Hozan SEYÎDXAN
Ji sed salan û virve metirsîna kurdan ya herî mezin qirkirina nirxan û çande. Her çuqasî şoreş serketin a siyasî bidest bixe jî,eger ji xwere tekoşîna çand û hunerê bingeh negire,bi têkçuyînan re rû be rû bimîne. Ji ber vê pêwîste tekoşîna azadiyê tekoşîna çand û hunerê esas bigire rojeva xwe. Ji ber ku valatiyên di qada çand û hunerê de rê li ber bandora jiyana modernîte ya kapîtalîst û çanda populer re, rê vedike. Ev yeka jî dibe sedema talankirin û helandinê. Ji ber vê egerê, rêber APO dibêje“Ji çandê qutbûn ji kokên xwe û xwebûnê qut bûne.“Ji xwe hunermend ji bo ji vê rastiyê re bibe bersiv têdikoşe. Civakê zindî dihêle.Afirandekik (Eser) ku di çanda gel de bibe kevneşop (mîrat),ew afirandeka jî mayînde dihêle
Hunermendên ku rastiya gel di hest,raman û di dilê xwe de hîs dikin û dijîn, afirînere, liser rastiyan sift dibe. Di stran û di afirandina berhemê xwe de heqîqeta gel tînine ziman.
Yên ji bo azadiyê dikevin rê, xwe bi zanist û ramanên şoreşê areste dikin. Ew baş dizanin çawa bikarin rê û rêbaza bi cîkirina amurên tekoşînê bikar bînin. Loma naveroka hunera wan tuje wesif û hêvîne. Bandorê liser hest û ramana gel dike. Gel jî ji hunermendên wiha jêhatî û xwedîyê rêgeze hezdikin.
Hunermendên ku berwvajî vê heqîqetê bin, wê nikaribin xwe ji afirandina çand ya rojane ya xerckirinê bidur bixe.
Hunermend Sefqan(Celal Ercan) di zanabûna van heqîqeta de kete rê.Wî jan û zilma ku gelê kurd kisandiye baş dizanî. Di heman demê de wê çawa bi kîjan rê û rêbazê ji êş û azarên gel re bibe bersiv,wî jî baş dizanî. Ji ber ku hunermend Seqkan xwe baş ji bîrdozî û ramana tekoşîna azadiyê areste kiribû. Hunermend sefqan ji stranbêjik ji rêzê wêdetir, ew hunermendek zane û pêşeng bû.
Di mercên herî dijwar ên salên 80 de, ku liser gelê kurd zilm, zor, qedaxe û îşkence ya herî dijwar di asta herî jor de dihate kirin, hunermend sefqan erkek pîroz hilgirte ser milên xwe. Armanc ji wê erkê ew bû, rê liber biyanîbûyînê, asîmîlasyonê û dejenerebûyînê bê girtin û xebatên çand û hunerê bêne pêşdexistin û rêxistinkirin.
Hunermend sefqan di encama xebatên birêve dibir, ji damezrandina HUNERKOM (Saziya çand û Hunerê) re pêşengtî kir. Ji bo ji deng û qêrîna tekoşînê re bibe bersiv ji stranbêjên kurd, KOMA BERXWEDAN sazkir. Rê ya afirandina hunera rast nîşanî hunermendan kir.Wan fêrî girîngiya tekoşîna hunerê kir. Ji hunermendên kurd re rê nîşanî kir. Ji xwe hunermend sefqan di stranên xwede van rastiya baş anîne ziman. Ji naveroka stranên wî jî diyare wesif û pesnê gêrîla, lehengîtî,şehîd û nirxên şoreşê baş nirxandine.
Hunermend sefqan ji bilî afirandina hunera şoreşgerî pêve,qed berê xwe neda populîzmê.Tu caran tenezûlî çand û hunera rojane ya kêfê nekir.Di vê qada çand û hunerê de berjewendiyên gel û tekoşînê di ser hemû tuştîre girte destan.
Hunermend sefkan ji ber wê sekna wî ya rast ji dîroka şehadeta wî ta îroj bi stran û dengê xwe yê xweş di dilê gelê me de û yê nifşande zindî dijî.
Belê,di pêvajoya tekoşînê ya 40 salan de bi dehan hunermendên şoreşger,yê wek Alî Temel, Hogir, Ebdulmelîk,Salihê Dêrikî, Xebatê ji Tirbespiyê, gelek endamên Koma Agirî ji Efrînê, Serhat,çiya, Sarya,Yekta, Baran, Xelîl Dax, Delîla û gelekîdin, ji wan stranbêj, muzîkjen, şanoger, govendger, şêwekar û sînema van ji hunermendîtiya şoreşger ya şehîd sefqan û şehîd mizgîn fêz girtin. ji xwere doz û rêya wan esas girtin.Her yek ji wan li duv xwe berhemên bi nirx û bîranînê pîroz hiştin. Bûne şahidê qehremantiyên ku bi tekoşînê liser ax û çiya yên welatê me yê pîroz hatine afirandin. Ewin sedemkarê damezrandin û sazkirina Hunerkoman. Pêwiste îro hunermendên kurd li hemberê van nirxan xwediyê seknekî rast be, bibin temsîlkarê afirandina hunera şoreşger. Îro eger em hene û xwediyê hêzin bi saya wan hunermendên şoreşger ên şehîdin. Careke din di kesayeta şehîd sefqan û şehîd Mizgîn de hemû hunermendên şehîd bibîrtînim. Ew bûn wijdanê civakê. Ew bê mirinin..





