Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şiklê Hizirandina Civakên Gerdîşperest

06/04/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ol û Civak -2-
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Îro angaştek heye kû dibêjin modernîte ji hev hatiye felişandin û serdema postmodernîtê tê jiyan kirin. Ev angaşt ne ji îro ve heye. Demeke dirêje gelik nivîskar li ser vê babetê disekinin û serê xwe pêve diêşînin. Devjeniya li ser vê mijarê tê kirin, pirrê caran ji cihî vedere. Ango rastiya van devjeniyan û ev angaştên hene ji bo hemû erdnîgariyan ne derbasdare. Raste, ev angaştên hanê ji bo hinek erdnîgarî derbasdarin. Xwediyên van hizran ji  van angaştên xwe, li gor erdnîgariya ew di têde dijîne didin pêş. Ya rast, li gelek erdnîgariyan de, dev ji postmodernîtê berdin, hêj modernîte tam nehatiye jiyîn. Ev angaşta min ne ji bo bajarvaniyê ye, ji bo şiklê hizirandina civakî ye. Dibe kû li gelik welatan bajarvaniyên modern hatibin ava kirin. Lêbelê di warê şiklê hizrê de, yê şiklê jiyanê de hêj ew guhertin çênebiye. Gelik civakên rojhilata navîn, yên Efrîka, yên Asya dûr di vî warî de van nakokiyan dijîn. Ev nakokiyên di nava mekanên fîzîkî û hizirandina civakî ya gerdîşperest de, jiyana civakan jî têxe tengiyê de, xeterê de. Ji ber ku şiklê hizirandina civakên gerdîşperest, ewan sembolên modernîzmê li xwe xerîb dibîne. Ewan dûrî jiyana xwe, rastiya xwe dibînin. Cîhana ramana civakên kevneşoperst, têkiliyên wan yên rojane, yên civakî ji bo wan tişteka pîroze. Li gor hizra wan, ew sembolên modernîtê tenê ji bo wana alaveke kû ew demê xwe di têde biborînine. Şiklê hizra wan, ewan sembolan nahewîne di nava têkiliyên xwe yên civakî. Ji ber ku li gor hizra wana têketina wan sembolan ya di nava ramana wana de, hilweşandina şiklê hizirandina civakê bi xwe re tîne.

Şiklê hizirandina civakên kevneşoperest, sazîbûna bingehê civakbûna wana ye. Ev mekanîzma hanê ji bo parastina nirx, civak, kevneşopî, malbat, irf û edet xwe bêhempa dibîne. Ev şiklê hizra kû xwe bêhempa dibîne, hêza xwe ji rehên xwe û bandora xwe ya li ser civakê distîne. Şiklê ramana civakên gerdîşperest, mejiyê civakê bi awayekî xurt dorpêç kiriye. Ne tenê mejî her weha giyanê civakê jî xistiye di nava qalibên hişk de. Têkiliyên civakê bi sed salan li gor van qaliban bi rê ve diçe. Ji ber wê pejirandina sembolên nû, ji bo civakên gernîşperest pirr zore. Civakên kevneşoperest di giyanê xwe de, di jiyana xwe ya rojane de xwe pirr zêde girêdayî koka xwe dibînin. Ew parastina nirxên xwe, ya irf û edetên xwe, ya şiklê hizirandin û jiyana xwe, ya têkiliyên xwe yên civakî ji pêşiyên xwe wekî emanet dibînin. Li gor hizra wana neparastina van gişan, li hemberî pêşiyên wana xiyaneteke mezine. Ji ber wê, li gor wana, divê ew vê xiyanetê li pêşiyên xwe nekin. Divê ew emanatê pêşiyên xwe biparêzin û ew ji vî emanetî dewrî nivşên nû bikin. Şiklê hizirandina civakên kevneşoperest bi awayekî hêsanî û di demekî kurt de nayê guhertin. Ji ber kû ji hizir û ramanên nû re girtiye. Di vî warî de zêde hişke û berxwedêre. Ji ber wê jî ev civakên gernîşperest paşve dimînin. Guhertinên civakî, bi şiklekî gelek giran pêk tên. Her weha pirrê civakê ji xîzan dimîne. Teknolojiya di roja me de di vî warî de bandora xwe zêdetir li van civakan jî dike. Gelo ma ev civakên hanê wê bikaribin xwe ji hizrê nû biparêzin? Na, lê hê ji wê li ber xwe bidin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.