Idrîs Henan
Sedsala 21an qirna tacîdarkirina serkeftinên gelê Kurd bi serketina têkoşîna wî ya mafdar e. Di heman demê de sedsala têkbirina faşîzmê û dûvikên wê yên teror e. Cara yekê ye ku gelê Kurd li gelek eniyan bi hev re berxwedaneke topyekûn dimeşîne û bi ser dixe. Neyarên mirovahiyê bi qasî ku gelê Kurd dipişaftin û qir dikrin, êdî hatibû keviya tunebûnê. Her bizaveke neteweyî li kuderê diba bila bibûya, rastî hemleyên tund ên der mirovî dihat. Hemû tevgerên Kurdan ên azadî û demokrasiyê bi rêbazên ji hesin û pola yên faşîzana dihatin qelandin û jiholêrakirinê. Li ber rûyê hemû dunyayê û bi taybet li pêşberî civaka Kurd, rêber û lîderên Kurdan bi dara sîdarê dihatin daleqandin. Wisa li civakê dikirin ku qet nefikire carek din serê xwe hilde û ne azadiyê xeyal bike. Lê ji ber ku gelê Kurd gelekî di cewherê xwe de zindî û xwedî enerjiya resen a Rojhilata Navîn e, bi awayekî gerdûnî ji bo hebûna xwe biparêze li ber xwe dida. Bi xişaxişan be jî xwe anî sedsala bîstan. Lê êdî rehên wî hatibûn keviyên ziwabûn û hişkberiyê. Celadên Kurdan rojane û kêlî bi kêlî, di her rabûn û rûnişkandinê de gelê Kurd ji ser axa wî diqewitandin û sirgûn dikirin. Dawîtirîn celadê Kurdan Tayîb Erdogan jî beriya çend rojan eşkere eşkere û li ber rûyê cîhanê digot “Kurdistan li vir nîne, hûn Kurdistanê dixwazin bicehimin bakurê Îraqê”. Tehemula wî ya navê Kurdistanê jî nîne. Ew daneheva qirêjî û kirêtiya faşîzma “gobal” e. Gelê me hatibû vê sewiyê ku êdî nola koçberan li ser axa xwe bijî. Alî yan kesê dixwest bibûya desthiladar û hakimê mutleq, xwe li hebûna Kurdan diceribandin. Bi qasî gelê Kurd têk bibin û Kurdistanê kolonyalîze bikin destpot dibûn.
Di qeta dawî ya sedsalê de û bi daneheva bizav û tevgerîna şoreşgerî ya gelê Kurd û cîhanê, li Kurdistan û Rojhilata Navîn rohniya azadiyê ji nû ve vêket. Lê hîcar çirûska teqîna sedsalê dişibî teqîna yekemîn a avakirina gerdûnê. Tevger û bizava Kurd a şoreşgertiya hemdem êdî teşe digirt. Bi girûpa xwendekarên zanîngehên mitropolan, kelehên kolonyalîzmê ji hindir ve dihatin fetihkirin û herifandin. Di esas de nola pêvajoya jiyana peyambertiyê li vê tevgerîna Kurdan hatibû. Hîna ji salên 1949’an ve bi qêrîna 4 Nîsanê ya li gundê Amaryê welidîna vê bizava şoreşgerî hate ragihandin. Pê re jî dîrokê ji nû ve belgenameya zayîna gelê Kurd xêz kir û gelê ku li ber qiraxên dagirkerî û sirgûnê dihate çêrandin, bi nasnameya xwe ya nû li ser kokên xwe yên resen hişîn hat û bû pêşengê xeyalên azadiyê.
Encamên vê welidînê di roja me ya îro de diyarker û ber bi çav in. Îro bi saya vê tevgera dîrokî gelê Kurd li ser piya ye. Bi hişmendiya ku afirandiye re jî terora cîhanî li Baxozê têk dibe û qet bi qet axa Kurdistanê ji bin nîrê dagrkeran rizgar dike. Duh jî li navenda keleha dagirkeriyê faşîzm têk bir. Li Bakurê Kurdistanê û navendên metropolên xefik û plangeriyan, derî li rûyê faşîzmê hat girtin û pêhênek li pişta wê ket. Jê re hat gotin “êdî tu bicehim û derkeve, ev der welatê me ye”. Wisa lê hat ku gotin di qirika faşîzma “global” a Erdogan de fena striyekê ma û xeniqand. Êdî nasnameya ku xwe dispêre qêrîna 4 Nîsanê ya welidîna lîderekî efsanewî bi gerdûnbûyîna xwe bi ser dikeve.





