Qasım ENGÎN
Şoreşa Azadiya Kurdistan di rastiya xwe de şoreşeke civakiye. Ev jî tê wateya ku; şoreşa civakî pêwîste teqez pergala xwe biafirîne.
Bêguman her şoreşak a civakî pêwîste ku pergala xwe ya aborî avabike. Lê dema mijar dibe Kurdistan, mêtingeriya ku li vir heyî, li ti derê cîhanê de nîne. Ev mêtingeriyeke wiha ye ku, nahêle civak li ser piyên xwe bimîne. Heta ger derfetan bibîne ewê tevahî şert û mercên jiyana Kurdan tasfiye û zûwa bikin. Bi gotinek din; di Kurdistanê de mêtingeriyek taybet heye.
Kurdê ku bi azadiya xwe ve elaqadar bibe û hewil bide hinek erkên xwe yên welatparêzî pêkbîne, herkes dizane bê di milê aborî de çawa têne perçiqandine, çawa mûhtacê dewletan hatine hiştin û her wiha çawa cih û warên wan hatine talan kirin.
Di Başûr de şewitandina bi hezaran gundan, dana koç kirina niştecihên wan, dîsa li Bakur şewitandin û hilweşandina bi hezaran gund û waran. Bi ne avakirina kargeriyan li Rojava û Rojhilat de, çawa gelê me neçarî mêtingeran hatine hêştin jî herkes dizane.
Di dîroka Kurdistanê de, civaka me ruxmî ku bi erîşên mezin re rû bi rû mabûn, dikarîbûn careke din ji ber pergala xwe ya aborî, xwe li ser piyan bigire. Civaka me xwedan aboriyek têrker bû, aboriya ku têra xwe dikir û her wiha ne dihişt ku êrîşên dijwar jî bibin û civaka me têk biçe.
Dema ku mêtingeran dîtin ku nikarin civaka Kurd di nava pergala xwe de di bişavtinekê re derbas bikin, dest avêtina aboriya civaka kurd ya ku bi hezaran salan heta roja me ya îro hatibû.
Erê, ji bo ku bikaribin civaka me di bişavtinê re derbas bikin, pêwîstî bi dînamîkên aboriya civaka me yên bi hezaran salan heta îro hatibûn tune bikin, hebû. Li gorî wan, ger vê nekin, an jî nikaribin serbêxin, ne gengaz bû ku rêjîma qirker li ser civaka me ferz bikin. Lê dema ku bikarîbûna vê bikin, û civaka me di milê aborî de li hev derbêxin, wê demê dikarîbûn civaka me li hev bêxin û heta dawî jî civaka me lewaz bikin.
Mabesta mêtingeran ev bû, hîna jî ev e!
Erê, ewqas êrîş û şewitandina gundan, bê kar hiştin, nehiştina avakirina kargeriyan, dana koçkirin, her wiha talan û wêrankirina Kurdistanê, sedemên xwe evin.
Ger em şoreşa heyî wek şoreşa nûve avakirina civaka xwe fêm dikin, nûve ji mêtingerî xelasî û xwe bi vîna xwe azad jîn kirinê fêm dikin, wê demê pêwîste ku di serî de li Rojava hêzeke xûrt ya aborî were derxistin.
Em bizanin ku li hember civaka me şereke taybet ya aborî hatiye meşandine û niha jî ev şer bi hemû amûrên xwe tê meşandin.
Lewra pêwîste ku şoreşa civakî bi xisleta xwe ve girêdayî, saziya xwe ya civakî û pergala xwe ya aborî teqez avabike.
Derveyî vê ne gengaz e ku şoreş xwe biparêze û fireh bike. Çiqasî şoreş binasaziya xwe ya civakî û aborî pêşbixe, ewqasî dikare xwe biparêze û ewqasî dikare hêza xwe ya paristinê û berxwedanê derbêxe holê.
Bi zanistiya aboriya ku têra xwe bike, ne gengaz e ku zû bi zû were hilweşandin…





