Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk di dijberiya Kurda de binket

05/04/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xweserî, perçebûn, siyaseta dagirkeriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Ezîz KOYLUOGLU

Dewleta Tirk a dagirker ya faşîst di hilbijartinên xwecehî de jî êrîşê xwe yê li ser gelê Kurd domand. Êrîşkariya dewleta Tirk ji damezrandina xwe heta niha Kurdan ji bo xwe wek metirsiya herî mezin pênasekir. Îro jî ev dijwartir bûye. Lê di hilbijartinê xwecehî yên bakûrê Kurdistan û Tirkiyê de jî careke din eşkere bû ku, Kurd rola bingehîne. Kurd berê xwe bidin kê wê ew li Tirkiyê biserbikeve. Lê êdî xuya buye ku êrîşkariya dewleta Tirk, sînorê xwe yê siyasî derbas kiriye û li çar perçê Kurdistanê siyaseta tinekirina Kurdan ji bo xwe esas digre. Rayadarên Tirk hîn encamê hilbijartinan eşkere nebibû, di peyamê xwe yên destpêkê de Kurdan armanc kirin.

Di siyaseta dewleta Tirk ya li ser Sûriyê de jî, dijîtiya Kurdan esas bû. Dewleta Tirk ya ku digot ew ê li Sûriyê rêjîmekî ‘Birayê Misliman’ bidin avakirin, di şeş mehan de wê li ‘Mizgefta Emeviyan limêj bikin’ dîsan armanca esas Kurd bûn. Dewleta Tirk ji aliyekî li dijî mezhebê Wehabî yê Erebîstana Sûdî, ji aliyekî din li dijî mezhebê Şîî yê Îran li Sûriyê siyasetek meşandibe jî, lê di êrîşên DAIŞ de eşkere bû ku wan aliyên siyaseta dewleta Tirk hebe jî, dijberiya Kurdan, Tirkiyê xist nava Sûriyê.

DAIŞ wek hevkarê dewleta Tirk dema êrîşî ser Kurdan kir, yê herî kêfxweş bû, rayadarên dewleta Tirk bû. Tenê li Rojavayê Kurdistan, li başûrê Kurdistan bi rêya DAIŞ, dewleta Tirk xwest di Kurdan de şikestinek çêbike. Lê dewleta Tirk ya dagirker dema dît ku bi rêya DAIŞ nikare biser bikeve, DAIŞ wenda dike, bi Artêşa xwe beşek ji Sûriyê û Iraq dagirkir. Ev dagirkeriya liser axa Kurdan, ji aliyê rêjîma Iraq û Sûriyê ve jî bibêdengî hate pêşwazî kirin. Jiber ku herdû rêjîm tehdîda dewleta ya li ser Kurdan ji berjewendiyên xwe didîtin, dibîne.

Ev hevkariya dagirkerên Kurdistan, ji aliyê beşek partiyên Kurd ve jî tê destek kirin. Bi taybet partiyên dibin sîwana Partî Demokratî Kurdistan (PDK) serkêşiya ev siyaseta hevkariya dagirkerên Kurdistan dike.

Divê baş bê zanîn ku 2012’an heta niha êrîşên ji aliyên komên çeteyan li ser Rojava pêkdihat ew ji aliyê dewleta Tirk ve dihate meşandin. Ev êrîşkariya dewleta Tirk bi DAIŞ re gihaşt asta herî jor. Ji aliyekî mirov dikare bêje, êşên gelê Sûriyê heta niha kişandiye, encama siyaseta êrîşkar û faşîst ya dewleta Tirk e.

Dewleta Tirk ya dagirker ku siyaseta xwe li ser tine kirina Kurdan avakiriye vedişart. Di wan çend salên dawî de hinek din jî rûyê xwe yê rast ji herkesê re eşekere dike. Li bakûrê Kurdistan bi sed hezaran Kurd neçarî koçberiyê kir, li Sûr, Cizîrê, Nisêbîn, Şêrnex bajara xerab kir. Bi sedan mirov kuşt û yan jî xist zîndanan. Ji welatên cûda mirovê koka wan Tirkin, li bajarê bakûrê Kurdistan bicih dike. Li bajarê wek Şêrnex’ê cihê Kurdan nehiştiye. Dewleta dagirker û faşîst ya Tirk lez da guhertina demografiya bakûrê Kurdistanê. Ev siyaseta dewleta Tirk xwe di hilbijartinê xwecehî de jî daxuya kirin.

Bi kurtayî dewleta Tirk yek tişt dibêje, dibêje bila Kurd di nava aramî, azadî û demokrasiyê de jiyan nekin, çi dibe bila bibe. Ji bo wê jî hemû dîplomasiya xwe, siyaseta xwe ya hundir, têkiliyên xwe bi rejîmê dagirker re li ser dijberiya Kurdan tevger dike. lê di hilbijartinên Tirkiyê û bakûrê Kurdistan yên xwecehî de jî eşkere bû ku ev siyaseta niha biserkêşiya AKP û MHP dimeşîne bi dewleta Tirk wê bide wenakirin, dide wendakirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.