Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin wê Efrînê rizgar bikin

29/03/2019
in NÛÇE
A A
Jin wê Efrînê rizgar bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Salek li ser dagirkirina Efrînê re derbas bû. Gelê Efrînê yê ku neçar ma ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê derkeve niha li Şehbayê têkoşîna xwe ya ji bo vegera Efrînê dewam dike. Jinên Efrînê yên li Şehbayê diyar kirin ku wê bi pêşengiya jinan Efrîn ji dagirkeran were rizgarkirin.

Jinên Efrîn û Şehbayê ku pêşengitiya rizgarkirina Şehbayê û berxwedana serdemê kirin, îro carek din mil bi mil ji bo rizgarkirina Efrînê têdikoşin. Jinan diyar kirin ku: Berxwedana ku jin pêşengê wê ne rê nadin faşîzma Tirk di bostek axa Sûriyê de bimîne. Çawa me Şehba rizgar kir, em ê Efrînê jî rizgar biki.
EFRÎNA BAV Û KALAN TI CAR NABE MALÊ DIJMIN
Dayîka Şehîd Ocalan Remziye Hesen a ji gundê Elkê salek dagirkirina Efrînê nirxand û ev tişt anî ziman: “Faşîzma Tirk û çeteyên wê saleke axa me digir kirine. Serrd û binerd talan dikin. Bi armanca guherîna nasnameya Efrînê ya Kurdistanî mal û milk, kevneşopî û dîroka Efrînê didizin û gelê li wir mayî jî qir dikin. Dayîka Remziye yekemîn qonaxa Berxwedana Serdemê jî bi bîr anî û got: Şêniyên Efrînê 58 rojan li kêleka şervanên xwe di çeperên berxwedanê de bûn. Ta ku namûs û rûmeta xwe biparêzin vekişîn Şehbayê. Şehba jî bi xwîna zarokên me rizgar bûye. Remziye di dewama axaftina xwe de got: Gelê me bi newroza re îsal peyama “em hene, em ê dagirkeriyê li Efrînê têk bibin” da. Efrîna bav û kalan ti carî ji Tirk û çeteyan re namîne. Îro gelê me soza xwe ya rizgariyê dubar dike. Dayîka Remziye di dawiyê de got: Gelê me têgihaştiye ku bi şikandina tecrîda li ser Rêber APO û bi piştgiriya Nasir û Leyleyan re wê azadî misoger bibe. Hemû dozên kurdan yek in.”
BERXWEDANA RÊBER APO BI SER DIKEVE
Gulîzar Naso ya ji gundê Şîlte’itê got: “Gelê Efrînê berhema ramanên Rêber APO ye. 20 salan Rêber APO gelê Rojavayê Kurdistanê perwerde dikir. Bi taybet jî gelê Efrînê. Ji ber vê jî gelê me îro zêde nêzî azadiya xwe bûye. Dayîka Gulîzar wiha dewam kir: lidarxistina newroza îsal rastiya serketina çanda Rêber APO isbat dike. Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû gel, netew û pêkhateyan newroza 2019an pîroz kirin. Dayîka Gulîzar di dawiyê de ev tişt jî got: Berxwedana gelê me ya ku xwe dispêre fikrên azad, bi pêşengtiya jin û ciwanan, tekez wê tecrîdê bişkîne, Efrînê rizgar bike û dagirkerî û terorê têk bibe.”
JINÊN ŞEHBA Û EFRÎN MIL BI MIL TÊDIKOŞIN
Naz Îsa ya ku ji gundê Ehresê ya girêdayî Kantona Şehbayê jî wiha got: “Em ti carî li gelê xwe yê Efrînê weke koçber û mêvan nanirin. Li Şehbayê xwîna ciwanên Efrînê jî herikiye. Dayîka Naz dewam kir û got: Gelê Şehbayê di heman mewziya berxwedana gelê Efrînê de ye. Em bi hev re berxwedan û têkoşîna rizgarkirina Efrînê bilind dikin. Dayîka Naz di nav gotinên xwe de ev hişyarî jî da dagirkeran û got: Bila Erdogan û piştevanên xwe baş zanibin ku heya ku em hene nikarin bostek be jî axa Sûriyê de bimînin. Îro gelên Sûriyê bi tevahî û bi taybet şêniyên Efrîn û Şehbayê pêşengtiya têkoşîna li dijî dagirkeriya faşîzma Tirk dikin. Dayîka Naz di dawiyê de ev tişt jî anî ziman: Baweriya me bi QSD, YPG, YPJ û tevahî şervanên azadiyê heye. Berxwedana ku jin pêşenga wê be her ser dikeve. Jinên Şehba û Efrîn çawa ku ev herêm ji destê çeteyên Tirkiyê rizgar kirin, wê rojek berê jî Efrînê rizgar bikin.”

Post Views: 54
ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.