Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkiliya desthiladariyê û wêjeya neteweyî

19/04/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Têkiliya desthiladariyê û wêjeya neteweyî
Share on FacebookShare on Twitter

Evîn HESEN

Wêjeya neteweyî û desthiladarî, du têgehên ku di pêvajoya tevgerên neteweyî de ji hev cuda nabin û bêyî hev nayên fikirîn. Wêjeya neteweyî jî bi vê netewebûnê ve girêdayî ye û bi heman rengî ye. Wêjevan, ji nav rewşenbîr û nivîskarên ku di pêvajoya avakirina netew dewletan de cih girtine belkî yên herî girîng bin. Ji ber ku netewe li ser nasnameyên kolektîf ava dibin û wêjevan bi berhem û vegotinên xwe dibin perçeyek ji vê pêvajoyê. Mînak li ser têkiliya netewe û nirxên kolektîf, di têkiliya navbera wêje û serxwebûn de têkiliyeke wiha der tê:
“Armanca dawiya dawî ya neteweperweriyê avakirin û xurtkirna dewleteke serbixwe ye. Lê pêwîstî bi tevneke binirx û hestan heye ku dewletê li ser lingan bihêle. Ji bo avakirina millet, pêwîstî bi lihevrastkirina vegotinên kolektîf, wekhevkirina cudahiyên etnikî û li ser hemwelatiyan, dane qebûlkirina îdeolojiya pirrengî, heye.”
Derbarê netewe û pêvajoya avabûna wê dike jî li ser heman bingehê ye, ji ber netewe civakeke siyasî ya xeyalkirî ye, bi şiklê ku hem desthiladariyê hem jî sînoran di xwe de dihewîne. Anku ji bo ku civatek kolektîf weke netewe pêk were, pêwîstî bi xeyalan heye ku ev xeyal divê xeyalên hevbeş bin û di serê endamên wê neteweyê de bi heman rengî cih bigrin. Wê demê dikare bê gotin ku wêje xwedî girîngiyeke ya wan xeyalan e ku neteweyê pêk tîne. Ji ber vê yekê di avakirina hişmendiya millet de wêje saziya herî girîng e.
Têgeha “Desthiladariyê” beramberî têgeha “Dewlet”ê tê ku ew jî pergalkirina encama wan tevgerên kolektîfkirinê ne. Helbet divê ew tevger bi ser bikevin. Dema qala tevgera neteweyî ya kurdan bê kirin ji ber ku welatê kurdan coxrafyayeke perçebûyî ye û zimanê wan pirdiyalektî ye, hem meseleya tevgera neteweperweriyê hem jî bi vê ve girêdayî meseleya wêjeya neteweyî ye, ji ber ku di her herêm û civatekê de xisûsiyet û taybetiyên dîrokî yên cuda hene, bûyerên cuda qewimîne û desthiladariyên cuda avabûne, gelekî giran dibe. Mînaka herî nêz, Cegerxwîn di hewldana pêvajoya avakirina nasnameyeke kolektîf û di nava dibistaneke neteweyî de cih girtiye ku ev dibistan ji kesên weke Pîremêrd, Goran, Bêkes, Dildar, Osman Sebrî, Qedrîcan û Hejar pêk dihat. Ji ber vê hewldana Cegerxwîn a gihîştina desthiladariya ye ku rengvedana têkiliyên desthiladariya di helbesta wî de zêde peyda bûne.
Di avabûna wêjeya neteweyî ya kurdan de yek ji diyardeyên herî girîng perçebûna welatê wan e û netewe dewletên zordar ku nasnameya wan înkar kirin û bi pêvajoyên ku kurd bi hisên neteweperweriyê ne hisin dane meşandin. Abbas Walî ji bo rewşa Îranê vê yekê wiha rave dike, lê em baş serwextin ku vegotina wî ji hemû parçeyên Kurdistanê re jî derbasdar e:
“Desthiladariya serdest cudahiyên etnîk û zimanî ji xwe re kir ermanc û bi çewisandina van cudahiyan, zemîna ku civaka kurdan ya çandî-zimanî bibe civakeke etnîk-zimanî amade kir pê re pê re bû sedema vê dagerînê.”
Di vê dagerîna ku Walî behs dike de helbet roleke girîng a wêjevanan lîstiye ku kesên weke Goran, Qedrîcan, Cegerxwîn û hwd. di vî warî de derketine pêş. Loma bi rêya wêjeyê xwestine ku kurd jî bibin xwedî desthiladarî, anku azad bibe xwedî desthiladarî û azadbûn ji bo wan dihat heman wateyê.
Ji ber vê yekê ya ku lêgerîna azadiya kurdan dike, şertên ku îro tê de ne; înkar û çewisandina nasnameya wan e. Azadî ji vê dijberiyê dizê û her dem bi desthiladariyê hatiye xemilandin. Cihê ku desthildadarî lê nebe daxwaza azadî jî nabe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.