Idrîs Henan
Bi serketina leşkerî ya li dijî terora DAIŞ, qonaxa duyemîn a têkoşîna li hemberî terorîzmê dest pê kir. Ew jî têkoşîna ideolojîk a ziwakirina jêderên hişmendî yên vê terorê ye. Di pêvajoya yekemîn qonaxa berxwedana li dijî hebûna leşkerî ya vê terorê de, bi dijwariya şeran re xuya dibû ku wê duyemîn qonaxa vê têkoşînê ya herî girantir û bi bandortir be. Ji ber ku têkoşîna li dijî terorê bi qasî serketinên fîzîkî bi xwe re aliyê paradîgmatîk jî bi ser xist. Bi gotineke din; rastiya şerê di navbera herdu aliyan de, cewherê hişmendî yê herdu xetên demokratîk û tundrew danî meydanê. Di encamê de, weke heqîqetek dîrokî xeta gelan a demokrasiyê bi ser ket.
Ji bo duyemîn qonaxa vê têkoşînê jî paşxaneya ideolojîk gelekî girîng û encamgir e. Di esas de bingehên serkeftinê xwe dispêrin jêderên ideolojîk û felsefeya jiyana azad a netewa demokratîk. Ango aliyên ruh, moral û baweriyê. Ger pratîka berxwedana li hemberî vê biçimê terorê bê van sincên hişmendî bûya, wê sedî sed ev serketina gewre jî bi dest neketibûya. Wê weke şerê di navbera du aliyên normal yên berhemên zihniyeta çetetî û rêbiriyê bûya. Lê ji ber ku ne wisa ye, herdu alî jî xwedî xet û hişmendiyeke cuda bûn, serketina aliyekî dihat wateya serketina senteza felsefîk û xeta ideolojîk a şiklê pêşeroja vî welatî diyar dike. Tişta ku bi encamên vê serketinê re gelek eşkere bûya, daxwazên gelan ên biratî û jiyana hevbeş e. Ji ber ku ya bi serketiye vîna gelan û îradeya jiyana azad a hevbeş e. Ger ne ji wê vînê bûya, tekez wê ev serketin jî ne pêkan ba. Ancax bi yekîtiya gelan a li ser hîmên biratî, edalet û wekheviyê, encama berxwedana li dijî terora DAIŞ pêkan bûya.
Bi tunebûna fîzîkî ya terora DAIŞ re, jêdera bav, faşîzma Tirkiyê derbeya mirinê xwar. Faşîzma ku bavaniya terora cîhanî dike, bi têkbirina çeteyên DAIŞ re kêliyên xwe yên herî dawî dijî. Encamên hilbijartinên 31 Adara îsal jî rastiya vê girêdana beolojîk a navebera kur û bav de isbat kir. Dema ku law têk çû, qiraltiya bavê li Enqerê hejiya. Di encam de rastiya dîktatoriya li ser dika desthilatdariya li Tirkiyê bi cihanê re hate parvekirin. Daxuyaniyên fermî û nîv fermî, raportên rojnamegeriya cîhanî û rûdêma terazûyên muhtemel vê yekê diyar dikin. Êdî cihana ku heya niha di berdêla berjewendiyên xwe de çav li kiryarên faşîzma Tirk digirt, nikare encamên vê serketina gelan binixumîne. Faktorbûyîna xeta netewa demokratîk a hişmendiya pêşeng bi xwe re rêgez, hîm û xîmên hevsengiyên pêşerojê jî guhartin. Vê yekê tenê bandor li hindirî Tirkiyê ne kir. Bandora serketina paradîgmatîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwe re keleheke din a faşîzma Tirk li Afrîqyayê herifiand. Serketina îradeya gelan li Sûdanê carek din isbat dike ku faşîzma Tirk êdî dorpêçkirî ye. Li hemberî vîna resen ti şansê wê yê jiyanê jî nemaye. Ji ber vê yekê jî xwe empozeyî xeta dijberî hevlabendên xwe yên NATO`yê kiriye û li dijî wê bi Rûsyayê re ketiye nava plangeriyan. Bi heman rêbazên berê yên li ser bingeha tunebûna gelan hewl dide ji nû ve ruh bi canê mirî ve berde. Weke mûriyê bi bask bûye û êdî mirina wî nêz bûye tevdigere. Lê tê gotin, dema ku mûrî bi bask dibin mirina wan jî muheqeq dibe.





