Medeni FERHO
Newroz “taqdîs” kirina gel e!… Agir pîroz e, gelê Kurd bi vê pîroziyê hatiye “taqdîs” kirin. Taqdîskirina bi agir, azmuneya herî zor e. Cihuwên li pey Musa ji Misrê derketin û 40 salî di riyan de man. Gelê Kurd jî, 40 sal in di riya azadiyê de dimeşe.
Newroza 2019an de jî da xuya kirin ku, êdî gelê Newrozê derketiye holê û lugata zimanê Newrozê zemt kiriye. Ev kultura Newrozê ye û diyalektîka pêşketina dîroka bi berdêlên giranbiha hatiye neqişkirin e.
Ne hatiye nivîsandin, hatiye neqişandin!… Neqişkirin, bi çavên mêjî tê dîtin û xwendin; hem zimanê bedenê ye, hem lugata hevpar e ya ked û xwînê ye. Vê kulture, dergehê azadiyê vekiriye û têkiliyên bi cîhanê re danî ye.
Kultura Newrozê destîniya civaka Kurd guhertiye.
Civaka Kurd, zimanê kultura Newrozê zemt kiriye, lê intelîjansiya Kurd, bi taybetî eniya nivîskaran, ev ziman zemt nekiriye. Ev eniya bijarte, biqasî siyasiyên Kurd parçe ne, beşek ji wan jî weke “qast” derketiye holê û bi “misyonek karîkaturîze” tevdigere. Ji peyamberiya civaka xwe bêhtir, pîkola di arena dijmin de dike.
Ev helwest, şikestina di keyasetê de ye. Ne ji dêrê dibin, ne ji mizgeftê; bêguman her kes ne mecbur e biçê dêrê, yan jî mizgeftê, arafa jî heye!… Li di rastiya gelê Kurd û Kurdistanê de, gotin, pirtûk, çavkaniya nefesê ne. Ji her demê bêhtir, di vê demê de, pêdiviya Kurdan, cografya Kurdistanê bi nefesê heye. Ev mecburiyetek e!… Li dijî Kurd û cografya Kurdan, qirkirinek pirralî heye, dibin her mercan de, gel bi agirê Newrozê ji bo evîna azadiyê “serenad”an dibêje.
Eger, nivîskar nebê zimanê “serenad”a gel, wê nikaribe baqê kulîlkên biharên paraşerojan radestî nifşan bike. Ji bo vê jî, mijara agirê Newrozê, babet û dabaşa li ser Dehaqên serdemê ye û giring e. Kultura Newrozê, pêşî kuştina zilma Dehaqan e, piştre berterefkirina xeşîmî, nezanîn û tirsê ye, berterefkirina kîn û tolhildanê ye.
Gelek kes, behsa magazîna wêjeya gerdunî dikin. Ev senfoniyek cîhanşimûlî ye. Lê ji bo orkestra, pêdivî bi gelek astrument û dengên cûda heye. Divê nivîskarên Kurd jî, bi çîroka xwe, di nava orkestra cîhanşimûlî de cih bigirin. Ev jî bi aheng, motif, reng, berg û deng, melankolî, giyan û îdeal, ronahî, ger û tevger, bi paydayên kîn û nefretê, bi pîvana awaz û lorîna civaka xwe dikare çêbibe. Dengê cûda û nû, wek tîrejek nû ya ronahiyê, wî dikaribe rengek û awazek nû li oskestra cîhanşimûlî zêde bike. Newroz ev orkastra ye û kulturek pirr rengî, pirr alî ye!..
Ji bo her gelî, “ebedî îlah” rastiya wan e. Îro, rastiya gelê Kurd jî, “ebedî îlah” azadî ye!… Bi milyonan Kurdên li welat û derveyî welat, cejna Newroza 2019an, bi slogana “ebedî îlah” azadî qîriyan. Di vê qîrênê de;
-Gel, qîrêna berxwedêrên greva birçîbûna bi pêşengiya Birêz Leyla Guwen û Nasir Yagiz, li welat, li derveyî welat, li zindanan bîhîst.
-Berxwedêrên di greva birçîbûna li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan de jî, mesaja gelê Newrozê bihîstin.
Kultura Newrozê, şiyarbûna serdemek nû ye, di kiryarên alfabetîk de xwe eşkere dike û giştî himbêz dike. Ji bo dîtina vê rastiyê, dive em “fona” li pişt bûyeran, estetîk û razên di pîrozbahiyên cêjna Newrozê de derketin holê bibînin.
Di Nezroza 2019an de, hem tolerans hebû, hem amblemên pêvejoyê hebûn. Tolerans, ji bo aştî û demokrasî bû, amblem jî teqeze serketina di hilbijartinên herêmî de bû. Xala sêyemîn jî, gelê Kurd, êdî “ul’ul-emr”an qebûl nake.
Eger, Dewleta Tirk, tolerans û amblem, yanî mesaja Newrozê nexwîne û fêhn neke; Tirkiyê ji belengaziya “salhene”- qesabxane rizgar nabe.
Aqubet jî wê bibe dawiya çeteyên DAIŞê.





