Ezîz KOYLUOGLÛ
Hemû hêz û dewletên li ser Sûriyê siyasetê dikin, xwe ji bo meha pêşiya me amade dikin. Him Rûs, him Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, him jî dewletên herêmê yên wek Îran û Tirkiyê ji bo vê xwe amade dikin. Herkes dixwaze siyaseta xwe ya li ser Sûriyê ji nûve amade bike. Di heman demê de piştî serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî DAIŞ, rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî xwe ji bo dema nû amade dike. ji niha ve herkes bi daxuyaniyên cûda ve wê siyaseta wan ya dema pêş çewa be bi hinek aliyan ve be jî eşkere dikin.
Daxuyaniyên ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka tên dayîn dide xuya kirin ku wê di çarçova têkoşîna li dijî DAIŞê de demek dirêj hêzên xwe li Sûriyê bihêlin. Ev wek tê gotin wê hêzekî diçarçova alîkariya herêmê be. Ne tenê hêzên Emerîkî, tê gotin wê di çarçova koalîsyona li dijî DAIŞê de dewletên Ewropî jî wê hêzên xwe li herêmê bihêlin. Daxuyaniyên rayadarên van dewletan jî diyar dikin ku wê di siyaseta li ser Sûriyê ya wan hêzan de guhertinek cidî nebe. Bazara di navbera dewletan jî dewam dike. Gelo wê daxuyaniyên rayedarên van dewletan wê bibe siyaseteke giştî yên wan dewletan hê jî ne diyare.
Li hemberî wê Rûsya di dema dawî de li Sûriyê bala xwe daye Idlibê. Daxuyaniya rayedarên dawî yên Rûsya ku dibêjin “hemû komên li Idlibê ne beşdarî Heyet Tahrir El Şam bûne” rewşek nû li Idlibê nîşan dide. Ev daxuyaniya Rûsya di heman demê îlankirina têkçûna rêkeftina dinavbera Rûsya û Tirkiyê de ye.
Dewleta Tirk ya dagirker û Rûsya di 17ê meha îlona 2018’an de derbarê Îdlibê de rêkeftinek li ser sê lingan li bajarê Soçî îmzekiribûn. Li gorî vê rêkeftinê diviya bû ku dewleta Tirk di destpêkê de herêmek qasî 20 km bêçek bikira, rêyên navbera Helep-Şam, Helep-Latkiyê de ji rejîma Sûriyê û Rûsya bihişta û di encamê de komên li gorî wan “radîkal” bihatana jinavbirin. Lê heta niha ev biryar di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser Idlibê pêknehatin. Berovajî vê, koma Heyet Tahrir Şam ya El Qaîde bi alîkariya dewleta Tirk ya dagirker hemû Idlib xist bin destê xwe. Niha Rûsya li hemberî vê rewşê hinek din jî helwesta xwe zelal dike. Gelo wê daxuyaniyên rayedarên Rûsya wek bere di gotinê de bimîne? Ev jî wek pirseke. Lewre berî niha jî rayedarên Rûsya ji bo Idlibê gotinên hişk kirin lê piştre bêdeng bûn.
Dewleta Tirk ya dagirker jî bi mijara hilbijartinên xwecihî ket demeke valatiyê. Ji bo wê berê siyaseta dewleta Tirk ya li ser Sûriyê wê ber bi ku ve biçe ne diyare. Li gorî encamên hilbijartinan wê desthilatiya faşîst ya Erdogan siyaseta xwe diyar bike. Dîktatoriya Erdogan ger di hilbijartinên xwecihî de winda bike dê li ser siyaseta Sûriyê jî bandora xwe bike. Dibe ku tifaqa Erdogan û Bahçelî ya faşîst hilweşe. Lê di hilbijartinên xwecihî yên tirkiyê de ger tifaqa faşîst ya Erdogan û Bahçelî biserkeve, wê li ser Sûriyê bixwazin dagirkeriyê firehtir bikin. Ev jî wê ji bo hemû hêzên li ser herêmê siyaset dikin, bandoreke nebaş bike. Ger bisernekevin dibe ku dewleta Tirk ya dagirker neçar bimîne ji Sûriyê derkeve.
Piştî lihevhatina Îsraîl û Rûsya ya li ser hebûna Îranê li Sûriyê, Îran ev demeke ketiye nava lêgerînê ku hebûna xwe li Sûriyê biparêze. Lê di rojên dawî de êrîşên Îsraîl li ser baregehên Îranê yên li Helebê jî nîşan da ku, Rûsya li hemberî êrîşên Îsraîlê wê bêdeng bimîne. Ev jî nîşan dide ku wê rojên pêşiya me de jî êrîşên Îsraîl li ser hebûna Îranê ya li Sûriyê bidome.
Niha ev têbinîyên ku min li jorê rêz kirin, dê meha pêşiya me de di gelek aliyan de zelal bibin. Wê meha Avrêlê ji bo Sûriyê diyarker be.





