Gulîstan XALID
Hin zagon hene ku ne bi destê mirovan, an jî ne bi hişmendî û ferasetên ku li gora xwe zagonan çêdike hatiye dayîn. Ji wê re dibêjin zagonên xwezayî. Xweza jî, mirov jî nikarin van zagonan bugherînin, jiber ew zagonên ku hebûyîn û xwebûyîna her zindiyek li gorî xweza û taybetmendiyên wê dide jiyankirin, dixe nava herikbariyê de, zindîbûnê û tevgerkirina azad derdixe holê. Ev zagonên ku mutlaqiyetê nas nake û veguhertinan weke pêdiviyên xwezayî qebûl dike. Weke mînak çawa ku di xwezayê de tevgerkirineke li gorî van zagonan heye, yanî piştî her zivistaneke ku çiqas sar, hişk, zor û zehmet be jî ewê behareke hênik, nerim, bi coş û heyecan jî ruxmê wan taybetmendiyên zivistanê bê. Ev tê wateyê ku xweza jî nikare demdirêj bi hişkî dom bike.
Di diyalektîka têkilî û nakokî de, yanî weke şerê di navbera jiyan û mirinê, başî û nebaşiyê, avakerî û xerakeriyê, reşî û ronahiyê de û her wekî din, em bala xwe bidinê aliyek hestên pozîtîf ava dike, aliyek jî hestên negatîf. Yanî aliyê ku her dem li gel avakeriyê be ew alî bêtir bibandore. Lê ev nayê wê wateyê ku aliyê negatîf jî ne xwedî bandore. Lê bandoreke çawa ev mijara nîqaşê ye.
Di têkiliya di navbera desthilatdara û gelan de jî mirov dibîne ku şereke wiha heye. desthilatdar zexteke negatîf zêdetir li ser derûnî û tevgerkirina mirovan didine çêkirin, lê di aliyê hizir de li hemberî vê zextê îsyan û neqebûlkirinek heye. jiber ku mirov di xwezaya xwe de nerme, ewqes zext, hişkayî nikare rake. Hişkayeke ku tevgera wan asteng bike, xwe îfadekirina wan bandor bike û rê li pêşiya pêşketina wan de bigre. Wê demê isyana mirovan di çarçoveya lêgera ya herî baş, rast, yanî ya pozîtîf xwestin de pêş dikeve. Îja dema ku ev dizîvire têkoşînê, yanî rêxistinbûyîn û kombûyînê hêza ruxandina sistema heyî û li şûna wê avakirina ya ku tê daxwazkirin derdikeve.
Yanî desthilatdar ruxmî hêza wan ya negatîf ( ya ku ditirsîne, zextê ava dike, bê îradebûyînê ferz dike, ewê xwezaya mirov ya ku ji azadiyê hez dike, nerme û koletiyê qebûl nake li hemberî vê yekê derkeve, serî rake û bi ser bixe. Eve xwezaya gel, behara gel, an jî gelan vaye di her serdemeke nu de demsala xwe jiyan dike. Yanî çawa ku behar her dem heye, têkoşîna gelan ya ji bo azadiyê tu car naqede.
Buyerên rojên dawî ku li hin welatên weke sudan û cezayir jî rû didin ev hêza gelan ya ku di aliyê pozîtîf de hev bandor dike û xwe fereh dike. Em jibîr nekin jî ku ev weke şoreşa gelan li rojavayê kurdistanê destpêkiribû, niha jî li her derê bandora vê şoreşê xwe dide der. Rojên xweş li pêşiya me ne, rojên azad, bi behar , bi coş û heyecan li pêşiya me ne. Hîskirina vê tenê me dawetî îsrara têkoşînê dike.





