Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi berxwedanê faşîzm mehkûmî têkçûnê ye

15/04/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Îtîfaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye
Share on FacebookShare on Twitter

tayip temel

Tirkiye û Kurdistan di pêvajoyek girîng û xeternak de derbas dibe. Heta em dikarin bêjin tevahiya Rojhilata Navin di nav kaosa guherîn û veguherînê de ye. Pêvajoya serhildanên gel a Rojhilata Navîn ku di 2010’an de destpekirî didome. Pengava bi Tunus, Libya, Misir, Iraq, Yemen û Suriyeyê; îro li Cezayîr û Sûdanê didome. Mimkûn e ku ev pevajo demek dirêj bajo lê ne mimkûn e ku pêşiya wê bê girtin. Vigtor Hugu dibêje, “Tu tişt ji fikra dema wê hatî bihêztir nîn e”.

Li Rojhilata Navîn jî dema fikra guherandina diktatoriyê zûde hatiye. Diktatorên heyîn çiqas li hemberî vê guherînê pêkolê bikin jî, yek bi yek diçin. Berxwedana wan a li hemberî guherînê dibe demek kin temenê îktîdara wan dirêj bike lê sûçên wan zedetir û dawiya wan kambaxtir dike. Dibe li hind cihan diktatorek diçe û caran hinek din bên şûna wan lê ev jî nikare peşiya guherînê bigire. Pêvajoyek ji bo gelan tijî xwîn, êş û mirin e lê dawiya wê teqez serkeftin e. Di dawiya vê pêvajoyê de gelên Rojhilata Navîn dê hem ji bo xwe hem ji bo mirovahiyê serdemek nû bidin destpêkirin.

Bêguman Tirkiye jî nikarin xwe ji vê pêlê xilas bike. îktîdara MHP-AKP-nijadperestan ji bo astengkirina vê pêvajoyê hate avakirin. Lê rihê demê û fikra dema wê hatî famnekirin. Ji bo vê li şûna demokrasiyê hewildan bi riya diktatoriyê xwe biparezin. Ji bo wê slogana “Pirsgirêka bekayê” bû benîştê devê wan. Lê di hilbijartinên 31’ê Adarê de derket hole ku gelên Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin. Bi pêşengiya gelê kurd darbeyek mezin li faşîzmê xistin. Niha iktidara MHP-AKP’ê bi dehan pirsgirekan re rû bi rû ye. Xitimî ye, nikare û nizane ka dê çi bike.

Êdî ne mimkûn e ku Erdogan û Bahçelî projeya sazûmankirina faşîzmê bidomînin. Proje ji hev ket. Bêguman ev di serî de encama têkoşîna gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Bi taybetî di vir rola berxwedana grevên birçîbûnê pir girîng e. Di dema herî xeternak de ev berxwedan derketiye hole û faşîzm red kiriye. Piştgiriya vê berxwedanê, mezinkirina têkoşîna li dora berxwedanê de têkçûna faşîzmê leztir bike. Berxwedan bi awayek domdar neyê dayin û firseta heyî neyê bikaranîn, faşîzm dê hewil bide cardin xwe restore bike. Ji bo vê divê herkes berî her tiştî li hemberî zilmê exlaqî tevbigere û çi ji destî bê bike.

Çalakgerên greva birçîbûnê li gorî derfetên xwe rêbaza berxwedanê ya herî însanî û exlaqî dimeşînin. Ji ber ku dizanin faşîzm berî her tiştî îradeya civakê hedef digire û dema îradeya civakê digihe armanca xwe. Çalakgerên greva birçîbûnê di asta herî jor de xwedî li îradeya civakê derketine û bi çalakiya herî zêde îradeyê pêwist dike bersiv dane. Ji bo vê xwedîderketina çalakgeran û berxwedana wan, xwedî derketina îrade û hebûna civakê ye. Di çarçoveya xwedîlêderketina hebûn û îradeya civakê û berxwedana li hemberî faşîzmê de herkes dikare bi rebazên cuda têkoşînê gur bike.

Tu carî faşîzm û dîktatorî mayînde nebûne û nabin. Em dê di demek kin de di rastiya Tirkiyeyê de jî vê yekê bibînin. îktidara AKP-MHP’ê nikare xwe li ser piyan bigire. Bes bila berxwedan û têkoşîn hebe. Niha du rê li pêşiya faşîzmê ne. An dê verege pîvanên demokrasiye, an jî dê polîtîkaya heyî ya faşîzane bidomîne. Lê di herdu rewşan de jî dê winda bike. Ferq û cudahiya di navbera herdu bijartekan de ew e ku politikaya niha bidomîne dê di demek kintir de têk biçe. Bi hewla vegera demokrasiyê jî îhtimal heye temenê xwe piçek dirêj bike. Bêguman dirêjbûn û kinbûna vê demê jî asta têkoşînê dê diyar bike. Ji bo vê piştgirî û mezinkirina têkoşîna grevên birçîbûnê ji her demê girîngtir û lezgîntir e.

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.