Abdulah Ocalan
Di du hezar salên pêşî yên civaka şareza de têkiliya Proto Kurdan bi şaristaniyê re gelekî çêbûye. Têkiliyeke dualî mohra xwe li tevahiya bûyeran xistiye. Bi aliyê xwe yê pêşî bi zordestî û mêtinkariya hêmanên çanda şaristaniyê ango bajar, çîn û dewletê re timî ketiye nav şer û pevçûnê. Carnan bi hin pêngavan heta bi dagirkirina navendên zordestî û mêtinkariyê çûne (Fetha Babîlê, hilweşandina Nînovayê), lê wexta hêza wan têrê nekiriye gelek caran vekişiyane serên çiyayên nayên fetihkirin (Çanda Zaza ya ji qûntarên başûrê Zagrosê heta bi Dêrsimê zaravayên wekhev diaxivin bi van bûyeran re ji nêz ve têkildar e) û bi vî awayî bergiriya hebûna xwe kirine û girîng dîtine ku dev ji jiyana azad û serbixwe bernedin. Şopên van çandan hiştine îro jî têra xwe bi bandor in. Beşê jêre Kurdê Çiyê tê gotin qebîleyên bi koka xwe Hûrrî ne ku qederê pênc hezar salan li ser vê xetê jiyane. Koka hin gotinên ji zimanê Hûrrî û gelek peyvên Zazakî digihîjin hev û ev jî vê rastiya em behsa wê dikin têra xwe rave dike. Aliyê duyemîn li ser bingehê têkiliyên bi çanda şaristaniyê re ye. Bi awayekî erênî rahiştine van têkiliyan, nirxandine û ew kirine malê xwe. Di çanda Kurd de ev bandora şaristaniyê xwe bi pêkhatina sazî û zêhniyetên bajarî, çînî û dewletdar nîşan daye. Çawa ku di gelek mînakan de em dibînin, em li vir jî pîvana “Eger tu nikarî pê, bibe weke wî û wisa wî têk bibe” derdikeve pêşiya me. Ji bo vê, Gûtî, Mîtannî, Hîtît, Ûrartû, Med, Pers û Sasanî mînak in; li dijî hêzên şaristaniyê yên êrîşî wan dikin xwe weke şaristanî ava dikin ango ev şibîna dijberê xwe, têkbirina wî û li ser piyan mayînê îfade dike.
Proto Kurdan di duyemîn qonaxa şaristaniyê ya du hezar salî ya heta bi Îslamiyetê de bajarên xwe ava kirin, çînên xwe yên serwer pêkanîn û dewletên xwe damezrandin. Ev çand zêdetir li qûntara çiyan û li deverên deşt pêk hat û lewma xwedî xisleteke têkel e: Arîstokrasiya rêveber çand û zimanên şaristaniyên dixwest bişibe wan bi kar dianîn û beşên çîna jêr jî çand û zimanên xwe bi kar dianîn. Ev karekterê dualî yê çanda ku di bin bandora giran a cografya Kurdistanê de pêk hat, kêm guherî û hebûna xwe heta roja me ya îro dewam kir. Çi bi şêweyê çanda çiya û deştê ‘dualî cihê bibe’, çi jî weke çanda deşt û bajêr bi dualîteya çînî cihê bibe, ev dualî cihêbûn xisletên wê yên bingehîn ên karekterîstîk in. Tebeqeya jor timî hewl daye bi hêzên mêtinkar ên fetihkar, dagirker û xerîb re pirr baş li hev bike, çanda xwe ya qebîle û gel bêkêr dîtiye, di dereceya duyemîn de bi tenê di têkiliyên navxweyî de gelekî kêm bi kar aniye. Di nava şaristaniyên bi xwe avakirî de yan jî yên di nava wan de cih girtin, hewl nedan çand û zimanê xwe serwer bikin an jî gelekî kêm hewl dan. Ji Gûtiyan heta bi Eyûbiyan ev her wisa ye. Ev zumreya serwer a bajarî û dewletdar, belkî jî bi qasî ku di ti civakê de nebûye li dijî hebûna çandî ya Kurd a ji rêûresmê bi roleke neyînî rabûye. Ji ber ku di nava çand û zimanê xerîban de heliyane berjewendiyên wan ên mezin ên çînî û malbatê pêk hatine û ev jî bêguman di vê rewşa neyînî de diyarker e. Çanda Kurtiyên Çiyê ya deriyên xwe li derve girtine û çanda malbat û qebîleyê ya tebeqeya jêr a bi giranî neguheriye û bi hezarên salan deriyên xwe li derve girtine, bi vî awayî neheliyane gihiştine heta îro. Di navbera van herdu beşên çandê de bi qasî çiyan cudahî heye û ev bûye sedem pirr bi kok weke Kurdîtiya rast û Kurdîtiya sexte ji hev cihê bibin. Di dema modernîteya kapîtalîst de bûrjûwaziyeke Kurd a milliyetgir a pirr bi hêz pêk nehat û di binê vê de ev rastiya dîrokî heye.





