Zekî BEDRAN
Tirkiyê beriya hilbijartinan bi rojekê dîsa bi dengekî bilind got ku ewê bakurê Sûrîyê dagir bike. Gelek derdoran gotin ku ji bo ku Erdogan di hilbijartinan bi ser bikeve pêdivîyê bi şerekî dibîne. Niha dibêjin ku ewê piştî hilbijartinan êrîş bikin. Encamên hilbijartinan wê bandorê li polîtîkayên şer bike. Tirkîye ji bo kû êrîşî Sûriyê bike timî amadekarî kir û vala nesekinî. Lê hewl da kû fêhm bike bê ka wê Emerîka çi bike. Emerîka jî xete zelal ya ku Tirkiyê ji vê yekê vegerîne diyar nekir. Ji bo Tirkiyê şert û mercên ku êrîşî Sûrîyê bike tam ava nebû ji ber li dijî DAIŞê operasyonên dawî dihat kirin. Tirkîye di cîhanê de teşhîr bûbû. Li hember DAIŞê hesasîyetek hebû. Erdên dawî yên di destên DAIŞê de jî hatin girtin. Tirkîyê niha berîya ku îstîkrar ava bibe dixwaze êrîş bike, Kurdan tasfîye bike û çeteyên girêdayî xwe li van herêman bi cih bike. Di hedefa Tirkîyê de hem Kurd û hem Sûrîye û hem jî rêjîma Esed heye.
Li ser Sûrîyê gefeke mezin û amadekarîyên dagirkirinê heye. Rûsya û rêveberiya Sûrîyê jî vê yekê dibîne. Lê rêveberîya Esed hê di berê de israr dike. Divîya ku bi rengekî bi lez bi Kurdan û hêzên bakurê Sûrîyê re li hev bikira. Ger li hevkirin pêk were wê Sûrîye ji xeterîya parçebûna rizgar bibe. Hêzên bakurê Sûrîyê tenê Sûrîyeke demokratîk dixwazin. Her dem dibêjin ku ew alîgirê yekîtîya axa Sûrîyê ne. Dixwazin ku desketiyên gel û rêveberîya xweser were qebûl kirin û destûreke demokratîk were çêkirin. Ev proje yekane rêya çareserîya Sûrîyê ye.
Rêveberîya Esed bi zêhnîyeta berê ya Baas nikare Sûrîyê li ser hev bigire. Niha destûra nû tê niqaş kirin û komîsyonên destûrê tên avakirin. Qaşo muxalefeta ku hêza wê ya temsîlîyetê nîne û pirranîya wan girêdayî dewletên mîna Tirkîyê ne tevlî amadekarîyên destûrê dibin. Lê niha destûreke ku nayê pêkanîn û Sûrîyeke ku bûye sê parçe heye. Tevî vê yekê ferzkirina sîstema berê li hêzên bakurê Sûrîyê wê bê wateya ku rê li ber karesatan û destwerdanên derve veke. Ya ku rêveberîya Esed dike çareserî nîne, di neçarêserîyê de israr kirine. Nayê fêhmkirin bê Rûsya vê yekê çawa qebûl dike. Rûsya, bi Emerîka û Tirkîyê re şer nake. Divê Esed vê yekê bizanibe. Îsraîl timî Sûrîyê bomberan dike ma li hember vê Rûsya çi dike? Dîısa dema ku Esed ji desthilatdariyê bê xistin ma wê Rûsya pişta xwe bide kî li Sûrîyê bimîne? Ev pirseke girîng e. Ger bi pêşengîya Tirkîyê hemû hêzên paşverû bibin yek Esed ji desthilatdarîyê bixînin wê Rûsya çi ji kî bike? Tirkîyeke ku piştgirîya Emerîkayê bigire pêdivîya wê bi Îran û Rûsyayê namîne. Niha amadekariyên desthilatdariyeke li ser xeta DAIŞ, El Nusra û Ixwanî Mislimîn dikin.
Hêzên bakurê Sûrîyê pala xwe nadin netewperestî û mezhebperestîyê. Azadîya jin jî di nav de ji bo her kesî demokrasîyê dixwazin. Dixwazin tevahîya Sûrîyê demokratîk bibe. Ji bilî vê hêzeke ku proje û çareserîyeke baş pêşkêş dike tune ye. Ger Esed vê çareserîya demokratîk esas bigire wê yekîtî û pêşeroja Sûriyê misoger bike. Nêzîkbûnên din wê rê li ber şer û dagirkerîyê veke. Esed dihesibîne ku dema Tirkiye gefê li Kurdan bixwe ew jî wê ji vê yekê berjewendîyên sîyasî bi dest bixe. Ji hêzeke dagirker ya ku gefan li gelê Sûrîyê dixwe ketina nava bendewarîyên bi vî rengî xeflet e. Rêveberîya Esed ewqas jî xeşim nîne. Rûsya jî ewqas nezan nîne. Lê tevî vê yekê jî ewqas di neçareserîyê de israr kirin û rê ji dagirkerîya Tirkîyê re vekirin rewşeke ku nayê fêhmkirine.
Tirkîye di dunyayê de pêşengîyê ji diminahîya li Kurdan dike. Dijminahîya xwe ya li Kurdan venaşêre. Ji ber ku Kurd zanabûne û mafên xwe dixwazin ji alîyê dewleta Tirk de tên qirkirin. Rûpoş ketîye û êdî derewên ku bikin nemaye. Di dunyayê de ti kes nabêje YPG an jî PYD terorîste. Tirkîye har bûye û hiqûqa navneteweyî nas nake. Êrîşên li ser başurê Kurdistanê dewam dike. Li bakurê Kurdistanê qirkirinê pêk tîne. Girtîgeh bi Kurdan dagirtine. Hiqûqa xwe jî daye bin lingan. Rê li ber dagirkerîyeke wiha faşîst û qirker girtin wezîfeya sereke ya hemû hêzên welatparêz û demokratîk e. Ger rêveberîya Esed jî yekparetîya xaka Sûrîyê û yekîtîya gel dixwaze berî her tiştî divê aştîya navxweyî esas bigre û li jî dagirkerıyê helwesta xwe zelal bike.





