Mihemed ŞAHÎN
Di sala 2002’yan de Erdogan bi îdaya tunekirina zordariya dewletê û xurtkirina demokrasiyê hat ser kar. Lê yê ku niha herê zêde zordariya dewletê bikar tîne û demokrasiyê tune dike Erdogan bixwe ye.
Li Tirkiyê pêvajoya hilbijartinan ji sala 1946’an pêve destpêdike. Ji wê salê vir ve bi dehan caran hilbijartin pêk hatin. Ez bawer dikim hilbijartina herî bêedalet, herî bêpîvan û bênirx, herî bi zext û zor di 31’ê adarê de pêkhat.
Di pêvajoya propogandayê de eniya AKP-MHP’ê hemû hêz û derfetên dewletê bêsînor bikaranî. Li Kurdistanê guhertina demografiyê jî di navde hemû cureyên dek û dolabên xwe yên kirêt, plansaziyên xwe yên şerê taybet pêkanîn. Partiyên muxalîf û piraniya beşa civakê ya ku dengê xwe nade AKP-MHP’ê dijmin û terorîst îlan kirin. Qirkirinên siyasî, gefxwarin û şantaj êdî bibûn kiryarên ji rêzê.
Li gel hemû hewldanên xwe yên kirêt dîsa jî eniya AKP-MHP’ê ya faşîst nekarî xwe ji têkçûyinê rizgar bike. Tirsa wana herî mezin a ku di pêvajoya propogandayê de Bahçelî anîbû ziman pêkhat. Ji Kurdistanê qayûm hatin qewirandin û metroplên herî girîngên ku qedera rêveberiya Tirkiyê diyar dikin hemû ji dest wan hatin girtin.
Di demokrasiyê de serkeftin û binketin birayê hevin. Bi qasê serkeftinê qebûlkirina binketinê jî fazîlete. Yên ku qala edaletê, qala demokrasiyê û qala demokratbûna xwe bikin neçarin xwediyê wê fazîletê bin. Rayedarên AKP’ê yên ku piştî 17 salan cara yekemîn bi têkçûnê re rû bi rû dimînin nîşan didin ku ji vê fazîletê gelek dûr in.
Erdogan piştî her serkeftina xwe ya hilbijartinan encamên sandoqan weke “îradeya mîlî” nîşan dida û desthilatdariya xwe pê dinepixand. Heman Erdogan piştî têkçûyina xwe ya hilbijartinên 31’ê adarê encamên sandoqan weke “sûcê organîze” pênase dike. Kedkarên ku li ser sandoqan pêwirdarbûne “Fetoyî” îlan dikin. Medyaya girêdayî wî îradeya ku ji sandoqan derketiye weke “derbeya sandoqan” pênase dike û hwd.
Wekî ku hemû saziyên dewletê ne dibin destê wan de bin û ne dibin xizmeta desthilatdariya wan de bin. Wekî ku bi hinceta hewla derbeyê ya “lutfa xweda” bi sed hezaran kedkarên muxalîf bi destên wan ji kar nehatibin derxistin. Wekî ku dadmendî jî dinavde hemû saziyên dewletê bi tevî xebatkarên wan ve teslîm nehatibin girtin û li dijber muxalîfan bikar neanîbin. Di berveajîkirina rastiyan de ewqasî hosta û pisporin ku mirov dibêje qey ew muxalîfin, muxalîf jî desthilatdar in û saziyên dewletê hemû di bin destê muxalîfan de ne.
Piştî 31’ê adarê hat fêmkirin ku di demokrasiya Erdogan de, dema ku ew biserkevin encamên sandoqan dibin “îradeya mîlî”, dema ku binkevin encamên sandoqan dibin “Sûcên organîze” û dibin “darbeyên sandoqan”.
Cudakarî û cotstandartiya dadmendiya dewleta Tirk a li Kurdistanê careke din bi awayeke zelal mîsoger bû. AKP’ê li Kurdistanê di sextekariyên xwe de pîvan nasnekir. Li gelek deveran bi darêzorê îradeya gel xesp kir. Li Melezgirê tenê bi 3 dengan, li Mûşê, Tetwanê, Wêranşehrê û gelek navendên din tenê bi çend sedî dengî xwe li pêş nîşan dan û şaredariyên wan deran xesp kir. Li gel betalkirin û nehisibandina bi hezaran dengên HDP’ê yên li van navendan serîlêdanên HDP’ê yên îtîrazkirinê qebûl nekirin. Ne tenê li van navendan li hemû deveran serîlêdanên HDP’ê yek bi yek red kirin. Lê navendên ku AKP tê de têkçûyî bû serîlêdanên AKP’ê yên îtîrazkirinê demildest hatin qebûlkirin û hetanî ji sandoqan serkeftina AKP’ê derbikeve bi dehan caran deng hatin jimartin.
Mînaka herî girîng Stenbolê. 11 roje deng tên jimartin û hêjî bidawî nebûye. Ji bo ku Stenbolê radestê muxalefetê nekin çi ji destê wan hat kirin û dikin. Piştî ku dîtin li gel hemû dek û dolabên xwe nekarin serkeftina xwe îlan bikin niha hewl didin hilbijartinê bidin betalkirin. Erdoganê ku li Melezgirê tenê bi 3 dengan şaredarî zeft dike li Stenbolê 14-15 hezar zêde teng girtinê têrî serkeftinê nabîne.
Têkçûna AKP’ê ya 31’ê adarê nîşanê me da ku di demokrasiya Erdogan de heke ew biserbikevin yek deng li pêş bin bes dike, lê heke muxalîf biserkevin 14-15 hezar li pêş bin bes nake. Heke ew biserkevin îtîrazên muxalîfan bêwate ne û nayên qebûlkirin. Heke ew binketîbin ji bo guhertina encaman hemû rê û rêbazên kirêt rewa ne.
Hasilî, hilbijartinên 31’ê adarê rûpoşa dijminên demokrasiyê xistiye. Yên ku bi encamên sandoqan hatine ser kar, çûyina xwe ya bi encamên sandoqan qebûl nakin. “Îradeya mîlî” ya ku ji wan re gotiye “êdî bese” nas nakin. Bi zext û zordariyan, bi dek û dolaban ancaman diguherînin. Yekane pîvanê demokrasiyê ya mayî hilbijartin bûn wan jî bê wate dikin.
Dixwazin îradeya gel teslîm bigrin, dahatûya Tirkiyê reş û tarî bikin û di wê tariyê de demokrasiyê jibinîve tune bikin. Lê berxwedana Civaka Kurd a li Kurdistanê û berxwedana eniya muxalîf a li Stenbolê nîşan dide ku wê serkeftina wan a tunekirina demokrasiyê ewqasî nehêsan be.
Êdî civakên Tirkiyê hemû dizanin; Berxwedan Jiyane.





