Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DAIŞ çû dora Erdoxan e

08/04/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rihê 8’ê Adarê, rihê Leylayan û Avesta ne
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Hilbijartinên xwecihî yên Tirkî pêk hatin. Lê belê hîn bi dawî nebûye. Jiber ku AKP’ê di nav heriyê de maye. Binketinên xwe napejirîne. Ev jî yek ji taybetmendiyên faşîzmane. Her tişt ji bo desthilatdariyê ye. Çawa ku Tirkî hilbijartinên ne asayî çêkirin, ewê encam jî ne normal be. Li cihekî mîna Istanbol’ê, dixwaze her di riya red kirina encaman de, zextê li ser muxalefetê bide meşandin. Ji xwe rewşek hilbijartinê li Bakurê Kurdistanê nebû. Tenê şer û êrîşeke vekirî hebû. Bi eşkereyî HDP’ê teror hate ragihandin. Her wiha gelek şaredarî bi zext û hîlebaziyê girtin. Hemû ne razîbûnên HDP’ê hatin red kirin. Winda bûna Istanbol’ê ji bo AKP’ê windayiyek ku telafîkirina wê zehmet be. Hêza Istanbol mîna dewletekê ye. Ew şaredariyên ku Erdoxan bi rant û bi bêrêtiyan bi destxistine, AKP’ê fînans kiriye. Ew çîna kapîtalîst a derdora desthilatdariyê de, dê dîsa li Istanbol’ê bê xwedîkirin. Ji bilî îmkanên aborî, amadekariya psîkolojîk ên xebatê jî pir girîng e. Erdoxan bi xwe jî gotibû ku “Yê Istanbol’ê winda bike, wekî ku Tirkiyê ji dest winda kiribe.”

Erdoxan niha jî tirsa ku Tirkiyê ji dest wî here jiyan dike. Ji bo wê jî di nav heriyê de maye, tevayî metirsiyên exlaqî û hiquqî avêtiye milekî. Ji bo ku ew Istanbol’ê ji dest ne de, li berxwe dide. Di kesayetên mîna Erdoxan’ê  faşîst de, pîvanên exlaqî û rastiyan nayê dîtin. Di demkê de ji Behçelî re “serê cumcume” digot. Digot ku ew li ser xwîna mirovan xwe xwedî dikin.

Ji bo ku riyên nû ji xwe re veke bi xemgînî digot “Pirsgirêka kurd heye, ew pirsgirêka min e jî”. Gotinên mezin yê mîna ku “Divê dayîk negrîn” ji devê wî derdiket. Niha jî dibêje bila kurd biçin başûrê Iraqê. Dibejê ku tiştek bi navê kurdistan tuneye, ew kesên ku welat diparastin dev jê berdane.

Dema bi tangan êrîşî bajarê wekî Sur û Cizîrê dikirin, bi sedan ciwan dihatine kuştin, Erdogan li hember ekranên televizyonan ji artêş û polîsên xwe re digot hunê bê rehme êrîşî wan bikin. Ew gotinên ku dibêje “Ez zextê li ser kesên hilbijartî nakim ” yê wîne. Û niha rêbazên binpêkirî li ser wan kesên hilbijartî dide meşandin. Serokê şaredariyan û parlamentoyan dixe girtîgehan de. Li tevayî rewşenbîr, çapemenî û akademîsyanan tehdît û gefan dixwe.

Ew serokekî ku dinav gelê xwe de, xwedî hejmarên herî bilind yên gumankirî û dadgehê ye.

Di derbarê Erdoxan de gelek gotin hene. Pirsgirêk ne di gotin anjî şîrovekirinê de ye, lê tu carî nabe ku ew kiryar û binpêkirinên hatî kirin ji nedîtîve bên. Ev 17 salin ku welat bi rêvedibin. Di van salan de binpêkirinek û bê mafiyek nema û nekirin. Ew bi hilbijartinê hatibû, lê naxwaze ku bi hilbijartinê biçe. Hevbeniya ku bi Bahçelî re kiribû jî li ser esasê konsepta şerê li dijî Kurdan bû. Dema ku milê xwe da milê ergenekon bûn sedema kuştina bi deh hezran însana, di heman demê de aboriya Tirkiyê xistin nav aloziyê de.

