Derwêş M. FERHO
Bê goman, bi kîjan Kurdî re biaxivî ewê bêje yekîtiya Kurd. Bi kîjan partî re biaxivî ewê bêje hêviyên me ji bo we hemû partî, sazî, kesayetî, şervan û kesên di nava xebata azadiyê de bi kurtasî pêkanîna dezgeheke neteweyî ya Kurdistan e.
Hêvî ew e. Daxwazek pîroz e. Gel ji her çar aliyê Kurdistanê vê hêviyê dike. Lê mixabin ev hêvî pêk nayê û partiyên me zehf in. Yên piçûk xwe li dor çendeke mezin didin hev. Berê her yek ji yê mezin jî li îstîkametekê ye. Ew îstîkamet baş e, xêr e, şaş e mijara nivîseke din. Lê ewên mezin jî nabêjin de ka “bila piçûkatî ji birayê mezin be”. Nexêr, ev ne pêkan e.
Ji bo vê sedemê ez li jêr çend tiştan binivîsim ku şahidê vê rastiyê bûm.
Di bihara 2018 de sê şandeyên siyasî ji Başûr, ji Bakur û ji Rojava hatin Brukselê. Bi her sê şandeyan re me beşdariya hevdîtina bi siyasetmedarên Beljîka re pêk anî. Kes û berpirsiyarên Beljîkî ku bi şandeyên me re rûdiniştin ji partiyên cuda bûn. Di nav wan de wezîrên berê hebûn. Yek ji wan 50 sal parlementerî, wezîrtî û µahredarî kiriye. Yekê din bi deh salan wezîrê Kultûrê bû ye. Di her fersendê de ji bo piştgiriya Kurdan xwe amade dîtiye. Û ne ew tenha, bi malbatî alîkar û dostên Kurdan e. Bav jî parlementer bû, çendîn car wezîrtî kiriye.
Xwedî statuyekê ye. Paş guhdariya derd û kulên me her sê caran van kesan ev peyam dida nûnerên me.
“Hûn Kurd, di herêmeke dijwar de ne. Dora we bi dewletên xêrnexwaz dorpêçkirî ye. Di qada navneteweyî de jî berjewendiyên aborî, navdewletî, hêza leşkerî roleke herî mezin digrin.
Em wek kes, wek partiyên siyasî, sazî, bi we re ne. Bi têkoşîna we re dost in, alîkar in. Di her fersendê de jî bi serbilindî em xwe hevalbendên we didin xuyakirin. Gelek caran rayedarên dewleta Turk, Îran û dostên wan ji Ewropa û welatên din bi vê sekna me nerehet in. Em bersivên wan didin û piştgiriya xwe ji we re bi wan didin zanîn. Ji vê yekê şik nebin.
Lê gazinên me ji we jî hene. Çi dijwarî, çi tengasî hebe jî divê hûn hêzên xwe di hemû waran de li ser esasê berjewendiyên Kurdistanê li hev kom bikin. Em jî ne yek partî ne û daxwaza yekpartîbûnê ji we nakin. Lê berjewendiyên we yên neteweyî heman tişt in. Eger hûn bi hev bi lebikin, nikaribin bi hevra têkoşîna xwe bidomînin kes nikare alîkariya we bike. Eger du yan sê şandeyên Kurd werin û sê daxwazên cuda ji me bikin nabe.
Dijminê we bi hêz in. Xêrnexwazên we gelek in. Lê dostên we jî hene. Ew, di têkoşina we de li cem we ne. Lê baş bizanin ku çareseriya pirsgirêka Kurdistanê bi Kurdan ve girêda ye. Ew jî di rêya yekîtiya neteweyî re derbas dibe. Kilîta çareseriyê di destê we de ye”.
Ez van gotin û hêviyên dostên me Kurdan giring dibînim. Ji heza dilê xwe hêvî û gazinên xwe ji Kurdan dikin. Hêjayê gotinê ye jî ku çendek ji van parlementeran çendîn car ji bo piştgiriya Kurdan xebatên parlementerî kirine. Pirtûk nivîsî ne. Karên hêja pêk anîne.
Eger em serê xwe nexwerînin, kes serê me naxwerîne. Têkoşîna me dijwar e, dijminê me pirr û bêbext in. Pêkanîna çareseriyê bedelên giran dixwaze, ev bedel tên dayin. Di aliyê din de jî dubendîtî pişta me dişkîne.





