan de referandûma erêkirina pergala îslamî pêkanîn û bi gel dan erêkirin.
Muxalîfên çepgir bibêbextiyeke mezin re rûbirû mabûn. Şoreşa ku bi destê wan pêk hatibû weke cinawir li wan vegeriya bû. Careke din kuştin, mişextî û zindan bibûn para wan. Di nava 4-5 salî de çepgirên ku bi têkoşîna xwe rê li şoreşê vekiribûn hemû hatin tasfiyekirin. Bi deh hezaran muxalîf hatin qetilkirin, bi deh hezaran di zîndanande rizîyan, bi sed hezaran muxalîf derketin derveyê welat. Îro li Îranê yek sazî û rêxistineke çepgir û muxalîf tune ye.
Tirkiye,
Li Îranê zilm û zordariya Pehlewî hebû li Tirkiyê jî zilm û zordariya hişmendiya Kemalîst hebû. Çepgir û Îslamîstên Tirkiyê jî di bin zilm û zordariya hişmendiya kemalîst de bêzar bibûn. Erdogan bi îdaya tunekirina zilm û zordariya hişmendiya kemalîst û avakirina pergaleke demokratîk derket pêş. Beşek çepgiran, hemû lîberal û demokratan baweriya xwe bi demokratîkbûna Erdogan anîn û piştgiriya wî kirin. Bi saya piştgiriya wan di sala 2002’yan de di bin pêşengiya Erdogan de Îslama Siyasî bû desthilatdar.
Di çend salên ewilînên ku hêj pergala dewletê bi temamî zeft nekirbû Erdogan her tim qala demokrasiyê dikir. Lê her ku desthilatdariya xwe xurt dikir ewqasî ji demokrasiyê dûr diket. Wê pêvajoyê hetanî hewla derbeyê ya ku di 15’ê tîrimeha 2016’an de weke “lutfa xweda” ji Erdogan re hat berdewam kir.
Keysperest her tim li benda keysê ne. Hewla derbeyê ji bo tasfiyekirina muxalîfan û avakirina desthilatdariya otokratîk fersendeke mezin bû. Erdoganê keysperest hetanî dawiyê ev fersend ji bo xwe bikar anî. Keysperestiya xwe bi serkeftina referandûma 16’ê avrêl a 2017’an tacîdar kir. Piştî ku di wê referandûmê de destûra bingehîn hat guhertin û desthilatdariya Erdogan a yek kesî mîsoger bû êdî pêdiviya wî bi demokrasiyê nema.
Sazî û rêxistinên muxalîf hemû yek bi yek hatin tasfiyekirin, bi sedhezaran muxalîf avêtin zîndanan. Rewşenbîrên çepgir, demokrat û lîberalên ku bi piştgiriya xwe rê li desthilatdariya Erdogan vekiribûn an di zîndanan de ne, yan jî reviyane derveyê welêt.
Helwestên hikumeta AKP’ê yên piştî hilbijartinên 31’ê adarê nîşan didin ku êdî hilbijartin bêwate ne û dibe ku hilbijartin careke din qet pêkneyin.
Êrîşa ku li dijî Kiliçdaroglu pêk hat jibo dahatûya Tirkiyê û ji bo fêmkirina asta faşîzma AKP-MHP’ê daneyên gelek girîng di xwe de dihewîne. Peyameke gelek girîng dide me. Heke civakên Tirkiyê li hember faşizma AKP-MHP’ê bêdeng bimînin wê firqa Tirkiyê û Îranê jihevûdu nemîne.
Di şexsê Erdogan de careke din mîsoger bû ku îslama siyasî û demokrasî tu carî bihevre nameşin. Ji bo îslama siyasî demokrasî tenê amûreke bidestxistina desthilatdariyê ye.





