Sîpan ŞÎNDA
Mirov jî weke dara, xwedî rehin. Ev rayên hanê mirovî jiyanê ve girê didin. Çawe dema mirov darekê ji ra ve bibire êdî ew hişk dibe, mirov jî welê ne. Dema rehên mirovî yên jiyanê hatin qut kirin, mirov ji ber bi mirinê ve diçe û dimire! Ya rast rehên mirovan yên jiyanê gelik kûrin, stûrin û qayîmin. Ji ber wê dema rayên mirovî bi derekê ve hatin girêdan, êdî ew bi awayekî hêsanî ji wir qut nabin. Dera rehên mirovî pêve tê girêdan, êdî ew sedemê jiyana mirovî ye. Girêdana bi malbatê ve, ya dê, bav û zarokan ve, ya olî ve, ya xwedayekî ve, ya welatekî ve rehên mirovînin. Weke rayên firîzê çawe pencên xwe tavêje di nava axê de û belav dibe, rehên mirovî ji bi çavkaniyên xwe ve bi awayekî xurt tên girêdan. Mirov hez kirin, bawerî, parastin, aîdiyeta xwe di van rayên xwe de dibîne. Ew serkaniya jiyana mirovînin. Dema ev reh tên qut kirin, weke dara sencol kirî çawa hêdî hêdî di halê xwe de hişk dibe, mirov jî hêdî hêdî di halê xwe de zuha dibe. Ji bo mirovekî surgun, ji welatê xwe, ji axa xwe, ji malbat û hezkiriyên xwe dûrketin, ji hiş û bîranînên xwe, mekanê xwe dûr ketin qut kirina rehên mirovî yên ji jiyanê ne.
Dema mirov ji rehên xwe qut dibe, hiş û mejiyê mirovî, giyanê mirovî têk diçe. Mirov bê xwediye, kore. Mirov her tim di nava livekêde ye. Liveka bê wate! Jiyan li ber dilê mirovî tehle, şêrîn nabe. Mirov her tim di nava tevgerekê de ye kû tiştekî bibîne rehên xwe pêve girê bide, lê biçîne. Lê ne ewqas hêsaniye mirov rehên xwe yên jiyanê ji nû ve derna ve girê bide, yan ji li derna biçîne. Ji ber kû her çend mirov bi awayekî ji rehên xwe dûr ketibe jî, bes rehên jiyana mirovî hê ji dera lê şîn bûyî dijenin. Hê ji hêviyên xwe yên jiyanê ji wir distîne. Dema cî, mekanê mirovî bi awayekî tê guhertin, rabirdûya mirovî dimire. Ma hêsaniye mirov bikaribe rabirdûya xwe bikuje? Mirov her tim di valahiyekê de dijî. Dera mirov diçe lê ji, mirov nikare bi awayekî hêsanî rehên xwe bi wir ve girê bide. Ji ber kû mirov xwe aîdê wê derê nabîne. Ji ber kû mirov rehên xwe ji cî yê kû mirov xwe aîdê wêderê dibîne qut nekiriye. Lê mirov ji wir jî derketiye! Çi mal xirabîneke! Çi mal wêraneke! Mirov dixwaze rayên xwe yên jiyanê di nava xwe de biçîne, xwe bi xwe bigire. Lê ew jî xapandineke. Ji ber kû ew jî ne tişteke xwezayî ye.
Kesên kû bê reh bin, hema her tim di nava lêgerînekêde ne. Tu caran hizûrê nabînin. Her tim valahiyek di nava wan de heye. Ew valahiya di nava wan de, jiyana wan tar û mar dike, têk dibe. Her tim li pey dikevin kû rehên xwe derna ve girê bidin. Carna tiştina peyda dikin, lê paşê dibînin kû ew jî pûçe. Dibêjin vê carê çênebû, careka din. Li pey dikevin kû xwe bi tiştekî bigirin. Lê peyda nakin. Her tim li benda mizgîniyekê ne. Mizgînê wan Ezraîle, mizgîniya wan jî mirine! Belê ew bi axîn, kul û keserên xwe ve dibêjin hema ka termê me bibin li cî yê kû em aîdê wê! Raste her dar li ser rayê xwe şîn dibe. Lê her mirov bi rehên xwe geş dibe.





