Faruk SAKIK
Di destpêka salên 90î de, êdî Kurd ne bi tenê di warê siyasî de, di her beşên civakî de bi rêxistin dibûn û saziyên xwe avadikirin.
Mijara herî girîng ziman bû. Zimanê kurdî bû. Zimaneke ku bi salane hatî red kirin, hatî înkarkirin û di bin zextên asîmlasyonê de roj bi roj ber bi tunebûn û windabûnê ve diçû. Dibûya bihata parastin û pêşveketin.
Bi vê şiyarê, NÇM’ê dest bi xebateke nû kiribû. Ji bo avakirina Enstîtuyeke Kurd, amadekarî hebûn. Bi gelek nivîskar, rewşanbîr û siyasedmedarên Kurd re hevdîtin pêk dihat.
EWROJ…
Di dawiya van xebatan de, di sala 1992’an de, di 18ê Nîsanê de komek rewşenbîrên Kurd û dostên kurdan, li Stenbolê li avahiya Enstîtuyê bûn. Di nava wan kesên navdar yên wekî, Mûsa Anter, Feqî Husêyin Sağniç, Yaşar Kaya, Abdurrahman Durre, Çemşid Bender, İsmet Şerif Wanli, Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, İbrahîm Gurbuz û İsmail Beşikçi hebûn.
Wê demê serokê desteya avekarên Enstîtuyê Îsmaîl Beşîkçî û serokê yekemîn jî Mûsa Anter bû. Apê Mûsa di 20 Îlona 1992’an de, li Amedê hat qetil kirin û di dewsa wî de, van kesan hetanî roja ku Enstîtu hate girtin, serokatî kirin; Şefîk Beyaz, Hasan Kaya, Zana Farqînî, Samî Tan û Ozlem Kurt.
Piştî Apê Mûsa hat qetilkirin, di Ensîtuyê de hin kesên oldar ku di nav civakê de ji wan re digotin Mele an jî Seyda hebûn. Feqî Huseyîn Sağnıç , Mele Celalettîn Yöyler, Mele Kerem Soylu, Mele Îsmet Kılıçarslan, Şêx Şefîk Kuntaş hin ji wan kesan bûn.
Li Ensîtu ya kurdî her dem hiqûqa xwe ya cûda hebû. Xwe wek saziyeke akademîk organîzekiribû. Xebatên xwe li ser bingeha komisyonên ziman, wêje û dîrokê birêvedibir. Rêveberî jî her çiqas mecbûriyet tunebû jî, bi hilbijartin dihatin destnîşankirin û wezîfedarkirin.
Xebatên lêkolînê di vê komelê de hat meşandin. Dîsa di bin sîwana komeleyê de, atolyeyên ziman hatin avakrin û kesên serî lêbidana perwerdehiya zimanê Kurdî bi zazakî û kurmancî didîtin.
Bilî kursên ziman dersên taybet jî didan. Kesên ku bi xwestina perwerdehî zimanê kurdî bibiya, serî li Ensîtutiya Kurdî a Stenbolê dida. Hin kesên li Tirkiyê navdarin kesên wek Hasan Cemal, Cengîz Çandar, Ahmet Tulgar û ji zanîngeha Boğaziçi Prof. Dr. Şemsa Özar jî serî li vêder dan û dersên zimanê kurdî girtin. Dîsa kesek Amerikî bi navê “Lora” jî serî li vêderê da û di 6 mehan de zimanê kurdî fêr bû.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ji bo mamoste û şagirtên xwe kovareke bi navê “Fêrname” derxistin. Di vê kovarê de, digel berhem û nivîsên şagirt û mamosteyan, nivîsên derbarê çand û hunera kurdî jî cih digirtin.
Di xebatên Ensîtuyê de, berhemên herî girîng ferhenga Zana Farqînî ya bi Kurdî û Tirkî bû. Di vê ferhengêde132 hezar peyv hebûn. Dîsa pirtûka bi navê HÎNKÊR jî, ji bo fêrbûna gramera ziman hat weşandin. Ji sala 94‘an de ji 3 mehan carek bi navê ZEND kovarek lêkolîn û zanîstî derdiket. Di ser 60î de pirtûkên ku ji aliyê enstîtuyê ve hatibûn amadekirin hatin weşandin. Dîsa gelek ferheng, gramer û setên perwerdehiyê ji aliyê enstîtuyê ve hatin belavkrin û ji aliyê Gel ve eleqeyek mezin dît. Bi dehan konferans panêl, semîner hatin organîzekirin û di qada navneteweyî de jî, ji gelek aktîvîteyan re alîkarî kirin.
ÎROJ…
Bi damezirandina Enstîtuyê erîşên dewletê jî destpêkir. Li Şîşlî roja vekirina Enstîtuyê tabeleya hat daliqandin, di heman rojê de, ji aliyê Polîsan ve tabela hat xwarê.
Bi vê yekê jî sînorkirî neman. Di derbarê gelek kesan de doz hatin vekirin û ji bo girtina Enstîtuyê serî li her cûre hîleyî dan.
Di sala 2016’an, dema desthilatdariya AKPê, Li Kurdistanê çiqas destkeftin û saziyên kurdan hebûn erîşdikirin ser. Her roj ji ajansan nûçeyên girtina saziyan dihatin belav kirin.
Di 31’ê Kanûna 2016’an bişev saet di 1’ê de erîşî saziya Enstîtuya kurd ya Stenbolê kirin. Telefon û navnîşanên hemû xebatkarên enstituyê li cem polîsan hebû, lê bê ku rayedarên enstîtuyê agahdar bikin, Muxtarê taxê girtin û çûn avahiyê. Derî şikandin û ketin hundir. Li hundir bi saetan lêgerîn kirin û di encam de dest dane ser gelek amûr û kompîtorên enstîtuyê. Dîsa hin prtûkên li gor wan qedexekirîbûn komkirin û derî ji derve de mohr kirin û çûn. Sibehê dema ku xebatkarên Enstutiyê hatin, rastî deriyekî mohr kirî hatin.





