Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hest û mêjiyê şiyar

19/04/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Komplo, bombeya atomê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Medenî FERHO

Kurd di azmuneyeke mezin re derbas dibin. Serdem, belkî ji serdema Kawayê Hesinkar girantir e, belkî na, dîse jî bêyî lutufkariyekê em bêjin: Kurd, hem li dijî faşîzma dewleta Îttîhadî û çeteyên ala reş, hem li dijî kesayeta ketî ya di nava xwe de, bi lehengiyek ciwantî û hêviyek destanî têkoşînê dikin.
Faşîzma Îttîhadî, ji faşîzmên di dîrokê de hatine dîtin teva dijwartir e. Aliyekî wê şûr û mertal e, aliyek Koma Mehteran e, aliyek jî lîstika efeyan e… Sê lîstik jî, wek foklor têne bikaranîn. Lê, ev lîstik ji krîter, krîtîka kulturî û girêdana civakî dur in. Aheng û muzîka wan jî transfîgurên xezebê ne.
Folklor, “tonalîte-aheng”a civakê ye û bi mîzansenek rengîn mirovan himbêz dike. Di sê lîstikên Tirkan de, ev nînin.
Kurd li dijî dijminekî wiha û çeteyên ku di nava çend mehan de biqasî hêzên mogolî, cîhan kirin nava tirsê têkoşînê dikin. Çete, vê kêliyê têk çûne. Lê, dikare ji nişka ve derkevê û agir bibarîne.
Di van mercên giran de, berxwedana bi hezaran lehengên Kurd heye û mecburiyetek heye. Her Kurd divê di vê barhilgiriya giran de hebe. Rojnamevan û nivîskarên Kurd jî mecbur in. Rojnamevan jî mecburê mijulkariya vê rojeva giran in.
Tecrîd, bandorê li jiyana her eniya Kurdan dike. Îdealîzekirina tecrîdê jî çênabe. Tecrîd îzole kirin e, mirina bi saxî ye, ji nû de metfûnkirina di gora betonî de ye!… Piştî her operasyona leşkerî û siyasî, piştî her bombardumana li cografya Kurdistanê, medya tirk, gorên nû ji Kurdan re amade dike. Mecbiriyet e, medya Kurd jî bersiv e.
Kiryarên faşîzan, rojane diyalektîka hişmendiya Kurd dikujin. Her kuştina diyalektîkî dibe sedema winda kirina tonalîteya civakî. Ji ber vê yekê, rewşenbîriya Kurd jî nabe xwedî hişmendî û hewngîriyeke xas î Kurdî. Oblomovtî serdest e!..
Rê li ber Kurdan hatiye girtin; riya siyaseta demokratîk, têkoşîna entelektuelî, rêxistinî, kulturî, hunerî, wêjeyî, perwerdeyî, folklorî, aborî û hwd…. Tecrîd, zexta li girtîgehan, qedexeyên waliyên Tirk, bombarduman, operasyon, xespkirina îradeya gel, girtina nunerên gel û siyasetmedaran, di kolanan de trimbêlên zirxî… Ev bahoza fetisandinê ye û tenê sîstemên faşîst dikarin vê bikin.
Kurdê ku ji têgihiştin û fêmkirina vê bahoza fetsînok bireve, tewlan bide xwe, kîvroşka bi çavên vekirî razayî ye!… Faşîzma Îttîhadî, di serdema Erdogan, ku Tirkiye bûye Erdoganland, îzolekirin, li ser civakê, siyasetê, kultur, entelektuelî û cografya Kurdan bi îşka sexmeyî şidandiye.
Ev serdemek dîrokî ye, întelelîjansiya Kurd jî nikare xwe ji vê serdemê dûr bike. Her gel, baş ne baş xwedî întelîjansiya ye û biqasî rewşenbîrên xwe pêşketî ye!… Li cîhanê, ti gel, reben, xeşîm, ji ronahiyê dûr nine, nabe û li dijî diyalektîkê ye. Eger hebe, ji rebenî û tengezariya inteklîjansiya xwe ye. Înkara vê rastiyê windakirina diyalektîka hişmendiyê ye.
Kurd di qonaxek giran de ne. Bi hezaran lehengên hêviyê, gav bi gav bi bi şehadetê ve diçin… Her Kurd, bûye bi hezaran bedena bi qolinc û dilên lewaz… Divê Kurd bi siyasetek rasyonal haraket bikin û desturê nedin mirinê.
Di demeke ku, biwêjên edebî, siyasî û felsefî têra nirxandinan ne dikirin, hilbijartinên herêmî kirin rojevê. Faşîzma Îttîhadî, hesabek dikir; lê Kurdan ev hesab xera kir û darbeyek mezin li faşîzmê dan.
Lê Kurdan ji bîr kiribû ku, faşîzm bi berxwedana demokratîk têk naçe. Lewma serketin nebû guhertina destîniya faşîzma Erdoganland!… Di vê serdema ku tixibên krtîtîk derbas bûne de, faşîzma Erdoganland, ji bêdengiya xwedawendên cîhanê sûdê digire û dixwaze darbeyek dijwar li Kurdan bide.
Divê Kurd, bi şiyarbûnek hest û mêjî bersivê bidin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.