Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Guh nedin xwefiroşên faşîzmê

12/04/2019
in NÛÇE
A A
Guh nedin xwefiroşên faşîzmê
Share on FacebookShare on Twitter

Rûsipiyê ji Şehbayê Elî Mehmûd rêzecivîn û komxebatên serok êl û eşîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên “Mecadîme, Cês, Demelxa, Benî Cimîl, Beqqara, Geyar, hemû eşîrên Kurd û tirkmenan” nirxand û ev tişt anî ziman: Piştî dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi teybet Kantona Efrînê, ta ku gelê me helwesta xwe li hemberî dagirkeriyê nîşan bide, civînên redkirina dagirkeriyê li dar ketin. Li ser navê hemû pêkhateyên van herêman rûspî, serok êl û eşîre amade dibin.

Mehmûd balê dikişîne ser girîngiya van civînan û dibêje: Faşîzma Tirk li ser navê êl û eşîrên resen hewl dide dagirkeriya xwe li ser axa Sûriyê meşrû bike. Xwefiroşan bi rêxistin dike û li ser navê gel dide axaftinê. Mehmûd destnîşan dike ku; Civaka Sûriyê civakek exlaqî û polîtîk e. Têkîlî û gerdişên xwe dispêre kevneşopiya jiyana eşîrtiya resen. Ango civakek welatparêz ku dagirkeriyê qebûl nake ye. Tirkiyê vê xisleta gelên Sûriyê baş dizane. Ji lewre bi riya çewisandina navê eşîrên Sûriyê berê xwe dide rêbazên herifandina civakê.

FAŞÎZM NABE DOST

Mehmûd bi bîr tîne ku ti carî rejîmên Tirk nebûne dostên gelan û wiha pê de çû: Pêwîste gelên me dîroka dagirkeriya Tirk baş bixwînin. Ji rojên osmaniyan bigire û heya Erdoxanê faşîst were, her li ser bingeha tunebûna gelan xwe anîne vê roja me ya îro. Ji ber vê zanebûna dîrokî lazime hemû gelên di bin nîrê dagirkeriya Tirk de ne serî hildin û axa xwe rizgar bikin.

Elî Ehmed Mehemûd di dawiya nirxandina xwe de teqez kir ku eşîrên Sûriyê wê bi hevgirtina xwe ya li hemberî planên dagirkerî û nûkeriyê axa Sûriyê ji parçebûnê biparêzin û wiha bi dawî kir: Wê gelên me ji bakur ta başûr, ji rojhilat ta rojavayê Sûriyê bi avakirina Sûriyeya demokratîk û nenavendî re xaknîgariya xwe biparêzin. Hevgirtina êl, eşîr, pêkhate, rêol û olên li Sûriyê misogeriya yekgirtiya axa Sûriyê ye. Ji bo jiyaneke azad wê êl û eşîrên Sûriyê di nava têkoşînê de bin….Ronahî Şehba

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.