Idrîs HENAN
Bi têkbirina feraseta kujer a terora DAIŞ re, îro gelên Sûriyê hestên serketina mezin dijîn. Carek din xuya dibe ku îradeya gelan a herî hêjaye ku civak xwedî lê derkeve. Ango dema civak xwedî li vîna xwe derdikeve û li dora paradîgmaya xwe dispêre rastiya civakbûyînê dicive, bi rêbazên guherîn û veguherînên bi kok dikare hêza herî tendirust a têkneçûyî be. Teoriyên ku mirov û civakan dixapînin û bi qasî kolekirinekê nêzî nirxên civakan dibin ti şansê wan a jiyanê namîne.
Dema ku keç û xortên Rojavayê Kurdistanê bi kevir, ço û daran derdiketin parastina tax, gund û bajarên xwe, çavê ti kesî ne bendê bû ku wê ev xort û keç rojekê bibin dendika hêzeke parastinê ya rewa. Ne jî kesek bi vê rêxistinbûyîna ciwanên Kurd qayîl dibû. Di serî de kurtêxwarên Kurd ku li ser sifreya dagirker û neyaran mezin dibûn hemleya reşkirina vî rêbazê kirin. Bi gurbûna aloziya vî welatî re, şiklê rêxistinbûyîn û parastinê jî hat guhertin. Êdî ecînde eşkere dibûn û aliyên ku xizmeta raperîna gelên Sûriyê dikin û yên nakin fena tayên spî û reş ji hev derdiketin. Mixabin heyama giran bi grêdana xwe ya bi hêzên herêmî û berjewendiyên navneteweyî re, pîsûleya rabûna gelên Sûriyê guhertin û ji rê derxistin. Hemû alî li ser vê yekê xebitîn. Rejîma Sûriyê ji aliyê xwe ve heman rêbaza dijberên xwe bi kar anî. Wê jî bi qasî ku desthilatdariya xwe biparêze girûp û şaneyên terorê ava kirin û li dijî beşê dîtir dan şuxlandinê. Ev pêşbirka desthilatdariyê navbera herdu aliyên rejîm û rikberiya nû hatiye afirandinê de, rewşa gelê Sûriyê xirabtir kir. Hêviyên gelan ên azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê têk birin. Bi van kiryar û ecîndeyên ku xizmeta wan dikin re, tenê du rê li ber gelên sûriyê hiştin. An hişmendiya rejîma desthilatdar a neteweperest, an jî radîkalîzma tundrew a girûpên îslama siyasî yên girêdayî Îxwan Elmislimîn û Tirkiyê. Ji bilî van herdu riyan DAIŞ û Elnusra hene ku serî ji laş veqetînin! Wisa gelê Sûriyê tirsandibûn û çav lê şikandibûn ku ti carî bi azadiyê nefikire. Perelelî vê fêlbaziya herdu pêşbazên desthilatdariyê, gelên Rojavayê Kurdistanê bi têgihaştina xeta sêyemîn a xweparastinê kelehên berevaniyê ava dikirin. Dûrî herdu xetên xwe dispêrên ecîndeyên hegemoniyên herêmî û yên navneteweyî, xeta ku xwe dispêre hêza civakê û îradeya gelan ava kirin. Tevî hewldanên herdu aliyan ku vê hêzê bişimitînin nava ecîndeyên xwe, lê ji ber ku xeta li Rojavayên Kurdistanê dihate pêşxistin xwedî têgihaştina rast û pêşbîniya stratejîk ji aloziya vî welatî re bû, li ber xwe da û rê li ber hemû cureyên mudexeleyan girt. Ji ber vê hişmendiya xwe ya azad îro ev xet bûye mal û hêviya tevahî gelên Sûriyê. Kêliyên encamgirtinê yên vê xetê bi berxwedaniya li Qestel Cindo, Serê Kaniyê û Kobanê xwe dan der. Bi serketina li dijî terora cîhanî ya çeteyên DAIŞ re, di riya azadiya gelan û rewatiya daxwazên gelên Sûriyê de, gavek din a bingehîn hate avêtin. Êdî ev ciwanên ku bi kevir, ço û daran xwe diparastin bûne artêşeke hêvî û daxwazên rewa yên gelên Sûriyê. Bi vê serketina gewre re dîrokê carek din isbat kir ku ti vîn ji ya gelan mezintir nîne. Kesên ku li mêrga dagirkeran jî diçêrîn û di pînika wan de hêkan dikin, tekez wê rojekê bi pariyê nanê neyaran bifetisin.





