Derwêş M. FERHO
Dema ez berhemek bi zimanekî din li ser Kurdan dibînim pirr şah dibim. Çi werger çi lêkolîn yan şîrove ferq nake. Ya giring xebateke bi wate ye. Ji bo navneteweyîkirina Kurd û Kurdistanê pêdiviyek mezin e.
Sedema vê şahbûnê jî ew e ku hêdî hêdî ev valahiya li dervayê welêt tê dagirtin. Kurdistanî bi xwe êdî li ser xwe, jiyan, çand, wêje, dîrok, nasname û pirsgirêka xwe diaxivin.
Morgenlicht (Seher, Berbang), pirtûka hevserokê HDP SElahattin Demirtaş, ku ev çend sal e di girtîgehên Turkiyê de ye ji aliyê Hanneke van der Heijden ve hatiye wergerandin û Signatuur weşandiye. Mijarên pirtûkê jineke tesadufî xwe di nava xwepêşandanekê de dibîne û ji aliyê polîsê Turk tê girtin, keçeke ku bi tewanbarkirina pirsgirêka namûsê ji aliyê bavê xwe tê terkkirin, û keç û dêya xwe re bazdayî ye, …
Selahattin Demirtaş, bi awayekî xurt, zimanekî zelal, şiroveyeke wêjeyî rewş û hestên civaka Turkiya îro bi hosteyî dinivîse. Dema meriv vê pirtûkê dixwîne, buyer û encamên wan di mêjiyê meriv de têne qeydkirin. Meriv dikşine nav jiyana wê civakê. Rastiya civakê, hestên xelkê, xemgînî û psîkolojiya wan, bi zimanekî rexnegir dinivîse.
Qehremanên di çîrokên berhemê de mîna neynika civaka îro li Turkiyê ne. Her kes xwe di wan de dibîne. Şahbûn û xemgînî di ber hev re, di jiyana merov de ji hev dûr nakevîn. Ev jî hêza vê berhemê ye ku îro li Hollanda û Beljîka giha ye xwendevanên xwe.
Dit vuur dooft nooit, een jaar bij de PKK (Ev agir qet natefê, salek bi PKK re), ji aliyê Fréderike Geerdink hatiye nivîsîn û Spectrum weşandiye.
Rojnamevana navdar Fréderike Geerdink di navbera 2006-2015 de xebata xwe li ser rewşa Turkiyê didomand. Dema dewleta Turkiyê 34 bêgunehên Kurd, pirraniya wan zarok, di 2012 de bombebaran kir û kuşt, lêkolîneke giranbiha pêkanî û bi nave De Jongens zijn dood (Ciwan mirin) da weşanê. Bi saya vê berhema rojnamegerî xelata Kees Brusse ya 2015 stend. Di sala 2015 de xebata wê kete çavê rayedarên Turkiyê û bi “propagandaya rêxistina terorîst” hate tewanbarkirin. Girtî ma, ji Turkiyê hate derkirin.
Sebra wê nehat. Li pey rastiyê geriya. Di salên 2016 û 2017 de çû nav herêmên rizgarkirî û li çiya bi şervanên Kurd, gerîlla re jiya. Jiyana wan, têkoşîna wan ji bo azadiyê, kultûrê, nasnamê ji nêz ve dît. Jiyana wan di perwerdê de, di şikeftan de, di ber zinaran de, di rê de şopand. Li çîrok û hestên wan guhdarî kir. Xewnên wan ji bo jiyanek azad, civakek di nava aştiyê de, li welatekî ji bo hemû reng û dengan bihîst. Dijwariyên ew di nav de dijîn bi çavên xwe dît. Tê de jiya. Hin caran bi wan re kenî, hin caran jî têra xwe girî.
Fréderike Geerdink, yek ji rojnamevanên xwedî ojdan e û di her du pirtûkên xwe de dide xuyakirin. LI rastiyê digere, rastiyê dinivîse û li maf û pêdiviyên Kurdan dipirse.
Ji ber ew bi salan rewşa Turkiyê şopand gelek rojnamevan û rewşenbîr nas kirin. Gelek ji wan Kurd bûn. Bi wan re hevaltî kir. Mixabin pirraniya wan niha di girtîgehande, bazdayî ne. Hin ji wan jî kuştî ne.
Fréderike Geerdink di destpêka berhema xwe de weha dinivîse: ez vê pirtûka xwe pêşkêşî hevalên xwe, rojnamevanên bazdayî û di girtîgehande dikim. Rojnamevanî ne sûc e.





