Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ew roj hat

28/03/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tirsa Têkçûnê
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Roja 27’ê çileyê bû roja destpêka têkçûna faşîzma DAÎŞ’ê, roja 31’ê adarê jî wê bibe roja destpêka têkçûna faşîzma desthilatdariya AKP-MHP’ê.

Di pêvajoya ku qaşo muzakereyên çareseriyê berdewam dikirinde di civîna ewlehiya neteweyî ya 30’ê Cotmeha 2014’an de hikûmeta AKP’ê li dijber civaka Kurd biryara şerê topyekûn da. Armanc çongdanîn, teslîm girtin û tesfiyekirina civaka Kurd û hemû destketiyên wan bû. Ji bo pêkanîna armancên xwe plansaziyeke dorfireh amade kiribûn.  Navê wê jî “plansaziya çongdanînê” danîbûn.

Piştî ku daxwaza dilê Erdogan a ketina Kobanê pêknehat û bi ser berxwedana bêhmepa ya 134 rojan di 27’ê çileya 2015’an de berxwedêrên Kurd serkeftina xwe ya dîrokî ragihandin cîhanê Erdogan tehamula serkeftina Kurd nekir û ew plansaziya xwe ya nebixêr xist meriyetê.

Bi binpêkirina mutabaqata 28’ê Sibatê ve girêdayî tecrîda mutleq a dermirovî li ser Rêberê Gelê Kurd ferz kir û şerê çongdanîna civaka Kurd da destpêkirin.

Ji wê rojê virve ye hikûmeta AKP-MHP’ê çar sale bênavber şerê topyekûnê ku qirkirina siyasî û fizikî ya civaka Kurd esas digre dimeşîne. Rûpel têrî nivîsîna kirayrên wanên hovane yên çar salên dawîn nakin. Lê beriya ku em herin ser sindoqên dengdayinê ji bo fêmkirina girîngiya hilbijartinê û wateya bikaranîna dengê xwe pêdivî bibîranîna çend kiryarên wan heye.

Di çarçoveya plansaziya şerê çongdanînê de, di çar salên dawîn de 12 bajêr û navçe biserê Kurdan de hatin rûxandin, heft rojan cenazeyên dayikan li ber çavên zarokên wan li kolanan hatin hiştin, cenazeyên zarokan bi destê dayikan di sarinca de hatin veşartin, bi sedan Kurd di jêrzemînan de zindî hatin şewitandin, goristan, mizgeft û malên cemê hatin rûxandin, Efrîn hat dagirkirin, bi sedan Kurd hatin qetilkirin û bi sedhezaran Kurd ji warên xwe hatin koçberkirin…

96 şaredariyên Kurdan bi destê qayiman hatin xespkirin, hemû saziyên çand û ziman hatin tasfiykekirin, peykel û bîraninên Kurdan hatin rûxandin, tabelayên Kurdî bi yên tirkî re hatin guhertin, bi hezaran karker û karmendên Kurd ji kar hatin avêtin, sazî û dezgehên çapemeniya azad hatin desteserkirin û bi sedan rojnamegerên azad hatin girtin…

Destnewerdana wekîlên Kurd hat rakirin, pêl bi pêl wekîlên Kurd hatin binçavkirin, du hevserok jî di nav de 12 wekîlên Kurd, bi dehan şaredarên Kurd, bi hezaran siyasetmedarên Kurd niha di zîndanan de ne. Qirkrina siyasî bênavber berdewam dike. Wekîl be, siyasetmedar be, rojnamevan be, karker û karmend be, xwendakar be, an Kurde kî gundî û ji rêzê be qet firq nake. Kurdê ku bêrûmetiyê qebûl neke, li dijber faşîzma wan çong daneyne û teslîmê wan nebe di çavên wan de “terorîste” û bi girtinê re rûbirû ye. Roj tuneye ku bi dehan siyasetmedarên Kurd, rojnamegerên Kurd, ciwanên Kurd neyên girtin.

Propogandaya wan a hilbijartinan ku tenê li ser dijberiya Kurd dimeşe nîşan dide ku dixwazin şerê xwe yê topyekûnê bênirx, bêpîvan û bêexlaq bi awayeke herî dijwar berdewam bikin. Li ser qadan ji bo berdewama şerê Kurd, ji bo berdewama qirkrina siyasî û fizikî ya civaka Kurd deng ji civakên Tirkiyê dixwazin. Dibêjin heke hûn dengê xwe bidin me emê herin Rojhilata Feratê, Şengal û Qendîlê jî weke Efrînê talan û wêran bikin, emê li wêderê jî qirkirna siyasî, çandî û fizikî pêk bînin.

Bê guman dema ku êrîş hebe wê berxwedan jî hebe. Di van çar salan de li dijber şerê topyekûn li çar hêlên Kurdistanê berxwedaneke topyekûn a bê hempa hebû. Berxwedana civaka Kurd bi berdêlên giranbuha hemû hewldanên şerên kirêt vala derxist û hikûmeta AKP-MHP’ê di her warî de bi têkçûneke mezin re rûbirû hişt. Ew tirsa têkçûnê ye niha wan dîn û har dike.

Lewre, bi qasê ku ji bo hikûmeta AKP-MHP’ê ev hilbijartin girîng û ya man û nemanê bin, ji bo Kurdan pênc qat zêdetir girîng û pênc qat zêdetir ya man û nemanê ne. Di 31’adarê de Kurd tenê şaredaran nahilbijêrin di heman demî de wê biryara man û nema xwe bidin. Wê nexşerêya dahatûya xwe diyar bikin. An wê çongdanin û teslîmê faşîzma AKP-MHP’ê bibin yan jî wê berxwedana xwe ya bêhempa ya 4 salên dawîn bi serkeftineke dîrokî tacîdar bikin.

Her denga ku ji AKP-MHP’ê re here wê were wateya erêkirina şerê qirkirina siyasî, fizikî û çandî ya li dijber civaka Kurd dimeşe. Di heman demî de wê were wateya erêkirina rûxandina bajêr, navçe û dagirkirina Efrînê, wê were wateya erêkirina xespkirina îradeya Kurd, wê were wateya erêkirina tecrîda li ser rêberê gelê Kurd û zext û zordariyên ser girtiyên zîndanan, wê were wateya erêkirina binpêkirina hemû nirx û rûmetên civaka Kurd,  wê were wateya erêkirina mirinên li zîndanan. Bi kurtahî wê were wateya erêkirina berdewama faşîzma Erdogan û Bahçelî ya li ser civaka Kurd dimeşe.

Baweriya wî/wê çi dibe bila ew be, wê kurdê xwediyê nirx, rûmet û wijdan dengê xwe nede AKP-MHP’ê û van kiryarên wanên heq, hiqûq û pîvan nenas erê neke.

Lewre, 31’ê adarê tenê roja hilbijartinên xwecihî nîne, roja têkbirina şerê topyekûn ê dijber Kurde. Roja pûçkirin û tunekirina vîn û baweriya faşîzma AKP-MHP’ê ye. Roja tacîdarkirina coş û kelecana pîrozbahiyên Newroza 2019’an û berxwedana çar salên dawîne.

31’ê adarê;

Roja hesab pirsîna kiryarên çar salên dawîne,

Roja îlankirina serkeftina vîna Kurdê azad ê berxwedêre,

Roja binerdkirina faşîzma AKP-MHP’ê ye.

Piştî çar salên dijwar, wê roja 1’ê avrêlê roja şadî, bextewarî û şanaziya civaka Kurd be. Bêguman ev wê bi dengên we yên sandoqan pêkwere.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.