Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

SUC U CEZA

09/04/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Komplo, bombeya atomê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Medenî FERHO

Suc û Ceza, navê romana Dostoyevskî  ye. Lehengê nivîskar ciwanê bi navê Raskalnîkov  e û dixwaze selefkarekî bikuje, pereyên jê bistîne, di riyên baş de xerc bike û gunehkariya xwe ji holê rake. Dostoyevskî, exlakê civakê dike binlêpirsînê.

Em ê di armanca Raskalnîkov de,  suc û cezayê faşîzma tifaqa AKP/MHPê bikin bin lêpirsînê. Laboratuara  Dosteyevskî Rusya û  civaka Rusya bû!… Laboratuara faşîzma Tirkên dewşîrme,  Kurdistan û Kurd in.

Di demeke nêzîk de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartina herêmî çêbû. Faşîzma Tirk dartebeyek mezin xwar. Lê, faşîzmê dev ji îdeala xwe ya kujer (!) berneda û ji hilbijartinê derneket.  Sendoqên ku wek stuna bingehîn ya demokrasî bi nav dikirin jî qebûl nekirin. Bi “îtîraz-serlêdanê” û hejmartina dengan, rojeva li hundur û derve mijul dike, pirsgirêkên bingehîn didine jibrîkirin. Pirsgirêka bingehîn ya li Tirkiyê û Kurdistanê tecrîd e, berxwedana greva birçîbûna li dijî tecrîdê ye.

Divê Kurd, bi taybetî Kurdên li Ewropa û dostên wan lîstika “di çarçoveya demokratîk” de bibînin û bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe di her alî de xurt bikin. Vijdanê raya giştî ya cîhanê ku, hinekî şiyar bûye rakin ser piyan.

Di hilbijartinê de têkçûna faşîzma AKP/MHPê, bi tektîka stratejîk ya HDP û Haraketa Azadiya Kurd çêbû. Faşîzma AKPê/MHPê jî vê rastiyê dibîne û Erdogan jî gef li  Kurdan xwar. Mazbeteyê şaredaran  nadin wan.

Faşîzm, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li ser kar e û mîtosa diktatoran, hilbijartin, parlamento û sendoq in!.. Ev mitos, di çarçoveya demokrasî de, dikarin her cure tixuban derbas bikin. Faşîzm, ji bilî lîstikên di çarçoveya demokrasî de, şantajê, gefan dikine pratîkê. Bi vî rengê  meteforekê di nava gel de çêdikin, xwe di çavên komên xelkê de mezin dikin, wek mîtos derdikevine holê!…

Metefora faşîzma Erdogan û AKPê, di dagirkeriya xaka Kurdistanê de, di tunekirina cografya,  kultur, mîrate û nirxên gelên Kurdistanê de çêdibe.

Saziyên mafên mirovan jî, di rapor û daxuyaniyên xwe de dibêjin: Berxwedêrên li dijî faşîzma ku di “tecrîdê” de trajediyek derxistiye holê, êrî ketiye qonava melodramê. Tecrîd di kesayeta  Birêz Ocalan de li her eniya civakî û tunekirinê de bela bûye. Berxwedêrên li dijî vê bêedaletî û bêhiquqiyê  bedena xwe kirine meratş,  qonaxa krîtîk derbas kirine. Faşîzma AKP/MHPê, ker û lal e. Berdevk, qelemşor, medya şer, bi  bêşermiyek mezin de dibêjin, “rawest in, deng nekin, bila hejmartina dengan bi dawî bibin”.  Ev manewreya dehşetengîz e, wek asîta helandina movik û şanikên bedena berxwedêran e.

Dîrok neynik e; ne hilbijartinan, ne jî sendoqan, dawî li faşîzm û lîstikên demokrasiya li Tirkiyê neanîne. Yek hilbijatin jî, li Tirkiyê nebûye mekanîzmeya guhertinan. Her dem,  hişmendiya xewna tejî raz heye.

Rastiya faşîzma AKP/MHPê jî, di rengê minimal melodramîk de xuya bike jî, di eniya Kurdan de makro-dramatîk û rajîk e… Erdogan, rastiya faşîst ku wek, “Ahîta” Turk-î Îslam e,  bi gotina “beka dewletê”  eşkere kir. Armanca faşîzma dewşirme, wek Raskalnîkov kuştina xwediyê mal e. Di  pêvejoya hilbijartinê de, hem qirkirina siyasî, hem gefên li ser Kurdan, hem bombardumana li Bakur û Başûrê Kurdistanê dewam kirin.  Ev rewş,  berdewama suc e, berdewan melodramê ye!…  Hilbijartin jî manîpulekirina herî baş ya  suc e!..

Sucên Dewleta Tirk, di radeya îxaneta li dijî mirovahiyê de ne. Di  destekkirina çeteyên DAIŞê de jî hate xuya kirin, lê  desthilatdarên cîhanê, bûna Raskalnîkov!…

Faşîzma Erdogan û AKPê, bi taktîkek nû haraket dike; dixwaze  metirsîna nêzîk, şahdamarê Kurdan Gerila, xwîna di şahdamar de, welatparêz û eniya siyasî tune bike… Planekî stratejîk û sîstematîk heye û divê Kurd, bi taybetî li derveyî welat, çalekiyên dijwar bikin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.