Tayîp TEMEL
Di destpêka dîroka mirovahiyê heya îro têkiliyên civakî ji bo mirovahiyê pîvanek bingehîn a hemdemîtiyê ye. Encamê qutkirina têkiliyên bi derdorê re, bi tenê mayine. Tenêmayîn jî bi xwe re izole bûnê ango tecrîtbûnê tîne.
Aliyê bi tenêhiştinê yê girîng tecrîda ji ber sedemên siyasî ye. Di dîroka şeran de pir caran li ser dîlên şer rêbazên tecrîdkirinê ji alîye serketiyên şer ve hatine bi kar anîn. Lê di encamê her şerî de rêbazên îzolekirinê nehatine emilandin. Ji ber ku di şerekê ku têkçûyi û serketî yên wî kifş dike pêwîstî bi tecrîdê nayê dîtin. Kesekî tekçûyî ji serdest û serketiyan re nabe tehdîtkar. Ango di şerên ku serketî ne diyar de hewildanên têkbirinê xwe bi riyên cuda nîşan didin.
Serketî û serdestên şer piştî ku dijminên xwe têk dibin, berî her tiştî dixwazin sembol û nîyanên gel ji holê rakin. Pir caran desthilatdaran bi dardakirina serok û pêşengên serhildanan ev yêke bi cih aniye. Ev encam jî xuya dike ku kesên di şer de serketin bi destxistine, heke ji hêza gel netirsin serokên raperîna darde dikin.
Fikr û ramanên Îsa pêxember, ji ber ku ji deshilatdariya împaratorên Romayê re mîna tehdîtekê bûn ew hate çarmixkirin.
Îbrahîm ji ber ku li hember xwedayên derewîn serî rakiribû, Nemrûdan ew bi saxî avête nav agir.
Desthilatdarên demê nehiştin ku Îsa û Îbrahîm gel şiyar bikin. Serdestan bi ya xwe pêwîstî nedîtin ku wan ji civakê biqetînin û tecrîd bikin. Ji ber ku ew di nav gel de ne bi rêxistin bûn û mûxalefetek civakî li şopa wan tune bû, ew bi hêsanî ji holê hatin rakirin
Napolyon dema ji aliyê dijberên wî ve ji text hat xistin ew şandin Birîtanyayê û ji wir jî mişext kirin grava St. Helena. Napolyon fermandarek bû ku evîn xistibê dilên leşkerên bi bin fermandariya xwe de. Têkiliyên wî bi arteşê hatin qutkirin. Ew ne bi tenê bû, bi xulamên xwe re bû. Armanca dijminên Napolyon ew bû ku di nav demekê dirêj de wî bi alîgirên wî bidin ji bîrkirin û pişt re jî wî birizînin. Tecrîda li ser Napolyon, li grava St.Helena ew kuşt lê Napolyon ji rûpelên dîrokê ne hat derxistin.
Di dîrokê de tenêhiştina herî giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev 20 sal in Ocalan bi tenê di hucreyekê de tê girtin.
Kurdan di têkoşina 40 salan de gelek çeper standin. Bi pêşengiya Ocalan ev yeke pêk hat. Ev 20 sal in her çiqas di bin tecrîdê de be jî afirîner û pêşengê Tevgera Kurd jî birêz Ocalan e. Sedemê tecrîda giran a li ser Ocalan pêşengiya wî ya mezin e.
Îro rewş dide nîşan ku tirsa dewletê ya ji Ocalan, bi tecrîdkirinê jî ji holê ranebûye. Dewlet ji gotinên Ocalan jî ditirse. Sedema astengkirina hevdîtinên di navbera Ocalan û parêzeran de tirsa tirsonekên ku ji gotinên wî xofê dikin e.
Gelo di kîjan şert û mercan de mirov ji gotina ditirse? An jî kî ne yên ji gotinan ditirsin?
Belê…Armanca serdestan ew bû ku bi dîlgirtina Ocalan, tekoşîna rewa ya gelê kurd têk bibin û bi vî awayi Ocalan bi kurdan bidin jibîrkirin. Ocalan her dem, di nav hemû şert û mercên giran de hilberînên mezin pêk anîne. Di bin tecrîda di Îmralî de Manîfestoya Aştî û Demokrasiyê afirand. Pêvajoyek herî giran û bi zehmet bi pêş xist.
Niha pirs ev e, gelo kê kî dil girtye?
Herkes jî dizane ku yên bi gotinên xwe dewletekê neçar dihêlin û ditirsînin bi serketî ne. Dîrok jî nîşan dide ku hêza gotinên mirovên mezin, nebaşan ditirsînin.





