Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êdî li dijî faşîzmê tîr ji kevanê derketiye

11/04/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
113 Roj
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Di sala 2002’an de piştî ku desthilatdarî ket destê AKP’ê,  ji bo domandina vê desthilatdariya xwe, dijminatiya kurdan ji xwe re esas girt. Ji bo tunekirina tevgera azadiya Kurdistanê siyasetek taybet meşand. Lê bi tu awayî bisernediket.

Di van  salên dawî de êdî Erdogan di dijminatiya kurdan de xwe ji nû de format kiribû. Roj hat mixalefet bêdeng kir û hiqûq jî girt bin kontrola xwe.

Tifaqa faşîst propaganda û argumanên xwe yên hilbijartinê bi giştî li ser tunekirin û têkbirina HDP’ê meşand.

Di hedefa wê de 102 şaredariyên HDPê hebû. Ji xwe 94 şaredariyên HDPê bi qayuman dagirkiribûn jî.

Tişta ku di vê pêvajoyê de li Tirkiyê pêk hat ji hilbijartinê wêdetir pêvajoya şer bû.

Pêvajoya hilbijartinê li Kurdistanê tam jî weke dagirkeriyeke nû bi pêş ket.  Bajarên kurdan hatin xirakirin. Hemû sazî û dezgehên dewleta tirk ji bo serkeftina AKP-MHP’ê xebitîn.

Li Kurdistanê bi esker, polîs û memûrên dewletê demografiya hin deveran hat guhertin.

Bajarên li ser sînorê Başûrê Kurdistan, wekî heremek tapon hat îlan kirin. Bajarên di sala 2015an de hatin wêrankirin û gelên heremê jî neçarî koçberiyê kirin, bi eskeran dagirkirin. Li her deverê baregehên leşkerî hatin avakirin.

Ji bo hilbijartinên heremî di serî de li Şirnex li gelek deveran, hin qeydên nû hatin nivîsandin. Roja hilbijartinan ji derve esker anîn li vê heremê bi wan deng dane bikaranîn.

EWROJ…

Roja hilbijartinê di serî de Şirnex li gelek deveran di dewsa hilbijartinê de dagirkerî hebû.

HDP’ê stratejiya xwe ya hilbijartinê li ser 2 esasan diyar kiribû. Armanca yekemîn li Kurdistanê qewitandina qeyûman û ya duyemîn jî li bajarên Tirkiyeyê têkbirîna faşîzma AKP û MHP’ê bû.

HDP bi stratejiya xwe serkeftî bû. Dema êvara 31 Adarê hat, têkçûna AKPê nûçeyên lezgîn ên ajansan bû. Di serî de Enqere û Stenbol, faşîzma AKP û MHP’ê li gelek bajarên mezin desthilatdariya xwe wendakiribû.

Herî zêde windakirina Stenbolê ku 25 sal şaredariya wêderê di dest wan de bû, bi Erdogan zor hatibû.  Dizanîbû ku bi stratajiya HDPê wî li van deran wendakiribû. Wî di pêvajoya propagandaya hilbijartinê de kurd weke terorîst destnîşankiribû û gel jî berevajiyê vê yekê piştgirî dabû HDP’ê.

Ev yek Erdogan har kirbû. Hîn sandoq bi temamî nehatibûn jimartin, wî têkçûna xwe dîtibû û bi daxwiyaniyekê serkeftin îlankir. Bi vê yekê saziya hilbijartinê xist dewrê. Dora rojê medya wî jî di manşetên xwe de serkeftina AKP’ê derxistin pêş. Mixalefetê jî bi sextekarî tewanbar di kir. Rojnameyek ev hilbijartin wek “darbeyek li dijî AKP’ê” binav kir.

YSK ev îşaret girtibû û li Stenbolê biryara ji nû de hijmartina sandogan da. Hemû îtrazên AKP dihatin qebûl kirin û yên HDPê jî dihatin red kirin.

Lê li Stenbolê, bi rojan, bi hîleyan, bi midaxle, bi tehdît û şantajan jî bi tu awayî bi sernediket. Lê israra wan dewam dikir. Sedemên vê îsrara wan jî ev bûn;

– Di hilbijartinê de HDP gihîştibû armanca xwe û Erdogan ev yek hezm nedikir.

– Radestkirina mazbate bi derengî dixistin ku şopên diziya xwe paqij bikin. Gelek amûr û malê şaredariyê wek hîbe didan şaredariyên di dest wan de mabûn.

– Ji bo ku gel hêdî hêdî ferî têkçûnê xwe bike, dem qezenc dikir.

– Ji bo hilbijartin werin dubare kirin, bi zanebûn bi derengî dixistin.

– Ketin nav lêgerîna ku ji têkçûna xwe re sedemek erênî bibînin

Lê êdî hert tişt zelal bû. Li gel hemû dek û dolabên îqtîdarê jî desthilatdarî tişta dixwest nekarî bi dest bixe.

ÎROJ…

Civakê destur neda polîtîkayên dewletê yên zext û zorê. Li şûna wê careke din nîşan da ku ew li dora stratejiya azadiyê bune yek.

Encamên derketin holê ji encamên 7’ê Hezîranê jî qat bi qat zêdetir û bi bandor bûn. Hikûmeta faşîst ji nû ve ket nav qrîza birêvebirinê.

Hemû gelên Tirkiyê û raya giştî ya cîhanê bidestxistina van şaredariyan weke serkeftina Erdogan nedît.

Herkesî dizane ku HDP li van deveran têk neçûye. HDP li hemberî evqas terora AKP’ê dîsa jî serkeftinek mezin bidestxistiye.

Di vê hilbijartinê de ku dihat xwestin kurd werin xistin, bi saya stratejiya kurdan hikûmet bi xwe ket.

Kurt û kurmancî ev hilbijartin ji bo faşîzmê bûye destpêka têkçûnê.

Li gelek deveran hejmara dengê di hilbijartinên berê de digirt êdî nikaribû bistîne.

Beşeke mezin a civakê êdî faşîzma Erdogan dîtibûn. Êdî hêdî hêdî li gelek derdoran, li dijî Erdogan hin dengên dijber bilind dibin.

Di hilbijartinên 31 Adarê de starta rûxandina saltanata Erdogan hatiye dayîn. Erdogan her çiqas ji bo rawestina wê israr bike jî, lê êdî tîr ji kevanê derketiye.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.