Seyid XAN
Huner ji rabirduya dîroka însan ve heye,û di xweza yê de di nav jiyanê de wek çalakiyek bi rêgez rû daye.ji ber vê tê gotin ku huner mîna dîroka însan kevnare.û di hemû serdemên mirovatiyê de wek rastiyê hebû ye.Mirovatî ev rastiya bi rê û rêbazên dîtinî û afirandin a berheman pêk aniye.Ji bo pêkanîna vê rastiyê jî bi rêya ramanê û hestan deng,reng,ritim û gelek (sîmgeyan) nîşandekan li ber çav girtine.
Ji yê hunerê diafirînin û berhemên hunerî îcra dikin re hunermend tê gotin.Taybetmendiyên ku hunermend ji mirovên asayî cuda vediqetîne;kesayetiya wî,hêza wî ya afirîner,hêza wî ya xeyalê,hestiyarî bûna wî,têgihiştî bûyîn, zanebûyîn û taybetmendiyên wek sebir û aramîdarin.
Tolstoy dibêje; her eser ango berhemên ku bi rêya raman, xeyal û hest bi serketî hatibe afirandin,jêre huner tê gotin.
Helbet çarçove ya hunerê bi stranek an jî deng tenê ve teng nîne.Tabloyek,wêne û nîgarek,peykerek, helbestek,stranek û romanek her yek ji van eserê hunerê ne.
Divê neyê jibîrkirin,berhema ku bibe eserek hunerê,pêwiste taybet be,resenî be,xwediyê pîvan û nirxên estetîkî be, peyamdar be.(ji bo ragihandin a ramanê û hest)pêwiste xwediyê pîvan û hilgirê nirxên gerdunî be.
Fîlozof A.G. Baumgarten(di salên 1714-1762 an de jiya ye)dibêje estetîk diyardeka serbixwe ye.li gorî Baumgarten estetîk fikra zanyarî ya xweşikbûnê yê.Loma tê gotin xweşikbûyîn bingeha estetîkê ye. Ji hemû (nesne yên)heyokên ku di zihnê mirovan de daxwaz û hestên estetîkî peyda dike,çi di xwezayê de be an jî di berhemek hunerî de be jêre xweşikbûyîn tê gotin.
Xweşikbûyîn jî ji destpêka civakbûyînê ta bi gur û geşbûyîna xweza yê,diyardek(olgu)a rewşa guhertinên sosyolojîk û pisîkolojîk tê.
Mirovayetî di jiyan û rabûrduya xwe de çi tişta pêrgî wê hatiye û jiya ye,dîtiye,bînkiriye tamkiriye wek tiştên xweşik û mekroh pênase kiriye.û di encama famkirin û têgihiştînê de ev her du têgîn,xweşik û mekroh ji hevdû cudakirine û tişta mekroh ji heqîqeta xweşikbûyînê û rastiya hunerê bidur xistine.
Rêber APO dibêje, eger nirxek di çarçoveya rêgezê de rola mekrohî ango xerabiyê nelîze,xweşike.
Ya xweşik dibe jî hunere.Mirovatî li ser va rastiya her dayîm ji bo xwe lêgera xweşikbûyînê kiriye armanc.
Di dîroka civakî de her pêwistiyên jiyanê,civakê û xwezayê herî zêde bi rêka hunerê hatiye ser ziman.Nîşaneya jiyana civakê,nasname û helwesta civakê ya li hemberî xwezayê û xweşikbûnê di çi rewşê de ye pênase dike.Dîse di jiyana civakî de diyardeya ku hest û ramanê bi mirov dide diyarkirin û dibe hêza fêrkirinê huner e.Tê gotin tenê ne di jiyana mirov de,di jiyana hemû zindiyên gerdûnî de bandora hunerê bi awayekî balkêş derdikeve holê.
Estetîk jî bi aliyê xweşikbûnê yê şênber ve girêdayî ye.Loma huner,xweşikbûn û estetîk di cewher de hersê bihev ve girêdayî ne û ji hev nayên qut kirin.
Huner bi rastiya xwe ve çawa ku di dîrokê de bandor li ser zanistên xwezayî û civakî kiriye,di roja me de jî vê bandorê bi heman awayî li ser hemû çalakiyên mirov dike.
Başe eger huner çalakiya hunermend ya herî bi hêz û bi bandore,îro li hemberê guhertin û veguherînên civakî çima bi wê hişmendî ya tê binavkirin nabe bersiv, lawaz û qels dimîne?
Îro hunermend bi kîjan farasetê nêzîkatiyê li estetîkê dike.çiqasî hunerê û berhemên hunerî di hunê û şênber dike?
Hunermend li ser çi esasan hilberîna xwe dike û çiqasî bi afirandina berhemên hunerî nirxên civakê xweşik dikin?
Ji va di sê pirsan jî diyar dibe,îro ji doh pirtir pêdiviya civaka kurd bi hunereke dewlemend ya hatiye estetizekirin û xweşik heye.





