Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Agir Bi Dilê Frense Ket

22/04/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ol û Civak -2-
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Di 15 Nîsana 2019 an de Katedrala kevnar Notre Dame ya li paytextê Frense Parîsê şewitî. Notre Dame di nava Parîsê de dimîne û ji sembolên bajêr yên herî kevin yek ji ev Katedrale. Katedral hemî neşewitî. Lê behrek mezin jê bî xwelî! Notre Dame, Li Parîsê ji cî yên kû herî zêde mêvan diçin serdanê yek ji ewe. Li gor hesaba 13 milyon mirov salê diçin serdana vê Katedralê. Notre Dame, ji sala 1979 an ve ketiye di lîsta UNESCO yê ya Mîratê Çanda Cîhanê de. Ka em berê xwe bidin kurte çîroka vê kevnarê. Di sala 1163 an de, di dewrê qralê Frense Ludwîgê VII an de dest bi çêkirina Notre Dame hatiye kirin. 200 salan li çêkirina vê Katedralê hatiye dayîn. Destpê kirina vî cî yê kû ji bo alema Xiristiyan a Katolîk pîroz, di serdema derbas bûyîna ji stîla mîmarî ya romanesk ber bi terzê gotîk ve ye. Notre Dame, lotkeya terzê mîmarî yê gotîk e. Dirêjiya wê 130, firehiya wê 48 mitroye û xwediyê du stûnên 69 mitro bilind yên ji alavên bi qîmet hatiye çêkirine. Di sedsala 13 an de ji bo sembola yekitiya dêrê û monarşiya Frense, galeriya qraliyetê danîne li ser bedena wê. Di nava vê galeriyê de 28 fîgûr hene û ev ji Yehûda û qralan sembolîze dike. Katedral di sala 1793 an de, di demê şoreşa Frense de tê talan kirin. Di sedsala 19 an de Notre Dame, di pêşengiya mîmar Eugène Vollet-le-Duc de tê restore kirin û ji kavil bûyînê derdikeve. Di vê restorasyonê de Galerie des Chimèras (Galeriya Mezin) lê tê zêde kirin. Dîroka zengilên vê Katedralê ji xwe li sedsala 12 an dide. Dibêjin ji beriya şoreşa Frense di Katedralê de 20 zengil hebîn. Zengilê herî mezin û heya îro mayî navê wî Emmanûel e û 13 tone. Zengil di sala 1685 an de tê çêkirin. Dibêjin jinên wê heyamê zênetên xwe avêtine di nav metalî de û zengilî rengê xwe ji wan zênetan girtiye. Ev zengil tenê di rojên teybet de lê dide. Li du baskên Katedralê kulekên gul hene. Ev kulek ji bi rengê xwe di Katedralê de bale dikişînin. Di dîroka vê Katedralê de du merasimên tac danîna li ser serê qralan çêbûne. Di sala 1431 an de qralê Ingilîz Henry yê VI an, hêj 10 salî, di vê Katedralê de tacê datînin li ser serê wî. Ev ji dibe sedemê şerê sedsalan di nava Frense û Ingilîstanê de. Di sala 1804 an de ji Napolyon xwe weke Împaratorê Frense nav dide û taca xwe li pêş çavên Papa ve datîne li ser serê xwe. Dibêjin ev demeke dirêje Katedral ji bo dawet, waftîz, term rakirinê nehatiye şixwilandin. Tenê ji bo ayînên pîroz tê şixwilandin.
Nivîskarê Frensizî yê navdar Vîktor Hûgo, di sala 1831 an de romana xwe ya bi navê Notre Dame a Parîsê dinivîse. Bi saya serê vê romanê Katedrala Notre Dame bi nav û dengtir dibe. Ev roman evîndariya Quasîmodo yê Qof ya li Esmeralda yê dide vedibêje. Di vê romanê de Quasîmodo ji ser vê Katedralê berê xwe dide xir û cir û bûyerên li bajêr de dibine. Belê, kevnareka hezar sale di nava 5 deqan de ma di nava pêta agirî de û xwisarek mezin dît. Ji bo restore kirina vê Katedralê hêj niha bi milyonan euro hatine kom kirin. Lê restorasyon dibe kû xwe li sed salan bide. Her çend Notre Dame şewitî be ji, lê evîna Quasîmodo hêj li Parîsê dijî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.