Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Civak û çand

12/04/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rihê 8’ê Adarê, rihê Leylayan û Avesta ne
Share on FacebookShare on Twitter

Peywan ARJÎN

Xwedî derketina li çand û hunerê pir giringe, pêwîste destketiyên ku îro gelê kurd li ser xaka kurdistanê, bi dest xistine ku gelekî giranbuha û mezinin biparêzin, her wiha pêwîste ku nivşên nûhatî li ser van îmkan û derfetên ku bi dest ketine li ser dîrok, çand û hunera kurd a resen perwerde bibin, biparêzin û bidin pêşxistin.
Giringiya çand, huner û ziman di pêkane ya Netewan de gelekî giringe, miletekî ku giringiyê nede çand, huner û zimanê xwe, dê ti caran nikaribe bibe xwedî nasname. çand, huner û ziman ewe ku nasnama milet û netewan li cîhanê dide nasîn.
Dema ku mirov mijara çandê tîne holê, nayê wê wateyê ku çand tenê Stran anjî helbest rêzkirine. çand Zimane, Dîroke, urf û adetên civakî yên miletane.
li ser vê astê miletek bi çand û hunera xweve dibe xwedî nasname. ji bo vê yekê divê ku mirov xwedî derkrtina li çand û hunera xwe ji xwere weke erkeke bingehîn bigre û ziman û çanda xwe biparêze û bide pêşxistin.
Helbet em evîndarê çanda xwene, bi taybetî jî di warê şahî û dawetande bi cil û bergên fliklorî û stran û dîlanên ku ji sed salan ve ta vê roja me hatiye di şahî û dawetan de mîna xalîceyekê li ber çavan têne raxistin. li gelek hermên kurdistanê hêjî şahî û dawet li gorî kevneşopiyê têne li arxistin.
lê mixabin gelê meyi ku îroj li derveyî welat dijîn bi rûdana jiyana modernîta kapîtalîst roj bi roj ji cand û nirxên xwe yên resen bi dûr dikevin. di şahî û dawetan de li şûna Govend û dîlanên gelêrî, dans û slow yên biyanî bi piranî têne bi karanîn,
Mînak di çanda kurdan de gelek rengên govend û dîlanên gelerî hene, di her rengê govndan de, mijarên weke Evînî, Nêçîrvanî, Cengewarî, çandinî, û hwd. gelek fîgurên balkêş hene. Beriya ku deriyên derveyi welat li kurdan bêne vekirin, kurdan dawetên xwe li gorî demsalan û li qadan çêdikirin. lê îroj li bajaran û di salonan de şahî û dawetên xwe li dardixin.
Mixabin here zeman were zeman, di salonên moderen de govendên me yên gelêrî jî ji resentiya xwe hate bi dûr xistin, Ev rewşa neyinî û bêyi ku mirov pê bihise rê li ber dejeneraszonê vekir, êdîn stranbêj gotinên stranên xwe fîgour û wan listikên biyanî çêdike evjî bi serê xwe rê ji aloziyan re vedike.
Ji bo mayindekirin û parastina hemû rengên çandê bi taybetî jî govendên gelêrî yên resen divê ku xwedîtî lê bête kirin. ev erkekî herî bingehîne û dikeve ser milê hemû ferdên civakê. Ji xwe hêzên desthilatdar û dagîrker ji bona asîmîlasyon û helandina nirxan çi ji dest tê dikin.
Lewma Rêber APO dibêje”qirkirina çandê qirkirina civakê ye” divê bala gelê kurd li ser çand , ziman , huner û nirxên wîbe û wan baş bi parêzin, ji bo ku gelê kurdjî wekî hemû netewan karibin hebûna xwe nîşan bidin.
Pêwîste hemû kurdistanî destûr nedin ku nirxên wan yên resen di navendên çanda kapîtalîst de bêne Dejenerkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.