Zekî BEDRAN
Rûsya dixwaze çi bike? Ewqes hevdîtinên Erdogan bi Rûsya yê re ne nîşaneya xêrê ye. Bawerî bi nêzîkatiyên Rûsya yê menfatçî û oportonîst ve nayê anîn. Tu vekirîbûnek û demokrasiyeke ku bi rêk û pêk di rastiya Rûsya yê de tuneye. Di dilxwe de digot ewê Tirkiye alîkariya xwe ya ji çeteyan re di Idlibê de rawestanda, Rûsya û rêjîm jî ewê sozên xwe yê ji Tirkiye re daye pêkbanîba. Lê Erdogan bi Putîn re hevdîtinan pêk tîne û her pirsgirêkê talok dike.
Rûsya, berê Tirkî dida rojhilatê Firatê. Tirkiye dijminê kurda ye. Tevayî barzarên wê û tawîzên wê di ser kurda re ye. Rûsya jî ev yek ji bo berjewendiyê xwe bi kar di anî. Niha jî dîtin bê Tirkiye çiqase bi xetere. Di vê mijarê de ne ku bê agahî bûn ji rastiya Tirkiye yê. Lê Rûsya meseleya Sûrî û yekîtiya axa wê weke meseleke xwe ya sereke nabîne. Efrîn jî axa Sûrî bû, lê Rûsya ew ji Tirkiye re pêşkêş kir. Bab û Cerablus jî axa Sûrî ye. Tirkiye çawa ku hîn ji van deran derneketiye, ji bo ku herêmên nu jî dagir bike bi Rûsan re hevdîtin û bazariyan dike. Hukumeta Sûrye yê jî çi difikire ji bo Rûsya yê ewqes ne giringe. Jiber ku rêjîm zayif ketiye û ruxmî Rûsya yê nikare bibe xwedî helwest û siyasetê diyar bike.
Hêzên Sûrî beşeke giring ji axên xwe yê rojhilat û bakur di destê xwe de digre. Herêmên xwe ji DAIŞ’ê paqij kirin. Rêveberiyên Demokratîk ava kirin. Tevayî gel, ol û çand qabiliyetên xwe yê li gel hav jiyankirinê dan nîşandan. Ev ji bo Rojhilata Navîn firset û mînakeke pir başe. Ger rêjîm bi vana re li hev bike û aşîtiyê pêk bîne, ewê bikaribe hevgirtina beşeke mezin ji axa Sûrî jî biparêze. Tenê Idlib û herêmên ku di bin dagirkeriya Tirkiye yê de ne, dimîne. Lê dema ku civakeke Sûrî ya yekkirî be, ewê ji bo derxistina dagirkerên biyanî jî zehemtiyan nekêşe. Wê hêzeke wiha derkeve holê. Li şûna ku Rûsya ji bo vê yekê bixebite, bibe navberkarî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, bi Erdoganê ku qirîzê kûr dike û hewild dide ku şer têxe bakurê Sûriye yê re dikeve nava bazariyên bi dizî de.
Tevayî çavdêr şîrove dikin ku Tirkiye hewil dide êrîşî bakurê Sûrî bike, Rûsya yê jî ji bo vê yekê îqna bike û destekê jê bigre. Ji xwe Tirkiye pêwîstî nabîne ku niyeta xwe ya êrîşkirinê veşêre. Ji bilî vê ji xwe hewil dide ku DYE jî îqna bike û ji bo dagirkirinê astengiyan ji holê rabike. Li beremberî hewildayînên Tirkiye yê dagirkirinê Rûsya hîn helwestek zelal ne girtiye û tu daxuyanî jî nedaye. Bi qasî ku bikaribe hewil dide ku tawîzan ji tirkiye bigre û li gorî berjewendiyên xwe jê fayde bibîne. Pir vekiriye ku ev helwesta Rûsya yê bawerî nade.
Rûsya ji rêveberiyên bakurê Sûrî neqşe rê xwest. Ewê di dil xwe de bi rêveberiyên Esed re hevdîtinan bikra û navberkarî ji bo çareseriyê bikra. Lê di hevdîtinan de tu pêşketin ne da xuya kirin. Berovajî vê bi Tirkiye re her ku diçe hevdîtinên wê zêdetir dibe. Qalbikî pêşniyariyên çareseriyê yê bakurê Sûrî pir maqulaneye. Sûriyeke demokratîk dihate xwestin. Rûsya bi xwe jî federasyone. Herêmên yan jî rêveberiyên xweser Sûrî parçe nake berovajî dike yek û bi hêz dike. Piştî DAIŞ’ê hîn zêdetir lez da pêvajoya siyasî. Rûsya li şûna ku vê pêvajoyê binirxîne û bala xwe hîn zêdetir bide ser çareseriyê, weke ku qet haya xwe ji pêvajoyê û derfetên heyî nîne tevdigere. Li şûna vê bi Erdogan re hewil dide ku hin tiştan bi mixmixîne. Erdogan jî cihên ku dagir kiriye weke ku axên Tirkiye ye bi rêve dibe û bi rêxistin dike. Tevayî çeteyan li derdora xwe kom dike û ji bo her keseke bûyîna çavkaniya xeteriyê didomîne. Ji bo dana sekinandina Tirkiye yê û dûrxistina wê ji Sûriye yê, pêwîst dikir ku herî zêde Rûsya xwediyê vê hewildanê ba. Li gorî prensîba Rûsya yê pêwîst dikir ku bi vî rengî tevbigeriya ya.
Zehmetiyên Rûsya yê heye, ev nayê înkar kirin. Welatên Ewrûpayê mijûl dibin ku Îran û Rûsya yê zayif bixin û Sûriye yê ji wan re nehêlin. Ermancên wan yê ku dawî li rêveberiya Esed jî bînin heye. Tirkiye jî ne ji derveyî vê pîlansaziyê ye. Bi qasî ku Rûsya li dijî vê pîlanê ye pêwîst dikir ku Tirkiye ji derveyî Sûriye yê bigirta, lê ew li gorî vê yekê jî nêzîk nabe. Di encam de ewê teqez zerareke pir mezin him bighêje Sûriye yê him jî bighêje Rûsya yê.
Gelên Sûrye yê û hêzên wê yê demokratîk li beremberî van leyistokan û bazariyan mecbûre ku hişyar û bi hev re be. Yekîtiya gelan tenê dikare van hewildayînên dagirkeriyê û êrîşên wê bide sekinandin. Heya ku gel ranebin ser piyan, bi rêxistin nebin û berxwe nedin, ewê dawî li leyistok û îtîfaqên veşartî jî neyê. Di rewşa heyî de li şûna aşîtî û demokrasiyê dagirkerî û leyistokên nû yê şer têne pîlan kirin. Ji bo li beremberî van leyistokan were sekinandin gelên Sûriye yê mecbûre ku bi amedekarî bin.





