Mihemed ŞAHÎN
Piştî “lutfa xweda” hewla derbeya 15’ê tîrmaha 2016’an Tirkiye du sal bi rewşa awarte (OHAL) hate birêvebirin. Di pêvajoya rewşa awartede ji hêla hikumeta AKP’ê ve 36 KHK (Biryarnameyên di hukmê qanûnde) hatin derxistin. Di encama 36 KHK’yan de 135.144 kedkarên muxalîf bê sûc, bêguneh ji karên xwe hatin dûrxistin.
Di encama van KHK’yan de mexdûriyet û trajediyên mezin hatin jiyîn. Mamosteyan nekarîn mamostetiya xwe bikin, bijişkan nekarîn bijişkiya xwe bikin, parêzeran nekarîn parêzeriya xwe bikin, karmendan nekarîn karmendiya xwe bikin. Pîşeyên ku kedkaran di oxira wêde temenê xwe dabûn bi biryarên bêhiqûq ji dest wan hatibûn girtin. Kedkar tevî malbatên xwe ve bi mirina civakî re rûbirû hatin hiştin. Bêguman ev rêbazeke teslîm girtinê bû. Bi birçîbûnê terbiyekirin bû. Di şexsê kedkaran de çewisandin û dîl girtina civakê bû.
Kedkarên azadîxwaz û demokrat beriya AKP’ê jî bi zext û zordariyên hikumetan re rûbirû mabûn. Lê tu carî ji berxwedana xwe ya bi rûmet tawîz nedabûn. Kêm demokrasî û hiqûqa heyî ya ku rê li desthilatdariya AKP’ê vekiribû bi saya berxwedana kedkeran hebû. Lê niha AKP dixwaze wê kêmdemokrasiyê jî tune bike.
Kedkarên ku li dijber hemû derbeyan li berxwe da bûn bêguman wê li dijber derbeya AKP’ê jî li berxwe bidana û li dijber zilma AKP’ê jî parazvaniya demokrasiyê bikirina. Bêguman jehrkuja zilimdariyê berxwedane. Wê li her qadê bi rê û rêbazên demokratîk li berxwe bidana. Ji van qadan yek jî qada siyasetê bû. Lewre, hinek kedkerên KHK’yî biryar dan ku di qada siyasetê de ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo maf û edaleta civakî têbikoşin.
Di hilbijartina parlamenî ya 24’ê pûşpera 2018’an de ji bo namzetiyê serî lêdan. Serîlêdana wan ji hêla YSK’ê (Lijneya Hilbijartinan ya Bilind) ve hat erêkirin. Piştî serketinê ji hêla YSK’ê ve mazbatayên wan hatin dayin. Û niha di meclîsê de nezikê 10 wekîlên KHK’yî hene.
Ji kedkarên KHK’yî beşek jî ji bo namzetbûna hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê serî lêdan. Namzetiyên wanên hevşaredariyê û yên meclîsan ji hêla heman YSK’ê ve hatin erêkirin. Erêkirin tê wateya ku tu pirsgirêk û astengiya hiqûqî tune ye. Hûn dikarin bibin hevşaredar û hûn dikarin di meclîsên şaredariyan de cih bigrin.
Lê piştî diyar bûna encamên hilbijartinan heman YSK’ê içtihatên xwe yên berê hemû binpêkirin û got ez mazbata nadim KHK’yiyên ku ji sedî 70’ê zêdetir deng wergirtine. Bi vaya jî bes nekir. Di heman demî de biryar da ku mazbatayê bide namzetên AKP’ê yên ku ji sedî 25 deng wergirtine. Bi van biryarên xwe YSK’ê makezagon û hiqûqa heyî binpêkir. Nirx û pîvanên hilbijartinan binpêkir û du biryarên sosret, du biryarên bêhiqûq, du biryarên bê nirx, bêpîvan û bê exlaq bihevre da.
Şaredariyên ku li gel hemû zext û zordarî, dek û dolaban nekarîbûn bi dest bixin bi biryarên YSK’ê hatin xespkir in. Namzetên ku ji hêla gel ve nehatine pejirandin û ji gel deng wernegirtine bi derbeya YSK’ê bûn şaredar.
Beriya AKP’ê jî kedkar bi heman hincetên bêhiqûq yên tasfiye û teslîm girtinê re rûbirû diman. AKP’yî bixwe jî bi heman helwestên bêhiqûq re rûbirû diman. Serokomar Erdogan jî di navde gelek qadroyên AKP’ê ceza girtin û di zîndanan de razan.
Kedkarên ku îro bi zilma KHK’yên Erdogan re rûbirû ne di wê serdemê de ji jî bo demokrasiyê li dijber zordariya hişmendiya kemalîst li berxwe didan. Ji bo maf, edalet û demokrasiyê li berxwe didan. Ji bo parastina mafê Erdogan û hevalên wî jî li berxwe didan.
Kesên ku mirov bikujin, kesên ku dizî, talankerî û xespkariyê bikin piştî ku cezaya wan qediya dikarin bibin wekîl, bibin şaredar, bibin wezîr û serok wezîr û bibin her tişt. Erdogan û hevalên xwe piştî girtina cezayên zîndanan karîn bibin serokomar, karîn bibin serokê meclîsê, karin bibin wezîr û serokwezîr. Lê kedkarên KHK’yiyên ku di derbarê wande yek dozekî jî nehatiye vekirin, bêsûc û bêguneh ji karên xwe hatine derxistin nekarin bibin tu tişt û nekarin ji bo debara xwe pîşeya xwe jî bikin. Di hilbijartinan de bi rêjeya herî bilind biserbikevin jî mazbatayên wan nayên dayin, nekarin bibin şaredar û nekarin di meclîsên şaredariyan de cih bigrin. Ev mînak tenê têrî vegotina asta bêhiqûqî û bêedaletiya hikumeta AKP’ê dike.
Dadgeha bilind ji bo mexdûrên derbeya 12 îlonê di biryara xwe de gotibû “Biryarnameyên rewşa awarte tenê ji bo pêvajoya rewşa awarte derbastarin”. Lijneya YSK’ê ya ku ji 11 dadgerên bilind û pispor pêk tê makezagona xwe û biryarên dageha xwe ya bilind nas nake. Ji lijneya hilbijartinan zêdetir weke lijneya AKP’ê ya hiqûqê dixebite. Biryarên wê ji heq-hiqûq û edaleta civakî dûrin. Tenê parazvaniya deshilatdariya AKP’ê dikin.
Yên ku bi derbeyên YSK’ê şaredarî xesp kiribin neşaredarên gel in, pêwirdarên YSK’ê ne û tu firqa wan û qayiman ji hevûdu tune ye.
AKP bi îdaya tunekirina zordariya dewletê û xurtkirina demokrasiyê hat ser kar. Lê îro bi kiryarên xwe yên deh qat ji yên beriya xwe zordartir û xerbatir demokrasiyê tune dike.
Bêguman, berxwedana kedkaran a ku duh li dijber zordariya Kemalîstan hebû wê îro jî li dijber zordariya Erdoganîstan berdewam bike.





