Sîpan ŞÎNDA
Jiyan, peyveka çendî li guhê mirovî xweş tê ye! Jiyan li mirovan çiqas şêrîne! Ma tenê li mirovan; li hemû zindiyan çiqas şêrîne! Çi zindî naxwaze ji jiyanê qut bibe. Xweza çiqas xweşe û bedewe! Dema mirov diçe li ser Birca Belek seyra mişîna Çemê Dîcle dike, mirov serê xwe li aliyê rastê ve dizivirîne Cûdiyê Mirada, dema mirov serê xwe li aliyê çepê ve dizivirîne ji Çiyayê Gabar li hemberî mirove. Mirov her mirêkare li wir bimîne. Hinga mirov diçe pêjberî bajarê Amediyê, li wê kela xwezayî dinêre, çiqas dilê mirov fireh dibe, rû yê mirov geş dibe. Yan ji heyna mirov diçe geliyê Elî Begê, li wî geliyê hinde kûr dinêre, heybet mirov digire û mirov her tim mirêkare ji wê ava cemidî vexwe. Dema mirov guhdariya wan stranên evînê dike, mirov her û her dixwaze di wan kêliyên jiyanê de bijî. Sihbeta evîndaran ya bi seetan çiqas li wan kurt tê di wan stranan de!
Lê mixabin teknolojiyê jiyan kuştiye. Ji bona teknolojî xwezayê, jiyanê bêxe di bin destê xwe de, bi awayekî hovane êrîşî xwezayê kiriye û hê ji dike. Ne tenê êrîşî xwezayê kiriye, herweha êrîşî giyan û mejiyê mirovan, şiklê jiyana mirovan, peywendî û têkiliyên mirovan, çand û şiklê debara mirovan ji kiriye, dike. Piştî şoreşa îndûstriyê, di nava demê de teknolojiyê xweza tar û mar kiriye. Girêdayî teknolojiyê, jiyana mirovan, ya civakan ji hatiye guhertin. Berê teknolojiya dihate derxistin pitirê xwe ji bo destilatiya xwezayê bû. Lê di nava van 20-30 dawî de armanca teknolojiyê raste rast bi awayekî temamî destilatiya mirovan ya civakê ye. Berê dewletan eva henê bi derfetên xwe dikirin. Lê îro dewlet vê ya henê bi riya companiyan didin kirin. Jiyana xwezayê ji aliyê teknolojiyê ve hatiye têk birin. Teknolojî ne tiştekî welê ye kû hema di cih de bandore li ser derdorê bike. Di nava demê de derdora xwe dikuje. Êdî li gelik cihan hişkayî çêdibe, sewal tî û birçî dimînin, bi milyonan ton çiyayên qeşayê dihelin, mirov cî û warê xwe terk dikin. Di vî warî de teknolojiyê jiyan û pêşeroja xwezayê û ya mirovan têk biriye. Bes ne evqas tenê ye. Teknolijiyê giyan û mejiyê mirovan, yê civakê ji têk biriye. Telefon, internet, computer, facebook, instigram, twitter û hwd mirov kirine êxsîrê xwe. Êdî ne civat di nava dost û hevalan de maye, ne sihbeta evîndaran ya bi seetan dom dikir lê li wan weke pênc deqa dihat maye. Êdî hemî tişt bû ye media civakî! Sihbet û civat hemî ketiye li ser wê. Mixabin êdî mirov axavtina civatî jibîr dikin. Her çend carna mirov di civata hevde rûdinin ji, bes piştî çend deqan her yek dest tavêje telefona xwe û civata xwe jibîr dikin. Giyan û mejî ji wir diçe, tenê qalikê wan dimîne di civatê de. Li ser kar ji pirrê caran heman rewş heye. Giyanê mikrovan êdî girêdayî teknolojiyê bû ye. Têkiliya mirovan êdî ji kesên derdora wan pitir bi telefona wan re ye. Teknolojiyê weke nexweşiyekê giyan û mejiyê mirovan, yê civakê zetim kiriye. Êdî vîna mirovan ji destê wan derdikeve dikeve di destê teknolojiyê de. Her kû diçe mirov pitir bi teknolijiyê ve têne girêdan û pitir demî didine teknolojiyê. Raste, teknolojiyê jiyana mirovan gelik hêsanî kiriye, her tiştî ji wan re rêk û pêk dike. Lê gelo mirov dizanin teknolojî çi ji wan distîne? Jiyana wan!





