Qasim ENGÎN
Em hemû di nava pergala dewletgerî de mezin bûn, me di dibistanên dewletan de xwendiye an jî jiyaye. Bi gotinek din, dewletan heşmendiya xwe di kesatiya me de avakiriye. Bi vî awayî dewletan hiştiye ku em bi şêweyekê hêşmendiya wan bijîn.
Dewlet forma herî bilind ya desthilatî ango deshilatî saziya dewletê de xwe pir bi xûrtî rêxistin kiriye. Bedena desthilatdarî, dewlet e.
Dewlet û desthilatdarî, mekanizma dest danîna ser nirxên civakê ye. Dewlet ji civakê re xeteriyek gelek mezine. Ruxmî ku dize, xwe wek parêzvanek civakê; ruxmî ku hêza destwerdanê ye, xwe wek hêza ku civak jê dûr nekeve, dêwek mêtinê ye lê xwe wek hêza parveker, ruxmî ku xwezaya civakê perçe dike, xwe wek hêza nîzama civakê nîşan dide.
Bi gotina Frîedrîch Nîetzche; ”Ew cinawirê herî cinawire.”
Dewlet dema xwe avakiriye, di kesayatiya kesên ku wê afirandiye de jî xwe dide avakirin û jîn. Dewlet avakirine, bi şêweyekê xwe di me de didin jiyandin. Derbarê vê de Rêber APO ji bo zilamên ango mêrên malê re, gotina Împaratorê biçûk kar aniye. Împaratorê biçûk di cewherê xwe de marketa biçûk yê împaratorê mezin e. Ger dewletek- desthilatdariyek vê rastiyê di tevahî xûlamên xwe de nade avakirin, nikare xwe li ser piyan bigire. Ev xapandinek ewqas mezin e ku, zilamê malê ruxmî ku xûlamê împarator û dewletê ye, xwe wek zilamek azad heta împaratorê biçûk dibîne. Xwe di kesayetiyan de avakirin an jî xisleta dewletê di kesan de dane rûnişkandin tam jî ev rastiye.
Em dirêj nekin, îro di Rojava de şoreşek bi rêve diçe. Kî dikare bêje ku hemû tişt li gora felsefa Rêber APO ne? Ruxmî ku hemû şoreşgerên Rojava û heta Bakûrê Rojhilatê Surî xwe wek şopdarên felsefa Rêber APO dibînin, ev wiha ye.
Hişmendiya ku dewletên mêtinger û pergala kapîtalîst modernîst di me de avakirine bi şêweyekê –di niyetan de em dijî wan jî bibin- xwe di xebatên me, di peywendiyên me bi civakê re û her wiha di meş û fikrên me de xwe didin jîn.
Bêguman ev li ser şêweya; siyasetê me, şerê me, aboriya me, tendurustiya me, li ser meşandina şaredariyên me û heta li ser şêweyê rêveberiya me jî bi bandor e. Heta caran ewqas bi bandore ku, tiştên ku tên kirin, tên jîn, tên fikrandin bi yên Rêber APO re bi nakokin.
Evane gelek caran bi niyetan ve ne girêdayînin. Gelek caran bi tam ne naskirina felsefa Rêber APO re, bi kesayetiya me ya seraser ve jî girêdayî dibin. Di encam de nakokî bi felsefa Rêber APO re henin. Bêguman gelek tiştên baş jî hatine kirin û hêna jî tên kirine. Lê rastî ew e ku, tiştên ne li rê jî henin.
Gelo hêza herî xûrt û bi bandor ya ku bikaribe şaşitiyên ku tên jîn, kî dikare rast bike?
Kî dikare, bibe hêza ango mekanîzma kontrolê?
Kî dikare xwe bike vîcdanê şoreşa Rojava?
Bersiv; Hêza herî bi bandor û xûrt ew civaka ku xwe bi raman û zimanê Rêber APO avakiriye.
Ger em xwe wek endamekê/î şoreşê dibînin, wê demê pêwîste em xwe li ber şoreşê jî berpirsiyar bibînin. Yek ji berpirsiyariya me parezvantiya şoreşê jî ew e ku, li hember tiştên ku şaş rêvediçin rexne bikin, û herkesî dawetî van rastiyan bikin e!