Kurd bi tevayî ji çavên xwe derxistibê û propegandeya hilbijartinê jî li ser netewperestiyê da avakirin. Çawa ku di qada hilbijartin û çapemeniyê de belaya xwe avêt HPD û Kurdan, li ser sendoqan de jî vê carê belaya xwe ji kurdan dîtin. Bi dengên kurdan û tektîkên wan yê hilbijartinê, Tirkiyê ew bajarên mezin winda kirin. Tirkiya ku hêz û moral dida muxaleftên xwe, li beremberî wê HDP’ê bi serbilindî sekinî. Berxwedêrên HDP’ê û kurd, ew nexşeya siyasî ya Tirkiyê dane guhertin. Ev jî bû sedema ku kîmyaya Erdoxan xira bibe. Ger ne ji menavereya HDP’ê ba, bi helwesta CHP û Kılıçdaroglu wê ev encam ji hilbijartina derneketiba holê.

Erdoxan ji niha û şûnve wê çi bike? Teqez ewê têkçûyînê qebul neke û helwesteke dîmokratîk nîşan nede. Lê belê wî derbeyeke giran jî xwar. Ew di hilbijartinên 7’ê Hezîran’ê de jî desthilatdariya xwe winda kiribê. Dîsa bi derbaskirina HDP’ê ya bendavê re AKP’ê piraniyê winda kir.

Di dana sekinandina derbeya hilbijartinan û bi pêkanîna komkujiyan re girtina hilbijartina domand. Tevî hemû kiryarên dij demokratîk jî  lê dîsa di 31’ê Adarê de şiqam xwer. Di hundir de qada wî ya tevgerkirinê zêde nema. Ya ewê hewil bide ku ji eniya faşîstan xwe bikşîne û di turkiye de asayîbûnê û nakokiyên bi kurdan re nerim bike, an jî ewê lez bide polîtîkeya xwe ya şer û komkujiyan. Di halî hazir de, tu halê wî yê ku bawerî bi kesek bîne nemaye. Ewê AKP’ê hîna çiqasî li ser piyan bimîne, ne diya re.

Me got ku qada tevgerkirina Erdogan teng bûye. Tu Hêzek jî berneda ku di hundir de pê re îtîfaqan çêbike. Heman rewş ji bo derve de jî derbas dare. Bawerî nade  NY, Awrûpa û welatên ereban jî . Pêwîste em li bende bin ku ewê hîna zêdetir nakokî zêde bibin. Dibe ku AKP’ê vê nexwze jî, lê ji desthilatdariyeke ku  zeyîf bûye re  ewê mîna berê jê re tolarans neyê nîşandan. AKP, Rûsya, NY û welatên Ereb, nikarin weke berê ew nakokiyên bi Îranê ji xwe re bikar bînin. NY’î ew dengê ku çûbê êdî bilind dike. Bi taybetî ji têkîliyên Tirkî, Îran û Rûsiya yê acize. JI ber ku Erdoxan hemû Nusra û û çeteyên Ixwanan li derdora xwe civandiye, welatên Erebe tu kirêdî ji Erdoxan re venakin! Wisa tê xuyakirin ewê tirkiye ji bo ku eniya xwe ya şer ji qirîzê xelas bike, dîsa berê xwe bide kurdan. Îhtîmala êrîşkirina li ser Rojava, bombebarkirina Başûr û îşkalkirina wê xurte.  Lê çi bike bila bike, teqez ewê  rewşa wî ji dema beriya hilbijartinan jî hîn zayiftir be. Ewê berxwedanî û vîna xwirt ya kurdan zûtirîn dawiyê li faşîzma Erdoxan bînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.