Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana efrînê cewherê şoreşê ye

19/04/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Zêdeyî salekê ye gelê Efrînê di nav çadirên derbiderbûnê û kavilên bermahiyên çeteyan li Şehbayê li ber xwe dide. Zêdeyî salekê ye û gelê Efrînê bê navber li hemberî dagirkeriyê li ser piyan e. Bi çalakî û sekna xwe ya sade rê li ber plangeriyên tên rêsandin girtiye û li hemberî niyetên neyar û dagirkeran fena striyekê di nîva rê de veçikandiye. Çawa ku gelê Efrînê di yekemîn qonaxa Berxwedana Serdemê de bi îradeya xwe ya serbixwe li ber xwe da, îro jî di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de bi heman vînê li ber xwe dide. Ne gotinên înşa û nivîsandina mijarekê ne, ancax mirov bi çavên xwe bibîne ta ku hîs bike.

Bi qasî berxwedaniya gelê Efrînê faşîzm û welatên komploger di nava hewldanên têkbirin û ji nav birina vê vînê de ne. Perelelî van hewldanan û di çarçoveya heman komploya navneteweyî de, di şexsê Efrînê de hemû nirxên kurdan bin pê dikin. Armanca wan jî ew e; vîna ku bi sekna Efrîniyan li Şehbayê xwe daye der bişikînin û enerjiya rizgariyê rawestînin. Têkoşîna gelê Kurd wan ditirsîne û dekdolabên wan jî ji nav dibe. Ji ber vê jî bi şev û roj, bê navber êrişên xwe ranawestînin.

Pêwîste mirov li berxwedana Efrînê tenê bi qasî ku têkoşînek ji bo rizgarkirina Efrînê nenihêre. Çawa ku dagirkeriya faşîzma Tirk dagirkirina Efrînê weke kilîta pêkanîna xeyalên xwe yên misaqa millî bi nav kir, her wiha berxwedana ku niha di şexsê Efrînê de têye birêvebirin têkbirina van xeyalên osmancîtiya nûjen e. Di heman demê de ev berxwedan li hemberî plangeriyên hêzên hegemon ên mîna Rûsya û Amerîka û pêşbirka hêzê û serweriyê ya hêzên herêmî û navdewletî, mîna sûrekî bilind û asteng bûye. Ji ber vê xisûs û taybetmendiya duyemîn qonaxa Berxwedana Serdemê asta êriş û plangeriyan jî zêde bûye. Ya herî ber bi çav jî ku hîna li Efrînê dest pê kiribû, têkiliya diru ya dewleta Rûsa bi contaya Tirk re ye. Jixwe li ser esasê lihevkirin û peymanên eşkere yên Astana û Sûtişiyê dagirkerî pêk hat. Bê guman rizamendiyek navdewletî li paş vê itîfaqa dualî jî hebû. Helwestên ku di pêvajoya yekemîn qonaxa Berxwedana Serdemê de derketine, vê têgihaştina me piştrast dike. Tabî tişta ku em dibêjin beşek rastiyê ye. Rastî hemû jî girêdayî berxwedana topiyakûn û têkoşîna mafdar a gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Eger bi çavekî neteweyî û welatparêz li berxwedan efrîniyan neyê nihêrandin, mirov nikare mane bide têkoşîna li beşên dîtir ên Kurdistanê. Ne jî dikare aliyê civakî de hişmendî û eqlekî giştî ava bike. Bi nêzîkatiyên seranser wê civak di çarçoveya restorekirina çalekê û qîrkirina riyekê de xetimandî bimîne. Ango li şûna avakirina têgihaştineke welatperwer wê civak kembera xwe ya parastina ideolojîk ji dest bide û wê rûbirûyî neo-lîberalîzmeke feudal bi tena xwe bimîne. Ev jî tê wê maneyê ku; civak bi xwe vîna xwe radest bike. Ji bo rêgirtina li ber vê keraseta hişmendî, erka sereke li ser pişta ronakbîr, rewşenbîr, rojnamevan û birêvebirên civakê ye. Eger ew jî di nava vê xefkê de fetisî bin, tekez wê bi vê helwest û sekna xwe ya dûrî welatparêziyê bibin bingeha ji nav birina hemû destkeftiyan. Ji ber vê jî xwedîderkerina li berxwedana Efrînê erkekî welatparêzî û dozeke navendî ya neteweyî ye. Têgihaştina cewherê berxwedana Efrînê, têgihaştina rastiya şoreşa Rojava ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.