Medeni FERHO
Gêlo ez bi disîplîna wejeyî, yan bi hêrsa siyasî dest bi gotinê bikim?
Ronahiya gelê Kurd hatiye dagirkirin û ez li 4 fotoyan dinêrim.
Yek fotografê Leyla Guwen e, yek afîşa filmê Birçîbûn/Hunger û niv bedena tazî ya Boby Sund e, yek Gandhî ye, yek jî 4 fotoyên lehengên Qoxuşa 5, ya li Zindana Amedê ye!…
Di çar fotoyan de, du aliyên dîroka mirovahiyê hene; aliyek faşîzma gunehkar e, aliyek parastina nirxê pîroz yê jiyana mirov e. Tiştek ji can şêrîntir nine, Kurd dibêjin û bi hezaran Kurdan canê xwe danîne ber mirinê. Doşeka teva, kevirê teneşîrê ye. Îdeal û armanca teva rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e!…
Tecrîd suc e!… Rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan jî, hem daxwaz, hem îdealek kolektîf e. Gelên li Kurdistanê jî, tecrîdê wek çavkaniya siyaseta qirkirinê dibînin û rast dibînin.
Berxwedana greva birçîbûna bi hezaran Kurdî, demxeya xwe li sedsalê da, lê mirin jî dikare her kêlî û zêde çêbibin… Eşa herî dijwar, di bedena birçî de ye. 40 milyon, heman êşê di beden û dilê xwe de dijîn. Faşîzma Erdogan jî, 16 sal in desthilatdariya xwe bi xwînê, bi êşa beden û dilan xwedî dike…
Herî baş Fîdel Kastro, ev êşa mezin aniye ziman: “Li ber mirovên ku bi mehan, ji bo îdeala xwe bedena xwe dane ber mirina birçîbûnê, sê rojên Îsa di çarmixê de çine gelo?” Ev rast e û di demeke wiha de, ne disiplina wêjeyî, ne exlaqê siyasî tê bîra mirov.
Erdogan û Bahçelî faşîzma xwe eşkere kirine: Bahçelî, ji bo Nisêbînê got; “kevir li ser kevir, serî li ser bedenê ne hêlin”; Erdogan û Bahçelî, ji bo Efrînê “sêva sor” bikaranîn; Erdogan jî, çeteyên ku wek dijminê mirovahiyê hatine bi navkirin, wek “hezên neteweyî” bi navkirin.
Sêva sor, dagirkeriya dewşirmeyên Osmanî ye; kevir li ser kevir, serî li ser bedenê ne hêlin, îdeala mogolan e, çeteyên Erdogan yên neteweyî jî çeteyên El Nusra, DAIŞ û hwd. in.
Balkêş e, otorîteya faşîzma Hîtler û sembola îdeolojiya nazîzmê qesra “Hêlîna Teyr” bû: otorîteya faşîzma Erdogan û sembola îdeolojiya “rabîa” jî, qesra “Kulliye” ye.
Em bînin bîra xwe; Hevşaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, di nava mayinên sînor de, (her mayinekê canek ji Kurdan biriye), dest bi greva birçîbûnê kir, piştre dest bi birçîbûna mirinê kiribû. 40 sal in, Kurdan bedena xwe daniye ser kevirê teneşîrê, mafên xwe, demokras dixwazin. Dewleta Erdoganland jî, biqasî faşîzma Enwerland, li pêşiya demokrasî, hiquq, rastî û exlaq de dîwarek çêkiriye.
Heta niha 5 can şehîd bûn, dibe ku ev hejmar zêdetir bibe. Nasir Yagiz nema dikare rabe, dîlên azadiyê dibin mercên giran de ne. Gastapoyên faşîzma Erdogan, bi kelbitan û mûçinkên polayî, laşê dîlên azadiyê gez dikin.
Greva birçîbûna herî mezin ya dîrokê, ya Kurdan e. Mîna salen ‘80yî, îro jî zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, tevahiya Kurdistanê dojeh in. Riyek din jî li pêşiya Kurdan nîne. 40 sal in, Kurd bi xwîna xwe, bi zar û zaraveyên Kurdî yê qedexe, faşîzma serdemê diqîrin.
Neteweyên Yekbûyî, ku xwedî peymana parastina mafan, çand û zimanan e, mixabin bêdeng e.
Bedenên ku her roj, her dan, her saet nêzîkî mirinê dibin, tenê daxwazekê dikin; rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Tecrîd, di qanun, desturnameya Tirkiyê û li cîhanê suc e. Kurd li dijî vî sucî, berxwedanek kolektîf dikin.
Faşîzm, li her derê faşîzm e. Wek filmê Steve McQueen ‘Birçîbûn/Hunger’, ku li ser jiyana Boby Sands ya li Gîrtîgeha Maze, em li bedenên birçî û êşkenceya li ser bedenên dîlên azadiyê temaşe dikin. McQueen, zimanê sînemê bikar anî, lê hîna Kurd, tenê zimanê bedenê bikar tînin.





