Mihmed ŞAHÎN
Helwesta civaka Kurd a 31’ê adarê plansaziya çongdanîn û teslîm girtinê têk bir.
Di çil salên dawînde hikûmetên ku di şerê tunekirina Kurdan de israr kirin hemû yek bi yek têk çûn û çûn sergoya dîrokê. Rayedarên AKP’ê dizaniyan ku heke di şerê teslîm girtin û çongdanîna Kurdan de bisernekevin wê bi heman qederê re rûbirû bimînin.
Lewre di çar salên dawînde di kiryar û hovîtiyên xwe de tu pîvan nasnekirin. Bi piştgiriya Ergenekoniyên dewleta Kûr û eniya nîjad perest çi ji destê desthilatdariya AKP-MHP’ê û hevlabendên wan hat kirin.
Piştî çar salan encamên hilbijartinên xwecihî wê asta serkeftina plansaziya wan diyar bikira. Lewre propogandaya xwe ya hilbijartinan bi tevahî li ser dijberiya Kurd meşandin. Ji bo serkeftina xwe hemû nirx, pîvan, hiqûq û makezagona xwe binpêkirin. Hemû cureyên zext û zordariyan bikaranîn. Bênavber qirkirina siyasî domandin. Hêza dewletê xistin bin xizmeta xwe û Li gelek deveran ketin nava hewldanên guhertina demografiya Kurdistanê.
Piştî van kiryarên xwe di nava xefleteke mezin de hêvî dikirin ku bi serkeftina xwe ya hilbijartinên xwecihî serkeftina plansaziya xwe ya çongdanîna Kurd ragihînin raya giştiya Tirkiyê û cîhanê. Ewqasî bi xwe bawer bûn ku qeyûmên xespkarên îradeya Kurd weke namzet derxistin pêşberê civaka Kurd. Xwestin Kurd bi destê xwe fermana mirina xwe îmze bikin.
Civaka Kurd civakeke polîtîk û zana ye. Ji plansaziyên wanên kirêt, ji dekûdolabên wanên nebixêr haydar bû. Bi şîara “emê qeyûman ji Kurdistanê biqewirînin û di metropolan de wan têkbibin” helwesta xwe ya stratejîk û dîrokî diyar kir û li benda roja hesabpirsînê sekinî.
Di 31’ê adarê de bi vîna berxwedana zîndanan û bi coş û kelecena Newrozê herikî ser sandaoqan. Li gel siyaseta kambax a CHP û ÎYÎ Partî jî ji biryardariya xwe ya qedîm û pîroz tawîz neda. Bi sekna xwe ya birûmet, bi biryardariya xwe ya berxwedêr, bi vîna xwe ya ji pola berxwedana xwe ya çar salên dawîn bi serkeftineke dîrokî tacîdar kir.
Li navendên berxwedanên xweseriyê bi rêjeya ji sedî heftê zêdetir li berxwedana xwe xwedî derket. Hişmendiya xespkar û qeyûmên wê ji Kurdistanê qewiradin. Li milê Tirkiyê piştî 25 salan metropolên weke Stenbol û Enqerê ji destê AKP’ê derxist, dîsa metropolên stratejîk yên weke Antalya ji destê AKP’ê, motropolên weke Edenê û Mersînê jî ji destê MHP’ê derxist radestê CHP’ê kir.
Li Idirê û Qersê eniya dewletê ya ku ji hevkariya her dû tifaqan pêkdihat têkbir û li Enqerê Mansûr Yavaş’ê faşîst rehabilîte kir. Waneyeke dîrokî da CHP’ê ya ku di bin navê muxalîfiyê de bi siyaseta xwe ya kambax her tim xizmeta eniya faşîst dike. Bi sebir û hostahiya xwe rê û rêbazên serkeftinê, nirx û pêvanên exlaqî yên muxalifiyê nîşanê Kiliçdaroglu û hevalbendên wî da.
Edeba Kiliçdaroglu têr nekir li pêşber kamerayan spasiya civaka Kurd bike. Lê Kiliçdaroglu û hemû kes baş dizanin ku yê ku AKP-MHP’ê têk bir û CHP biserxist biryardarî û berxwedêriya civaka Kurd e.
Erdogan bê şikûguman dizane ku civaka Kurd wî têkbiriye. Lê naxwaze têkçûna xwe ya bi destê Kurdan li xwe mikûr were. Dizane ku mikûr hatin tê wateya qebûl kirina têkçûyina plansaziya wî ya çongdanîna civaka Kurd û tê wateya çongdanîna wî bixwe. Lewre hewl dide çend navendên biçûk ên ku bi guherîna demografiyê li Kurdistanê bidest xistine weke serkeftina plansaziya xwe ya çongdanînê nîşan bide û têkçûyina xwe ya metropolan binixumîne.
Lê ne hewldanên Erdogan û ne jî bêrêziya Kiliçdaroglu wê nekaribin heqîqetê biguherînin. Di 31’ê adarê de sekn û biryardariya Kurdê berxwedêr qedera hilbijartinan diyar kiriye. Wê dîrok 31’ê adarê weke roja destpêka têkçûyina AKP’ê pênase bike.
Hasilî, piştî 16 salan cara yekemîn Erdogan têk çû. Efsûna wî ya têkneçûyinê tune bû. Karîzmaya wî ya debdebe wêran bû. Êdî Erdoganekî per û bask şikestî heye.
Yên ku biryara plansaziya çongdanîna civaka Kurd dabûn îro bi çongdaninê re rûbirû ne. Û çûna wan a sergoya dîrokê gelek nêzîke.





