Derwêş M. Ferho
Her kes hemfikir e ku têkoşîna ji bo azadiyê bi alîkariya raya giştî ya navneteweyî zûtir dighe amanca xwe. Mînakên vê mijarê li cîhanê gelek in. Ji wan çend û mînak û rewşa li Kurdistan di çi astê de ye?
Li Fransa hêzên faşîst dixwazin darbeyekê pêk bînin (1924). Xelk bi pêşengiya demokrat û rewşenbîran rê li ber wan digrin. Hêzên navneteweyî, demokrat, çep, komunist û sosyalîst piştgiriya berxwedan gel dikin. Li vira jî rewşenbîran behsa rola xwe ya “rewşenbîr bê alî ne” nekir. Ew raste rê ketin nava hêza demokratîk û bûn beşek ji eniyê.
Di sala 1936 de li Spanya di bin serokatiya Franco de dest bi darbeya leşkerî dibe. Hikûmetên Alman û Îtalya piştgiriyê dikin. Rayedarên Britanya, Amerîka û Fransa bê teref dimînin. Dengê xwe nakin. Lê li temamiya Ewropa û gelek welatên din kes û hêzên alîgirê demokrasiyê terefê hêzên democrat li Spanya digrin. Ne gotin rewşenbîr û akademisyen di siyasetê de bêteref in. Rewşenbîr, akademisyen, siyasetmedarên democrat, çep, sosyalîst, komunîst, … xwendekar, bi yek dengî û biryar dijî hêza faşîst li Spanya eniyê pêk tînin. Di demeke kurt de ji 40 hezar şervanên internasyonalîst zêdetir hatin Spanya û diji faşîzmê ketin nava eniya şer. Bi taybetî di 1939 de şerr pirr gurr bû. Ji wan beşekî mezin şehîd ket. Çavkaniyên cuda, şervanên ji cî û navneteweyî bi hevra behsa 500 hezar şehîd dikin. Heta niha jî kes nizane gora gelekan ji wan li ku ye. Rejîma faşîst ya Franco heta 1975 dom kir.
Di şerrê cîhanê 1 de (1914-1918) û şerrê cîhanê 2 de ne bes dewletên cuda ketin nava şerr û li dijî faşîzma Alman, Spanya û Îtalya têkoşîn kirin. Hêzên dilxwaz jî roleke gelekî mezin, ji hêzên dewletî cuda kedên mezin dan. Şehîd dan. Komên berxwedanê avakirien û li ciyên cuda bûne sedemên serketinê. Li Ewropa, li Balkanan, Latîn Amerîka, Rojhilata Navîn, gelek mînakên weha hene û bi sedan berhem li ser vê yêkê hatine nivîsîn, weşandin.
Di têkoşîna Kurdistaniyan de li dijî faşîzma dewletên dagirker ev rastî di nav Tevgera Aazadiyê ya Kurdistan de tê dîtin. Mînaka herî darîçav û serbilind ya li Rojavayê Kurdistan e. Di destpêkê de bi saya hêzên YPG/YPJ (Yekîneyên Parastina Gel/Yekîneyên Parastina Jin) û vê dawiyê jî QSD (Hêzên Sûriya Demokratik).
QSD ji hêzên herêmê, ji nava hemû gel û olên cuda pêk hatiye. Gelek kes û hêzên navneteyî jî di nava QSD de cî girtine. Bi hevra li dijî faşîzma dewletên herêmê têkoşînê dikin. Ev têkoşin tev bedelên mezin, şehîd û malweranbûnê, hevîyên gelekî mezin dide. Tiştê darîçav, ne bes şervan dikevin nava eniyê û vê têkoşînê bi rê ve dibin. Gelê herêmê jî bi derfetên xwe, bi çalakiyên cuda li vê têkoşînê xwedî der tên. Ev jî tê wê wateyê ku hêvîyên serketinê mezintir dibe.
Yek ji mînakên balkêş banga Rûspiyên Civaka Efrîn-Şehba, Şêxên Ereb, Serokên Eşîrên herêmê, berpirsiyarên gel û olên cuda dijî faşizm û dagirkeriya dewleta Turk li herêmê ye. Ew bi yek dengî dixwazin Sûriyeke demokratîk ava bikin.
Tekoşineke serketî li welêt dibe. Ew têkoşîn berfereh e. Hemû hêz xwe di nav de dibînin. Pirs erk û wezîfa me li dervayê welat çi ye? Her derfet û dem bikar bînin ku em jî bibin alîkarê serketina vê têkoşînê yan bêjin em rewşenbîr bê alî ne û nabin teref? Kesên bêjin em bê alî ne bila herin fîlozofê navdar Sartre bixwînin ka çawa ew dijî faşîzm û dagirkeriyê dikeve nava eniya azadîxwaz.
Lê xwedîderketin û navneteweyîkirina têkoşîna QSD ji bo jiyaneke azad li herêmê erkê me ye.





