Medeni FERHO
Dema lîdertî bi zanistê re bû yek, estetîzekirina jiyanê hêsan dibe û civaka rewşenbîr- feylesof dikare were afirandin. Hingî gel, dibe çalekgerê hişmendiya aktîf.
Dijminê gelê Kurd harin û heta ji wan hatiye gelê Kurd apolîtîk kirine, ji hişmend û hewn (bîr) gîriyê dûr kiriye. Ev jî nîre faşîzmê (proto) ye û bi motîfên teolojîk jî dagirtî ye. Encam jî, drama trajîk e.
Bingeha felsefeya Birêz Ocalan, li ser drama trajîk ya gelê Kurd hate avakirin, lê bi bîrdoziyek alternatif derkete arêna siyasî ya cîhanê. Bi awirek rewşenbîrî, di pratîze kirina felsefê de riyek vekir. Di jiyana pirrengiya xwezayî de, nîgarkêşiya xwezahiya dîrokê kir.
Li ser dîtînên Ocalan, di 20 Nîsanê de, li Zanîngeha Bruksel VUBê konferansek hate pêkanîn. Zanîngeha “Vrije Universiteit Brussel-VUB – Zaningeha Azad ya Bruksel”, di sala 1834an de, hatiye damezrandin, di nava zanîngehên bijarte yên cîhanê de cih digire.
Li zanîngehek wiha pêkanîna konferansa li ser “bîr û ramanê” Ocalan giring bû. Konferans, ji aliyê KNKê ve, bi desteka Enstituya Kurd ya Brukselê hate amade kirin. Panelîst: Siyastemedar–hiquqzan Zubeyir Aydar, nunerê Suryanî-Keldaniyan Numan Ugur, rojnamevan Reşad Sorgul, akademisyen-hiquqzanê navdewletî Osman Îsmaîl, dîrokzan û sosyolog Munewer Azîzoglu-Bazan, rojnamevan Salah Abasî, Feylesof û sosyolog Yusif Xalidî, Lêkolîner Rojda Yildirim bûn.
Hejmara panelîstan zêde bû, dema wan kin bû, lê di dema pirs, têbînî û bersivan de, ew valahî hate dagirtin. Bîr û ramanê Ocalan, di akademiyên seyar, yên Kurdan li Ewropa, li Çiyan, di civînên perwerdehiyan de, gelek caran hatin axaftin û hatin nirxandin. Lê yekemîn car e, bi avayekî akademîk, di nava şimûliya Kurdan de hate axaftin û nîqaş kirin.
Xaleke giring, cûdakirina felsefeya Ocalan, ji gelek feylesofên ku damxeya xwe li dîrokê dane bû. Panelîst Salah Abasî, dazanîn ku felsefeya Ocalan, ji felsefeya feylesofên cîhanê cûda ye û mînaka hişmendiya santralîst ya Lenîn da. Dîtîn û ramanê Ocalan weke parçekirina hiş û ramanê santralîze daxuyakirin. Ligel Abbasî, hemû panalîstan, destnîşan kirin ku, felsefeya Ocalan; “gelê demokratîk, siyaseta demokratîk, desturnameya demokratîk, konfederalîzma dibin kontrola civakan û reveberiya herêmî de”, di paşerojan de, di rewşek cîhanşimûlî de, wê di zanîngeh û akademiyan de were xwendin.
Îro, di eniyên rewşenbîrî û intelektuelî de tê nîqaş kirin, di paşerojan de, di anfiyên zanîngehan de, wek tez û bîredozek alternatif û li dijî “negative diyalektîkê”, wek “pozîtîf diyalektîkê” were xwendîn.
Panelîst Reşad Sorgul, hemberî ku rojnamevan bû, axaftinek akademîk kir. Di nîqaş û pirsên runiştinê de, di kulîsên derve de eşkere bû, ku her kesî hêvî dikir ku Reşad Sorgul, zimanê akademîk û zimanê rojnamevaniyê têkildarî hev bikar bîne.
Munewer Azîzoglu, riya akademîk, di aliyê destnîşankirina girafîkan de bikar anî. Ev jî ji bo paşerojan, bû destnîşankirina nuansek cûda.
Di kulîsan de, Derwêş Ferho bal kişande ser, serdema naziyan û got: Dema ku rewşenbîr, zanist û feylesofên Elmanî, ji ber naziyan reviyan: Rewşenbîr û zanistên li dora Enstituya Elmanya, li Cinev, New York, London û Parîsê, baskên enstituyê vekirin û têkoşîna fikir û ramanî, li dijî naziyan meşandin. Kurd, dereng jî be, di aliyê hiş û raman de, gavên giring diavêjin. Ev konferans jî yek ji wan e.
Di konferansê de, eşkere bû ku, li hemberî “krîza sîstemê û neçariya liberalî”, dîtin û ramanê Ocalan, alternatîfa “konsepta jiyanê” ye. Derkete hole ku ji bilî “lêgerîna rastiyê”, ti riyên din nînin; lêgerîna restiyê nebe, felsefeya îdealîst encamê nade.
Konferansa 20 Nîsanê serketî bû û da xuyakirin ku, pêr ne weke pitirpêr e, doh, ne weke pêr e, sibe jî wê ne weke îro be… Zemtkirina zimanê diyalektîka babetan, nirxandina dabaşan jî xurtir bûye.





