Farûq SAKIK
Sal 2004,di bin pêşengiya saziya Federesyona Komeleyên pişgiriya Huquqî a Malbatên girtiyan- TUHAD-FED’ê de ber bi Amara meşek hat lidarxistin.
Berî meşê amadekariyek mezin hat lidarxistin û dema ku ew roj hat ji herderê Kurdistan berbi Amara meşek destpêkir.
Wek çemek, wek rûbarek mirov ber bi Amara diherikîn.
Astengî û êrîşên hêzên dewletê nikarîbû pêşî li vê meşê bigirin.
Û meşiyan bi şev bi roj. Peyatî anjî bi wesayitan meşiyan.
Kurdên ku berbi Amara di meşiyan gelek bi coş û heyecan bûn.
Belkî cara yekem bû ku gelek kurdan ev gund ev avahiya ku Ocalan lê hatibû dunyayê didîtin. Ev yek her sal dewam kir.
Û sal 2009.
Dîsa kurd ji bo pîrozkirina rojbûna rêberê gelê kurd amadekarî dikirin. Ji gelek deveran sedhezar mirov ber bi Amara diherikîn. Di nav van kesande 2 kurd bi navê Mahsûm Karaoglan ji Amedê û Mustafa Dag jî ji Pirsûsê birêketibûn.
Mahsûm Karaoglan
Tam 2 sal piştî ku qehremanê kurd, fermandar Mahsûm Korkmaz- Agît, di 28’ê Adara sala1988an de li Erganî zarokek malbata Karaoglan hat dinê navê wî Mahsûm danîn. Lê di nav malê de herdem jêre gotin Agît.
Di 6 saliya xwe de koçî metrepolên Tirkiyê kir. Li vêderê dibistan xwend û piştî dibistana Lîse li zanîngeha Dîcle dest bi xwendinê kir.
Mezin bû rihê şoreşgerî û kurdiyetiyê roj bi roj mezin bû. Di nav xebatên ciwanan de cîh girt.
Di 3ê Nîsanê de dema meşa Amara destpêkir, Mahsûm Karaoglan amadekariyê xwe temam kiribû û berbi Amara birêketibû.
Mûstefa Dag
2 sal piştî cûntaya 12’ê Îlonê dema Mûstefa Dag li Pirsusê hat dinê, PKKê li kampên Lubnanê perwerde dibû û amadekariya vegera welat dikirin. Di vê demê de wek herderê Kurdistan, li Pirsûs jî bêdengiyek siyasî hebû.
Mustafa Dag, mezin bû û ji bo belengaziya malbatê di temenê biçûk de di Înşaatan de dest bi xebatan kir.
Roj hat bi hişyariyek mezin tevlî çalakiyên ji bo têkoşîna Kurdistan bû.
Di 3’yê Nîsana sala 2009’an de jî dîsa bi heyecn bû. Bihîstibû berbi Amara Meş hatî lidarxistin û ew jî birêket.
EWROJ…
Û hatin nêzîkî gundê Amara.
Dema gihîştin Amara nizanîbûn dijminê mirovahiyê di kemînan de bûn. Gundê Amara ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçandin. 20 Km dûrî gundê Amara meş ji aliyê eskeran ve hat asteng kirin. Destur nedidan ku derbasî gund bibin. Kurd jî bi israr bûn. Û nîqaş di navbera gel û leşkeran de destpêkir.
Piştî demek bi hemû hêzên xwe yên kontra êrîş kirin û Mahsûm Karaoglan bi fîşekek ku îsabetî serî wî kiribû birîndar bû. Bi birîndarî rakirin nexweşxanê û li wê derê jiyana xwe ji dest da. Mûstefa Dag jî li cîhê bûyêrê jiyana xwe ji dest da. Nêzîkî 60 kes jî birîndar bûn.
Cenazeyê Mustefa Dag û Mahsûm Karaoglan bir merasîmek girseyî li bajarên wan hatin definkirin.
Cenaze hatibûn rakirin. Li herderê Kurdistan û li Metrepolên Tirkiyê meş û mitîng dihatin lidarxistin.
Rayedarên dewletê û medya ji bo ser vê qetlîamê bigire ketibûn nav hewldanan.
Gelek birîndarên ku rakiribûn nexweşxaneya Bîlecîk jî dibin ablukayan Polîsan de bûn. Nedihiştin parlementer û gel midaxleyî rewşa birîndaran bikin.
***
Ji bo ku sûcdar werin darizandin û cezakirin pêvajoya hiqûqê hat destpêkirin.
Tu caran failên bûyêrê nehatin dîtin û darizandin. Bi hinceta ku di dosyayê de kêmasî henin di derbarê leşkerên ku ew roj lê wêder bûn doz nehat vekirin.
Sal derbasbûn malbata Karaoglan û Dag dema ku ji hiquqa Tirkiyê encamek negirtin, serî li dadgeha mafên mirovan ya ewropa dan.
ÎROJ…
Lê ji bo kurdan ev doz dewam kir. Ev doz vekirî ma.
Ji aliyê kurdan ve ji bo ku ev herdû ciwanên kurd neyên jibîrkirin li ser navê wan gelek tişt hatin çêkirin.
Kurd, her sal di meşa Amara de, di destpêkê de serî li cîhê ku ev herdû ciwan hatin qetilkirin didin.
Meşa berbi Amara û pêrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan nesekinî, her sal bi tevlîbûnek mezintir, bi şîyarek nû, berbi Amara meş tê lidarxistin. Û li gelek deverên dinan jî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan tê pîroz kirin.
Gelê kurd wê îsal jî cara 15’an hewl bide bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ber bi gundê Ocalan Amara yê ve bimeşe.





