Ezîz KOYLUOGLÛ
Ev demeke navê êrîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk bûye ‘herêma bi ewle’. Niha ji bo ev dagirkeriyê pêk bîne bi DYE re ketiye nava bazaran. Ev çend roj ji civîna aborî ya dinavbera Emerîka û Tirkiyê de ji wezîrê parastina Tirkiyê bigre heta wezîrê aborî gelek kes li Emerîka bû. Di wan civîna de tişta di ragihandinê de derket pêş gelek mijarên nakok yên her dû alî hatine nîqaş kirin. Dewleta Tirk ya dibin dîktatoriya Erdogan’de ye, bi hevkarê yê 65 sala Emerîka re li ser hesabê Rûsya nakokiyên cidî jiyan dike.
Bingeha nakokiyan ya Emerîka û Tirkiyê, siyaseta Erdogan ya dagirkeriyê ye. Erdogan ê demeke dixwaze peymana Lozanê xerab bike û bitaybet Iraq û Sûriyê dagir bike. Ji ber ev siyaseta xwe bi hêzên cîhanî re ketiye nava nakokiyan. DYE ji siyaseta dewleta Tirk ya dagirkeriya herêmê xistiye rojeva xwe, bigumane. Li beramberê wê Rûsya ji bo nakokiyên Tirkiyê û Emerîka kûr bike, bi destûr rê dide dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser herêmên Kurdî. Li gora Rûsya, Tirkiyê nikare herêmê Kurdî demek dirêj didestê xwe bigre, lê dizane ku rêdana dagirkeriya dewleta Tirk ya bidûstûr, nakokiyên Tirkiyê û Emerîka kûrtir dike. Rûsya li ser vê nakokiyê her diçe Tirkiyê nêzîkî siyaseta xwe dike.
Ev demek grûbek dinava Dewletê Yekbûyî Emerîka jî dixwaze wek Rûsya tevbigere û bi wek Rûsya çewa dike bidestûr û bisînor rê bide dewleta Tirk, hinek cihê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Li gora vê grûbê ger bidestûr rê bidin dewleta Tirk hinek herêma dagir bike, wê Tirkiyê siyaseta xwe ya heta niha bi Rûsya re ava kiriye lewaz bike. Bi taybet dimijara S-400, xeta xaza xwezayî ya Tirk Akim û hwd. Xuya dibe ku ev hedefa Emerîka dibe ku li herêmê nakokiyan zêde bike û şerek nû li herêmê derxe. Ger şereke wiha derkeve diyare wê ji bin serweriya wê namîne û dibe ku li herêmek fireh belav bibe. Çinkî di zîhniyeta gelê herêmê dema tê gotin tenê êş û kuştin tê bîra mirovan.
Divê ez livir rastiyekî li ser dagirkeriya dewlet Tirk ya li ser herêmên Kurdî yên li Sûriyê bêjim ku, dervî grûbên radîkal, DAIŞ, Cephet El Nusra û yên wek kes hebûna dewleta Tirk li Sûriyê naxwaz e. Gelê Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen bi yek dengî dibêjin em dagirkeriya dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê naxwazin. Ev rastiya ku di navbera 1914-1923`yan de Osmanî li dijî Ermen û Suryan de komkujiyên der mirovî pêk anîn. Di encam de milyonek û 500 hezar kes ji her du pêkhateyên Ermen û Suryan yan koçber bûn yan jî hatin kuştin. Dewleta Tirk ya dibin destê Ataturk ve û lihevkirina 1926`an heya niha dagirkeriya Tirk hovantirîn sûcan der heqê kurdan de pêk anîn.
Dagirkeriya Tirkan li ser erda Erebî ya 400 salî de gelê Ereb êşekî mezin jiyan kirin. Gelek komkujî der heqê wan de pêk hatin ji komkujiya Necdê sala 1818`an bigire heya komkujiya Bexdayî 1831`an, komkujiyên der heqê Şîa li Iraqê. Piştre komkujiyên Lubnanê ji 1841 heya 1860`î li navçeyên Hasîba, Şûf, Metin û zêdetirî 82 hezar Lubnanî bûn qurban. Komkujiyan li dijî êla El-Miwecde li bajarokê Kerik ê Urdunê û kuştina wan bi hovantirîn şêwazan. Koçberkirina şêniyên El-Medîna El-Munewera Sefer Berlik sala 1917`an. Gelên Ereb di dîroka xwe ya bi Tirkan re bi dehan komkujiyan re rû birû hatin.
Gelê herêmê dewleta Tirk wek dewletek dagirker dibîn e. Ji bo wê jî hebûna dewleta Tirk bitaybet li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê qebûl nake. Divê Dewletê Yekbûyî Emerîka jî şaştiyek wiha neke ku, dewleta Tirk dibin siya Emerîka ve ev herêma dagir bike. Berovajî vê wek hatiye lihevkirin parastina sînoran diçarçova êrîşkariya dewleta Tirk bêrawestin be.





