Gulîstan XALID
Her mirov di jiyana xwe de bêriya hin kêliyên ku derbas bûne dike. Lê mirovatî bêriya serdemeke ku beriya hezarên salan hatiye jiyîn, dike. Dixwazî bera zanebûna wî derbarî wê serdemê de hebe tu dixwazî bera nebe. Serdemeke ku di kûrahiya hestên mirovan de bandora xwe daye avakirin ku ew di giyana mirovan de zindî dibe. Yanî ji xwede hin hest, lêger û hin xeyal ava nabe. Ger ku berê tama wê nekiribe bêriya wê nake.
Yanî çima sistemeke ku bi hezarên sala heye, lê dîsa jî li hemberî wê serî rakirin çêdibe, ev sistemê ku ji civakan re zagon, pîvan û kevneşopiyan dide diyar kirin çima di mirovan de tam elimandin û qebûlkirinekê nade avakirin!.. gelo dibe ku bersiva vê cewhera mirov bi xwe be!. Yanî binesaziya hêşê civakî ( hafîzeya mirovatî) bi xwe be.
Yanî sistemeke ku ne li gorî cewhera mirovan pîvana diyar dike, zagonan ferz dike ku ev dibe sedemê şerkeriya mirov ya hundirîn û derve jî. Ev tê wateya ku civakan çiqas di şekil de weke ku tiştên hatine ferzkirin qebûlkirbin jî, di hundir de herdem guman, nerazîbûn û nakokiyên kûr hatine jiyîn. Dema ku ev nakokî kom dibin, giran û dighêje asta ne tehmûlkirinê wê demê bi xwe re potansyala teqandineke civakî ava dike.
Min di jor de jî gotibû ku her mirov bêriya demeke xwe ya derbasbûyî dike, ez bawerim piraniya me jî em bêriya dema xwe ya zaroktiyê dikin. Jiber ku di wan temenan de em hîn bi ser zagonên hişk yê ku li ser civaka me hatine ferzkirin, piştre civaka me jî mecbûr dimîne ku wana li ser me ferz bikin ve venebûne. Jiber ku hîn bi çavekî ku em zarokin û tiştek faam nakin tê nerandin, ji lewma pêwîstiya ku li ser me were ferzkirin tune ye. Ev jî bi kêrî me di wan deman de tê. Qe nebe piştre em faam dikin ku kêliyên me yê herî azad kêliyên di zaroktiya me d bûn.
Em di zaroktiyên xwe de bêtir serbest û kêm metirsîne. Ferasetên ku civaka me li gorî wê teşe girtine em hîn nas nakin. Her ku diçe em matmayî dimînin û mejiyê me ser hev şoqa jiyan dike. Îja ya em dibine tabî bê ku em îqna bibin yan jî em her di têkiliya xwe ya bi civaka xwe re di îsyanan de ne. Bê guman her du rewş jî ji bo jiyana mirov pirsgirêke, em dikarin bêjin pirsgirêka xwebûyînê ye, ya azadiyê ye.
Ez wer nafikirim ku ev pirsgirêk tenê ji bo jin heye, zilam zêdetir vê pirsgirêkê jiyan dike. Pirsgirêka xwebûyînê, xwebûyîna weke mirov….. jiber pîvanên ku ji bo teşe dayîna kesayetiya zilam zêdetir çorsin. Lê di encam de em bermberî zagonên hişk yê ku li ser civakê bi giştî hatiye ferzkirin rû bi rû ne. Ger ku em vana rast lêpirsîn û pênase nekin emê her bêrîkirinên xwe yê ji azadiyê re jî bi êşên kûrtir jiyan bikin….





